Temenê wî nêzî 80 sal e, 40 salî av venexwariye!

Zilamekî devera Balekayetî, ev nêzîkî 40 saliye av venexwariye, sedema wê yekê jî vedgere rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê.

Cemîl Hemed zilamekî 78 saliye, nişteciyê gundê Gwîzan ser bi bajarokê Çoman li devera Balekayetî ye ji BasNews re ragehand: “Ji sala 1976 ve min av venexwariye, sedema vê yekê jî ewe ku wê demê jiber rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê ava vexwarinê gelekî gemar û bihin genî bû, ji wê demê de av li ber çavê min reşbû û min nema vexwar û ev bû derdora 40 salî.”

Derbarê aya ew ji dêvla Avê çi vedixwe? Cemîl Hemed got: “Ez gelk çayê û mast vedixum û dema ez kar jî dikim jixwe ez bîra avê nabim, lêbelê ez gelekî çayê û mast vedixum.”

Herwiha navborî got: “Nevexwarina avê ti ziyanek negihandiye tendurpûstiya min, berovajî belkî jiyana min baştir jî kiriye. Gelekî kêm serdana bizîşkan jî dikim.”

Çavkanî: basnews.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply