Temaşe-3 Derket

Jimara sêyem a eKovara Temaşeyê hate weşandin. eKovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin. eKovar ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke ekovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya kurdî ye. Di ekovarê de ji pêşniyaza filman heta ferhenga sînemayê beşên curbicûr cih digirin.

SÊYEM HEJMARA KOVARA TEMAŞEYÊ DERKET

Kovara sînemayê Temaşe bi gelek fîlm, derhêner û gotaran li pêşberî xwînerên dinyaya sînemayê ye. Piranîya nivîs û gotaran bi kurmancî ne û naverokeke berfireh bi soranî û kirmanckî heye. Raye û rengên sînemaya Kurdî li xwe girtiye û sînemaya dinyayê jî ji nêz ve şopandiye.

Di Kovara Temaşeyê da bi giştî 14 serenav bi kurmancî, 3 serenav bi soranî û 3 serenav jî bi kirmanckî hatine nivisandin. Kovar bi vê helwesta xwe ya li ser ziman, îdeala zimanê kurdî pêk anîye. Her nivîsa ku hatiye nivisandin jî xwedî taybetîyeke sînematîk e. Kovar ji serî heta binî bi kurtefîlm, fîlm, rêzefîlm, derhêner û hevpeyvînan tije ye.

Hevpeyvîneke berfireh bi akademisyen û derhêner Yilmaz Ozdil re hatiye kirin ku tê de serpêhatiya Ozdil û sînema bi awayekî balkêş hatiye vegotin. Kulîlk jî roportajê bi Şêrvan Hacî re kiriye û Şêrvan Hacî bi nasnameya xwe ya diyasporayê bersiva pirsan daye.

Zimanê sînema û fîlmên kurdî bi serê xwe niqaşeke sereke ye. Nurullah Akcan ketiye nav vê niqaşê û pê de çûye.

Bilal Korkut hebûna Mêrdînê ku bi awayekî yekser û ecêb di sînemaya Tirkî de xuya bûye, lêkolîn dike.

Amedhesen temsîla hunerê bi awayekî sînordarkirî li ser pirtûk, şano û fîlmekî nirxandiye.

Welat Ramînazad mijara sînemaya kurdî bi çavekî endustriyel û global niqaş kiriye.

Arjen Arjen derhêner Robert Bresson xistiye mijara nivîsa xwe û bi bingeheke kûr li pey şopa dîmena pîroz ketiye.

Mela Mihyedîn nivîseke bi kêf û gerokî nivisandiye. Dîmenên sînemayê û ger û geşt bi hev ve bi hev ve kiriye, ew fîlm û serpêhatîyên wan careke din li ber çavan rengîn dibin.

Ferat Kevir wekî quncekî rêze nivîsê daye destpêkirin ku çêkirina sehne û fîlman vegotiye.

Rojîn A_w fîlmê Snowpiercer bi nivîseke kurt û balkêş nirxandiye.

Mehmûd Beyto nivîsên xwe yên li ser xêzefîlm û anîmeyan mezintir kiriye û vê carê li ser Batman û cîhanî Batmanî hûr bûye.

Di beşa kirmanckî da Mutlu Can li ser Paolo Pasolînî, Pinar Yildiz li ser Ingmar Bergmanî nivisandine û Welat Ramînazad jî bi nivîsara xwe di vir de ye.

Di beşa soranî da Awat Pourî, Hejar Osman û Shinyar Omer bi nivîsên xwe beşa soranî pêkanîne.

Di dawîyê ferhenga Temaşeyê bi navê Termên Sînemayê li ber destê sînemageran e.

NIVÎSA EDÎTORYAYÊ

Silav sînemahezên delal. Bi hêvîya xweşî û tendurîstîya we. Herkes dizane ku şewba Koronayê metirsîyek mezin e ji bo me û divê meriv li tenduristîya xwe miqate be. Korona bandnorê li tevahîya cîhanê û cîhana sînemayê jî kir. Herçiqas leza sînemaya dinyayê bi taybetî leza sînemaya Kurdî hêdî kiribe jî hunera heftemîn li ber kerasetan ji xwe ra rêyên nû dîtîye û xwe berdewam kirîye, niha jî dike. Me jî lez û heza sînemayê di hejmara xwe ya sêyem da heta ji destên me hat, kom kir û li hev anî.

Temaşe dîsa bi mijarên curbecur û nivîskarên giranbiha, bi behsa sînemaya Kurdî û ya dinyayê li ber destên we ezîzan e. Li dor û bera Kovara Temaşeyê gelek hewil û xîretên mezin yên nedîtî hene ku em spasiya wan dikin. Bi nav jî ji bo Kerem Arî û Awad Pûrî spasiyên tînin ziman. Bi vê hejmarê me li ser zimanê sînemaya Kurdî, pirsgirêkên wê bi nivîs û serenavên “Di Sînemaya Kurdî da Ziman” û “Li Ser Bicîhanîbuyîna Sînemaya Kurdî” mukir bû. Sînemaya ku xwe nikare ji wêjeyê dûr bike jî mijarek balkêş bi serenavê “Li Ber Têgeha Temsîlê, Pirtûkek û Fîlmek” jî yek ji mijarên me ye. Herweha derhêner Bîlal Korkutî jî li ser temsîlîyeta paytextê çandî yê welatê me Merdînê, bi serenavê “Di Sînemaya Tirkî da Temsîlîyeta Merdînê” nivîsek têr û tije nivîsî. Di analîzan da jî nivîsên nivîskarên hêja Arjen Arjen, Rojîn A_W, Özal Sürmeli û Mehmûd Beyto bi mijarên xwe yên cuda li ber destên we ne. Fatoş Yildizî bi “Rêbazên sînemayê 1” û Ferat Kevirî jî “Teknîkên Çêkirina Fîlman 1” bi nivîsên xwe yên rêzî dê bi me ra bin. Jaro wek herdem bi “Fîlmên Temaşeyê” û Mela Mihyedîn jî “Li Ser Geşt û Seyranê Çend Fîlm” gencîneya me ya fîlman tije dikin.

Ev hejmara Temaşeyê du hevpeyivînan dihewîne. Hevpeyivîna li gel akademîsyen û derhêner Yilmaz Ozdîlî bi berfirehî hatiye kirin ku gelek pirs û bersivên balkêş yên li ser sînemaya wî, ya kurdî û ya dinyayê tê de hene.. Hevpeyivîna Kulîlk Elîkakeyî bi lîstikvanê hêja Şêrvan Hacî ra jî di kovarê da cihekî girîng digire.

Nivîsên zazakî yên hêja Mutlu Can, Pinar Yildiz û Welat Ramînazad di derbarê derhênerên mezin Paolo Pasolonî, Ingmar Bergmanî û Îraj Mohammedî Razînî da ne.

Nivîsên me yên soranî jî ji farisî û înglîzî werger in. Nivîsa Babak Karimî û Saîdê Tahirî bi wergera Awat Pourî, nivîsa Peter Bradshawî bi wergera Hejar Osmanî û nivîsa Ivone Marguliesî jî bi wegera Şînyar Omerî li ber xwînerên Temaşeyê ne.

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply