Temsîliyeta Kurdan Di Sînemaya Kurdî û Tirkî de

DESTPÊK

Di nîveka duyem a sedsala 20an de, bi belavbûna sînemayê û firehbûna warê sînemayê re mijar û rewşên ku di nav edebiyat û hunerên din de bûn, herwiha derbasî vî warî jî bûn. Ev mijar di roja îroyîn de ne kêmtir, lê pirtir in. Ji ber ku sînema her roj hinekî din pêşvetir diçe û cihê hunerên din digre. Ev pêşveçûyîna sînemayê jî bi gelek sedeman ve têkildar e ku yek ji wan temaşevan e. Xwendina pirtûkekê bi rojan dom dike, lê mirov dikare di saetekî de bi rêbazeke xurt heman peyamê bi riya filmekî bide. Loma, ya ku di nav huneran de îro pirtirîn tê şopandin sînema ye û erkên wê ne.

 

Sînemaya ku para xwe ji edebiyatê û hunerên din girt û riyeke din da ber xwe, di pirsgirêka temsîliyetê û çend xalên dî de ewqasî jî bi dûr neket. Wekî mînak sînemaya tirkî, piştî ku avabûna xwe temam kir û îmkan bi dest ketin an jî îmkan ji aliyê dewletê ve hatin dayîn, di meseleya temsîliyeta akurdan de peyrewiya edebiyata tirkan a serdema komarê kir.  Berhemên ku di serdema komarê de bi nêrîneke kolonyalîst hatibûn nivîsîn, bûn bingeh ji sînemaya tirkî re.

Sînemaya kurdî jî bi tesîrek din, xwe li ser edebiyat û çanda xwe afirand. Filmên ku di destpêkê de hatin kişandin pişta xwe dan temayên folklorik û xwejinûvesazkirinek dan destpêkirin. Kurdan, xwe di filmên xwe de nîşan dan û temayên bi erdnîgarî û nasnameya xwe re têkildar pêşkêş kirin.

Di vê xebatê de, dê li ser temsîliyeta kurdan di sînemaya kurdî û tirkî de bê rawestin. Herwiha dê ciyawazî û wekheviyên vê temsiliyetê, di her du waran de, bên destnîşankirin.

  1. Temsîliyeta Kurdan di Sînemaya Tirkî de

Em dikarin sînemaya tirkî, ji aliyê temsîlîyeta kurdan ve bikin du serdem. Ji destpêka avabûna komara tirkiyeyê heya salên 90î, ji salên 90î heya niha. Herwiha ger em nêrîna hikûmetên tirkiyeyê derheqê rastiya kurdan de jî dabeş bikin, em ê heman serdeman bibînin. ji ber ku nêrîna her du aliyan jî, a derheqê kurdan de di nav hevahengiyek de ye. Dema ku kurd ji aliyê hikûmetên tirkiyeyê ve hatine înkarkirin, di sînemaya tirkî de jî heman rewş hatiye dîtin. Dema ku hatine qebûlkirin jî, heman sîstem berdewam kiriye.

Di salên beriya 90î de kurd di sînemaya tirkî de rasterast ne kurd in, ew di bin siya şaqî-rojhilatî de hatine veşartin. Di filmên vê serdemê de herçiqas peyva kurd û kurdî derbas nebe jî em ji cil û bergan, ji axaftina bi şîveyî fêm dikin ku ew kurd in. Ew lehengên ku di filmên tirkî yên vê serdemê de wekî kurd tên temsîlkirin, gelek caran ne zana û xwenda ne. Ew an gundî ne; ku dema diçin bajêr nizanin xwarinê bixwin, nizanin herin tiwaletê, an jî şêx û axayekî qure û qurnaz in ku xelkê dixapînin, dişeliînin û berpirsiyariya adet û toreyên li nav gel dikin. Jinên wan ne xwedî gotin in û ne xwedî heskirina xwe ne, ew gelek caran ji bo namûsê tên kuştin. Ew ne layiqê vê jiyana kirêt in, loma ger ew dil bikevin serbazekî an jî mamosteyekî rojavayî, dê ji vê ezab û eziyetê xelas bibin. Gundiyên ku xêr ji kaçaxî û eşqiyatiyê nizanin tiştekî din bikin, her û her tifingên wan di destê wan de ne û li ser hespên xwe bi vir û wir ve diçin û tên. Ger ew gundî herin bajêr jî hertim hemal in, dergevan in an jî xebatkarên avahiya ne. Xwarina wan hertim savar e, bi hesreta qetek goşt in. Ew dema jinikek şaristanî dibînin, di cih de dil berdidinê û li dû badana simbêlên xwe, berê xwe didin sing û çaqên wê.

Di filmên vê serdemê de em ne rastî peyva kurd, ne jî rastî axaftina bi kurdî tên. Karakterên ku di van filman de kurdan temsîl dikin ne bi zimanê kurdan, lê bi tirkiyeke şiveyî diaxivin. Gelek caran nikarin xwe bidin fêmkirin û îfadekirin. Dest û rûyê wan kirêt e, dîksoyana wan ne rast e, diranên wan netemam û qirêj in.

Piştî salên 90î rewşa atmosfera siyaseta tirkiyeyê diguhere. Hebûna kurdan û zimanê wan tê pejirandin. Bi vê yekê re di filmên tirkî de jî, peyva kurd û kurdî tê bikaranîn. Hebûna wan tê qebûlkirin, digel tirkîya şîveyî zimanê wan tê bikaranîn.

Em di sînemaya tirkî de piştî qebûlkirina rastiya kurdan, hewldaneke gunehderxistinê dibînin. Lê ev yek di hinek filman de, dîsa bi nêrîneke îdeolojîk a dewletê tê kirin ku ev nabe gunehderxistin dibe sûncekî din. Erê di van filman de kurd wekî xwe tên temsîlkirin, zimanê wan jî tê bikaranîn lê piraniya wan dîsa eşqiya ne, welatê wan tirkiye ye û ew dema ku sînoran derbas dikin dibin “qaçax”. Ev kesên ku ‘em bi hev re dijîn’ divê ji aliyê terorîstan ve neyên xapandin. Ji ber vê yekê jî divê em wek “dewlet” hertim bi wan re bin û ewan perwerde bikin.

Di piraniya filmên vê serdemê de em dibînin ku kurd û zimanê wan herçiqas hatibe qebûlkirin jî, welatekî wan bi navê “Kurdistan” tuneye. Sînorên ku di navbera wan de hatine kişandin, ne ji bo parçekirina welatekî, ên welatên cuda ne û yên li rexê din ne kurd, biyanî ne.

 

  1. Temsîliyeta Kurdan di Sînemaya Kurdî de

Ji ber nebûna welateke azad a kurdan û ji ber astengiyên aborî, civakî û siyasî, kurd di warê sînemayê de bêpar man û di pêşveçûna sînemayê de dereng ketin. Mirov dikare vê yekê, muzîk ne tê de, ji bo şaxên hunerê yên din jî bibêje.

1992an de, cara yekem bi awayekî profesyonelî filmeke kurdî tê kişandin. Ev film ji aliyê Nîzamettîn Ariç ve, bi navê “Kilamek Ji Bo Beko” tê kişandin. Bi nasîna realîteya kurdan li Tirkiyeyê û  azadbûna Başûrê Kurdistanê re, ji bo sînemaya kurdî gavên girîng tên avêtin. Bi pêşketina medyaya kurdî û lidarxistinên festîvalên filmên kurdî re sinemaya kurdî navê xwe belav dike. Ji Rojhilata Kurdistanê Behmen Qubadî, li Başûrê Kurdistanê jî Şewket Emîn Korkî û Hiner Selîm di mihrîcanên navneteweyî yên filman de bi girtina xelatên girîng re, navê sînemaya kurdî mezintir dikin. Bi piştgiriya hikumeta Başûrê Kurdistanê, her sal bi dehan filmên kurt û dirêj tên kişandin. Li Bakur, Rojhilat û Rojava jî bi îmkanên şexsî û saziyên komên kurdan ev pêşketin berdewam e û her sal hejmara filmên kurt û dirêj zêdetir dibe.

Sînema herçiqas di binbana hunerê de hatibe afirandin û li ser vê yekê geş bûbe jî, îro dema em berê xwe didinê, em wê bi awayeke din dibînin. Endustriya aborî û teknîkî ya ku li dû sînemayê derket holê, li gelek welatan êdî warek ji sînemayê bixwe ye. Têgeha sînemayê êdî ne tenê derhêner, digel derhêner lîstikvan, operatorên ronahiyê, sponsor, belavker, kameraman, senarîst û gelek elemanên din jî di nav xwe de dihewîne. Dema ku sînema û pê re navê welatek tê gotin, êdî ne tenê film û derhêner, herwiha lîstikvan, sponsor, senarîst û hwd. tên qestkirin. Ev yek di nav piranî neteweyan de bi vî rengî ye lê di nav kurdan de ev ne wiha ye, ji ber ku îmkaneke wisa bi destê wan neketiye û derfeta yekîtiyê nedîtine di vî warî de, da ku bi pêş ve biçin. Li gorî derhêner Şewket Emîn Korkî sînemaya Kurdî ger peykerek be, ew peykereke ne temam e, serê ew peykere heye, lê hêj dest û lingê wê çênebûne.

Sînemaya ku li nav kurdan afiriye, mîna kurdan li her deverî belav e (Yanî ew jî bi kurdan re sirgûn e) û îmkan çênebûye ku endustriyek kurdewarî a sînemayê biafire. Behman Qubadî li ser têkiliya kurdan û sînemayê wiha dibêje ”Dîroka wan, dîroka sirgûn û koçberiyê ye. Dîroka ew însanan e ku her tim di nav tevgerekê de ne. Loma aliyên wan ên hevpar bi sînemayê re heye, ku sînema hunera tevgerê ye.”

Ji bo kurdan kişandina filman li ser vê meqsedê ye; ew êş û janên xwe yên ku ji ber sînor û bêwelatiyê dikêşin, nîşanê dinyayê bidin. Ev rastiyên wan in. Ji ber vê yekê di nav filmên kurdî de, yên surrealîst û xeyalî nayên dîtin. Sînema, amûr e ji bo nîşandana rastiyan.

Kurdên ku bi pirsgirêka azadiyê re rûbirû ne, di sinemayê de jî xwe ji vê yekê dûr naxin. Êş û daxwaziyên xwe di her derfetî de derdixin pêşberî temaşevan. Ev, hesreta daxwaziya welateke serbixwe û hewildana nasandina çand û nasnameyê ye. Yanî ji bo kurdan sînema, Xwenîşandan, xwenasandin û derdê xwe gotin e.

Sînemaya kurdan a ku di sirgûnê de ye û li pey nasnameya xwe ye, welat û çanda xwe bi sembol û nîşaneyên diyar teswîr dike. Loma dema em berê xwe didin kîjan filma kurdî em dibînin ku çiya, darên berûyan, sînor, sirûşt û muzîk wekî rengê kurdistanê û wekî nasnameya kurdan hatine nîşandan.

Di sînemaya kurdî de “ên din” ne kurd, dagirker in. Ew ên ku sînor danîne navbera kurdan û bûne sedema hemû êşan. Lêbelê hinek caran em kurdan bixwe jî wek “ên din” dibînin di sînemaya kurdî de ku ew axa, şêx, an jî cehş in. Ev kes an bi dagirkeran re di nav têkiliyê de ne, an jî ji ber xwe ve xelkê dişeliînin.

Di filmên kurdî de jin, temsîla welêt û rabûna li hemberî feodalîteyê ye. Ew nayê zeftkirin û divê neyê zeftkirin jî. Ger ew têk biçe dê vîna hewldana ji feodalite û paşvemayînê xelasbûn jî, têk biçe.

 

  1. Ciyawazî û Wekheviyên Sînemaya Kurdî û Tirkî Ji Aliyê Temsîliyeta Kurdan ve

 

Di sînemaya tirkî ya berî salên 90î de karakterên ku ji bo temsîla kurdan hatine bikaranîn, pirtirîn ji vê aliyê de balê dikêşin ser xwe, ku ew karakterên cahil û gundî ne. Ew ji her aliyê ve kêm in, qirêj in, piraniya wan dilxerab in. Jinê wan ne rind, zilamê wan ne çeleng in. Ew hertim di bin bandora axa û şêxan de ne. Lewra tore û kevneşopî ji qanûnan girîngtir e li nik wan. Piştî salên 90î ev tîpolojî, ne bi temamî be jî, diguhere.  Kurd jî dibin “însan”. Lê dibin ew însan ku potansiyela xapandinê bi wan re heye.

Ji aliyê tîpolojiyê ve di sînemaya kurdî de, berevajiyê sînemaya tirkî, kurd wekî xwe tên temsîlkirin. Herçiqas hewldana afirandina nasnameyekî nû hebe jî rastiyên civakî nehatine binpêkirin.

Di sînemaya tirkî de kurd ne mîna neteweyekê, ew wekî gelekî kêmar tên dîtin.  Sînorên ku hatine kişandin, ne ji bo parçekirina kurdan, ew ji bo parastina tirkiyeyê ne.

Di sînemaya kurdî de, berevajiyê sînemaya tirkî, kurd ne gelekî kêmar ew neteweyek in û li çar perçeyan belav bûne. Sînorên di navbera wan de tenê şênberiya fikrên neyarê wan in. Lewra dema ew sînor derbas dikin, ew nabin qaçax. Ew bi vê tevgera xwe dibin serhildêr û qanûnên neyarên xwe binpê dikin.

Di her du sînemayan de jî “xayîn” hene ku ew xayîn jî dîsa kurd in. Xayînên sînemaya tirkî ew kesên serhildêr û eşqiya ne ku serî li ber dewletê rakirine, xayînên di sînemaya kurdî de jî cehş an jî hin axa û şêx in, ku ew di xizmeta neyarên kurdan de ne û li ber silametiya gelê kurd asteng in.

 

ENCAM

Di sînemaya kurdî û tirkî de temsîliyeta kurdan bi du nêrînên berevajiyê hev hatiye kirin. Kurd, di sînemaya kurdî de wekî neteweyeke reben û bê dewlet, an jî wekî serhildêr û şervan li hemberî feodalite û dewletên dagirker hatine temsîlkirin, ku ew ji her du aliyan ve jî di nav têkoşînekê de ne li hemberî şert û mercên dijwar ên jiyanê. Sînor, mirin, hesp, qantir, jan, êş, çiya û zextên li ser jinan têgehên sereke ne di sînemaya kurdî de.

Di sînemaya tirkî de beriya salên 90î, beraberî fikrên îdeolojîk ên polîtîkayên hikûmetên Tirkiyeyê,  kurd wekî gundî, cahil, eşqiya û kaçax tên temsîlkirin. Di vê temsîlkirinê de zimanê wan nehatiye bikaranîn. Bi tirkiya şîveyî û bi gotina “şaqî-doğu” em fêm dikin ku temsîla kurdan tê kirin. Di filmên vê serdemê de fikrên îdeolojîk ên kolonyalîzmê tên dîtin.

Piştî salên 90î sînemaya tirkî bi awayekî din li ser kurdan radiweste. Berevajiyê serdema beriya xwe, peyvên wek kurd û kurdî tên bikaranîn. Di filman de bi kurdî jî tê axaftin, lê ew nêrîna kolonyalîst a li ser axa kurdan berdewam dike. Li gorî filmên vê serdemê kurd hene, ew jî mafdar in û ji ber hin xetayên dewletê êş kişandine, lê dewleta wan ne kurdistan e, tirkiye ye. Û kurd ne neteweyek in, ew gelekî kêmar ê tirkiyeyê ne.

 

Huseyn Elîf-sinemeyakurdi.com

 

ÇAVKANÎ

  1. Mujde Arslan, Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm, Agora, Stenbol, 2009, r. 137.
  2. Gotûbêja bi derhêner Şewket Emîn Korkî re li ser Skypê. 22.04.2016
  1. http://zaningeh.net/sinemaya-kurdi/
  2. http://bianet.org/biamag/sanat/164753-kurt-sinemasinin-kodlari-ve-gerceklikle-imtihani
  3. http://agorakitapligi.com/kurt-sinemasi-kendi-sesini-gormekdevrim-kilic-mesele-sayi5-2007/

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply