Têkiliya Lêkerên KANÎN, KARÎN û ZANÎN

Çima ji dewsa ‘karîn’ê ‘kanîn’ê bi kar tînim? Di nav şîroveyên xwendekaran de ev pirs hatibû kirin; her weha piştî ku pirtûkên min hatin weşandin û di dema dersên Kurdî de jî gelek caran heman pirs ji min hatiye kirin. Çima ‘kanîn’ê bi kar tînim? Heta hinek kesan bikaranîna ‘kanîn’ê wek delîleke ji dewsa peyvên standard tercîhkirina peyvên herêmî dîtin û ji ber wê û çend peyvên din, lêv li pirtûkên min qurmiçandin.

Bê guman, dema ku ev pirs ji min tê kirin, tiştê ku yekemîn dixwazim bibêjim bi xwe jî pirsek e: Çima bi kar nehînim? Yê hemberî min jî dibêje, “Ey, her kes ‘karîn’ê bi kar tîne, hema tu jî bi kar bîne, bila standard be.

Helbet ev ne rast e, her kes ‘karîn’ê bi kar nahîne; lê belê hinek kes jî dibêjin ‘piranî’ wê bi kar tîne, nabêjin her kes. Ya rastî di qada nivîskî de piranî ‘karîn’ dibêjin, ji ber ku weha hatiye nasandin ku ya rast ew e û pêwîst e ku were bikaranîn.

Bê guman Kurmancîya nivîskî ne mijareke rûniştî û qedîyayî ye. Lewra Kurdekî ku bixwaze ku lê zêde bike, guhertinan çêke, pêşniyaran bike; an jî ji ewên ku çewt tên bikaranîn dûr bimîne, mafdar e û wê kêrhatî be ku wisa bike. Lê belê divê pîvan û gengeşî li ser faktên (rasteqînî) objektîv bin, heta ku dibe ji subjektîvîzmê dûr bimînin, da ku dewlemendkir, rêvekir û ronîkir bin; ne ku asteng û nakokîyan li yên heyî zêde bikin.

Îcar ku em werin ser mijarê; divê pêşî bibêjim ku heke herêmî be, her du jî herêmî ne. Her du jî ne li seranserê Kurdistanê lê li hinek herêmên Kurdistanê tên bikaranîn û herêmên ku ‘kanîn’ lê tê bikaranîn jî têra xwe hene, wek ku hinek îdia dikin, ne  yek-du navçe ne. Ji Elbîstanê bigire seranserê Ruhayê bide ber, Bêlancûg, Wêranşar, Xelfetî, Serê Kanîyê, Dêrik, Qoser,  Entab, Semsûr, Kilîs, li Binya Xetê Kobanî, Efrîn û û hwd di nav de li cografyake qerase ku cîhê wê di nav Kurmancî de nikane bê piştguhkirin, tê bikaranîn. Lewra maf û heqê wê heye ku bi rêzgirtin lê bê nêrîn, di nav nirxandinan de cîh jê re bê dayin.

Wê gavê, tenê bi gazina herêmîbûnê çênabe ku em piştguh bikin. Çi dimîne? Dimîne ku em bi pîvanên lînguîstîk-akademîk ‘karîn’ û ‘kanîn’ê bidin ber hev û bibînin ku heke pêwîst be ku em tenê yekê ji wan bi kar bînin, ka mimkun e ku kîjan ji wan ji esil veqetîyabe, anku deng guherîbe (ne ku ez dibêjim bila tenê yek be, ez di berhemên xwe de her duyan jî didim). Bê guman, divîya ev analîz ji alîyê kesên ku bi israr ‘kanîn’ê piştguh dikin, bihata kirin. Ji ber ku li wan dikeve ku îzeh bikin ku çima divê ‘kanîn’ neyê bikaranîn. Yê min, min di berhem û nivîsan de kanîn bi kar anîye, lê her wisa cîh daye ‘karîn’ê jî û teva ku difikirim ku ya ji orîjînê şemitî, ‘karîn’  bi xwe ye jî, min tucarî negotiye ku guh nedin ‘karîn’ê, wê bi kar nehînin, herêmî ye. Bervacîya helwesta wan a li dijî kanînê, min di berhemên xwe de her du li gel hev bi kar anîne.

Lê dîsa jî ez ê di vê nivîsê de hewl bidim ku vê mijarê çenekî ronî bikim.

Cudatîya di navbera her du awayên vê lêkerê de tenê tîp/dengên ‘n’ û ‘r’ ne. Anku kanîn an karîn? An jî kan an kar?

Em kanin bi çend awayan lê bikolin: 1) li zaravayên din ên Kurdî binêrin, ku di lêkerên bi vî awayî de ‘n’ and
r’ heye; 2) li zimanên din ên Hind-Ewropî binêrin, ku di lêkerên bi vî awayî de ‘n’ and ‘r’ heye; 3) ji alîyê wateyê ve binirxînin, ku ‘kan’ an ‘kar’ wateya lêkerê serast dike; 4) heke hebe, li lêkerên têkilîdar (peywendîdar) binêrin.

1)  Di Soranî de lêkera bi vî rengî ‘tiwanîn’ e, heman lêker di Farisî de wek ‘tuwan’ an jî ‘tawân’ (توان ) derbas dibe. Her du lêker jî bi wateya ‘kanîn’ê tên bikaranîn; anku hebûna hêz, qudret, potansîyel û hwd dîyar dikin. Di Farisî de ew ji bo enerjîyê jî tê bikaranîn. توان ِ هسته‌ای / tavân-e haste-yi / enerjî yan hêza nuklear.  Wek ku xuya dibe di herduyan jî de ‘n’ tê bikaranîn.

2) Di zimanên Ewropî de, em li lêkerên bi awayekî zêde balkêş nêzîkî ‘kanîn’ê rast tên; ew qasî nêzîk ku ji bo ku em nefikirin ku hîmên wan yek in an nêzîkî hev in, qet nebe mantiqên wan wek hev in, tu sedem tuneye. Hinek ji wan wisa ne:

Holandî                 kunnen

Swêdî                   kunna

Almanî                  können

Îngilîzî                  can (wek ‘ken/kan’ tê xwendin)

Wate û cîhê bikaranînê eynî wek wate û bikaranîna ‘kanîn’ê ye û di hemûyan de ‘n’ tê bikaranîn; ‘r’ nayê bikaranîn.

3) Ji alîyê wateyê (ma’ne) ve ‘kan’ an ‘kar’? Li vir dixwazim berê niqteyekê zelal bikim; ‘kar’a ‘karîn’ê û ‘kar’a bi wateya ‘şixul, îş’, tu têkilîyên wan bi hev re tunin, ne heman peyv in. ‘kar’a ‘karîn’ê divê wek ‘kar’a bizinê bê bilêvkirin. Ew deng di navbera ‘k’ û ‘g’ de ye, wek ku di peyvên kevn, kerr (nabihîse), ko (ne tûj), kadîn (cîhê kayê), kirin, kevçî, kur (law) û hwd de tê bikaranîn. Ev deng û ‘k’ya kar (şixul) cuda ne. ‘k’ya kar (şixul) wek k’ya van peyvan bi lêv dibe: ker (heywan), kab,kom, kef, kîs, kulm, kêr, kêf û hwd.

Çawa cudatîya van her du dengan kane du peyvên cuda pêk bîne, wek kêr (alava jêkirinê) û kêr (fêde, sûd), kûr (dijbera nizm) û kûr (nabîne), ka (li ku derê ye?) û ka (qirşên hûrkirî), kanî (li ku derê ye?) û kanî (kanîya avê), kal (nebûye) û kal(pîr, kokim, yextîyar), heman cudatî di peyva ‘kar’ de jî pêk tê û guherîna deng bi awayê di ‘karîn’ê de wateya kar an karika bizinê dide, tu têkilîya xwe bi ‘kar/şixul’ re namîne.

 

Lewra bêfêde ye ku meriv hewl bide ku ‘karîn’ê bi ‘kar/şixul’ re têkilîdar bike, ji ber ku bi rastî ‘k’ya kar (şixul) û ‘k’ya ‘karîn’ê ne heman deng in, ne eynî ne. Li vir gelek kesên ku ferhengên Kurdî amade dikin jî ji çewt-têgîhanên bi vî rengî berpirs in, zemîna şaş fahmkirinê ava dikin; ji ber ku heqê karê xwe nadinê û teva ku bi zelalî tê zanîn ku 8 tîp (ç, e, h, k, p, r, t, x) du-deng in, anku du dengên fonem dinimînin, temsîl dikin jî (»bixwînin), ew di ferhengên xwe de vê cudatîyê raber nakin; heke ferheng vî karî nekin, ka çi yê bike? Meriv ji bo ku elfabe bargiran nebe, tîpan zêde neke tiştek e, meriv tiştên ji hev cuda, wek ku eynî tişt bin raber bike û dûre jî wisa li ser cudatîyan miameleya wekhevîyê bike, encaman ji wekhevîya wan derxe, tiştekî din e. Tiştekî îrasyonal (deraqil) e.

Îcar heke wekhev bûna, heman tişt bûna, anku heke ‘kar’a ‘karîn’ê wek ‘kar/şixul bûya, gelo wê wateya ‘kanîn/able to/can/-ebilmek’ bidaya? Na, ew ê nedaya. Çawa ku ‘şixul’ wek ‘şixulîn’ wateya ‘kar kirin’ê dide, ‘kar’ jî wek ‘karîn’ wê heman wateyê bide. ‘Ez dikarim’ ê bibûya wek ‘Ez kar dikim/dişixulim’, ew ê nebûya ‘Ez (di)kanim/I can/Ich kann/…ebiliyorum’. Ew jî çênabe, ji ber ku ewên ku bi kar tînin, ‘karîn‘ê bi armanca ‘kanînê bi kar tînin, ne bi armanca kar kirinê.

Baş e, wê gavê ‘karîn’ dikane çawa bi wate (bi mane) bibe? Heke bi ‘kanîn’ê re têkilîdar bibe, dikane watedar bibe. Anku heke ji orîjînala ‘kan’ dengê ‘n’ di nav pêvajoyê de li hinek herêman bi ‘r’ guherîbe, ‘kanîn’ bûbe ‘karîn’.

Îcar wek ‘kan’ ji xwe wateya xwe zelal e û di gelek peyvên din de jî bi wateya potansîyel(a mezin), hêz, qudret û hwd tê bikaranîn. Mînak: kan (kana maden, komir û hwd), kanî, çavkanî, pêkan û hwd. Di hemûyan de potansîyel, hêz û qudret heye.

4) Lêkerên têkilîdar: Di gelek zimanan de lêkerên bi wateya ‘kanîn’ê bi lêkerên bi wateya ‘zanîn’ê re têkilîdar in; raman ew e ku ji ‘zanîn’ê der hatibin. Mînak:

Kurmancî      kanîn    < >   zanîn

Soranî          tiwanîn  < >    zanîn

Îngilîzî          can        < >   know

Almanî          können  < >   kennen

Hollandî        kunnen  < >   kennen

Swêdî           kunna     < >  känna (bi wateya nasîn, nas kirin)

Tirkî             -ebilmek  < >  bilmek

Têkilîya ‘kanîn’ û ‘zanîn’ê dîyar e û her wisa di evên Hind-Ewropî de hem di ‘kanîn’ û hem jî di ‘zanîn’ê de ‘n’ heye, ‘r’ tuneye.

Ka em ji wan hema li ya Îngilîzî binêrin (can/kan) ka ji çi peyvê derhatiye.

Origin of CAN: Middle English (1st & 3d singular present indicative), from Old English; akin to Old High German kan (1st & 3d singular present indicative) know, am able, Old English cnāwan to know — more at know (merriam-webster)

Dawîyê dibe bi lêkera Îngilîzîya kevn cnāwan (knawan) ve girê dide, ew jî ‘zanîn’ bi xwe ye. Anku lêkera wan a alîkar ‘can/kan’a bi wateya ‘kanîn’ê ji lêkera wan a kevn bi wateya ‘zanîn’ê derhatiye. Ji bo wê ye ku dengê ‘n’ di van her du lêkeran de kilît e, ew deng neyê famkirin, mijar serobinî hev dibe.

Reha van lêkerên Hind-Ewropî yên bi zanîn-kanîn re têkilîdar hemûyan diçe ser peyva Proto-Hind-Ewropî  gnō, ǵneh,Avestayî zan- ku ew jî wek zanîn û kanîn ‘n’ dihewînin.

Niqteyeke din jî, di nav gel de hema hema bê îstîsna ‘zanîn’ û ‘kanîn’ di erênî û neyînîya dema nuha de ji lêkerên din cuda tên kişandin. Lêkerên din di normalê de pêşpirtikên ‘di-‘ û ‘na-‘disitînin. Wek,

çûn         ez diçim/naçim

kirin        ez dikim/nakim

birin        ez dibim/nabim

firîn         ez difirim/nafirim

Lê belê kanîn û zanîndi-‘ bi kar nahînin û ji dewsa na– jî ni– bi kar tînin. Wek,

Ez kanim/nikanim             Ez zanim/nizanim

Tu kanî/nikanî                  Tu zanî/nizanî

 

Ev taybetî jî têkilîya kanîn û zanînê, û her weha di her duyan de jî hebûna ‘n’ dîyar dike. Ev taybetîya kanîn û zanînê ji alîyê Mîr C. Bedirxan û R. Lescot ve di pirtûka wan a bi navê Rêzimana Kurmancî de jî tê ravekirin.

Lewra bila hinek xwendevan dema ku dibînin ku ez dibêjim, ‘Ez kanim, ez zanim’ ji dewsa ‘Ez dizanim/dikanim’, bes mesajên gazinê bişî
nin ku ez çewt bi kar tînim, taybetîyeke wan heye, loma. Ev her du lêker (kanîn/karîn û zanîn) bi-, di– ûna– bi kar nahînin, taybetîya wan heye. Vê dawîyê hewl didin ku van pirtikan pê ve bikin, nêzîkbûneke ew çend purîst li vir ne pêwîst e. Heke van lêkeran kevneşopîyek pêk anîbin, ne pêwîst e ku em wan ji kirasê wan derxin.

Di Kurdîya nivîskî de hinek kes, vê yekê wek kêmasîyekê dibînin û wek ku ev form tunebe tev digerin, her tim ‘di-‘ bi serî ve dikin. Wek,

Ez dikanim/dikarim             Ez dizanim û hwd.

Lê belê dibe ku sedemeke vê bikarnehanîna ‘di-‘ hebe. Dibe ku têkilîya wê bi awayê ‘I can’, ‘Ich kann’ û hwd re hebe. Dibe ku orîjînal ‘Ez  kan  im’ û ‘Ez zan im’ be, ne wek ‘Ez dikanim’ û ‘Ez dizanim’. Lewra divê ev yek jî bê notkirin. Carinan, jêrqaydeyên qaydeyan hene. Bi rastî di warê kişandina lêkerên Kurdî de ne carinan, lê gelek caran jêrqayde û îstîsna hene, û mixabin em jê ne haydar in û hewl didin ku peyvan li ser hev ûtî bikin, da ku awarte xuya nebin, awartebûn bi me ‘beloq’ xuya dibe; ew jî ne rast e. Piranîya qaydeyan hem jêrqayde, hem jî îstîsnayên wan hene; divê gişt werin zelalkirin û tu tişt li qaydeyên sivik û mantiqê basît neyên girêdan (wek mijara îy, êy û iy, bixwînin). Lewra ziman ne tenê formalîzm e, ne jî tiştekî statîk û ji formulasyonan pêkhatî ye. Ew bi her awayê xwe, îfadekirina her awayê jîyanê ye, dînamîk e. Ne mijara çend qaydeyên hişk û basît e.

Hêvî dikim ku ev ‘hewldana analîzekê’ bi kêrî xwendevanan were.

 

——————————————————————————————————

Carekî din silav kekê Baran,

Hêvîdar im jîyan bi dilê te be. Ez bi standina maîla te pir şa bûm. Dixwazim bi rêya vê maîlê çend dîtinên xwe bi te re parve bikim. Ez jimêjve bi zimanê Kurmancî re mijûl im û wekî werger, fêrker, testvan di nav zimên da me. Her wiha karê min yê radyoyê de jî dîsa bi Kurmancî re dixebitim. Min berhemên gelek nivîskarên li ser zimên dîtine û xwendine lê dikanim bêjim ku pirtûka te ya Dersên Kurdî herî baş e. Dema ez li welat bûm, li ba min pirtûka Kurdî û Tirkî hebû, lê vê gavê ya Kurdî û Îngîlîzî heye û ez bi dilşadî wê yekê bikar tînim.

Di destpêkê de dixwazim bêjim ku li çend mijarên kêşebar yên zimên ez hevbîrê te me û wekî te difikrim. Ji wan, a yekê peyiva –kanîn– e. Dema nivîsîna nîvîsarên Kurdî de, jimêjve vê peyivê bikar tînim. Sedema min jî heman tiştan bû ku te jî di nivîsara xwe ya malpera xwe de zelal kirîye. Ez Îngîlîzî baş dizanim û gava li welat bûm, min salên dirêj ligel turîstên Alman û Holandî kar kirîbû û li wê derê bala min kişandibû ku ewana jî peyiveke nêzîkî –can– a Îngîlîzî –kann– bikar tînin. Gava di zimanê me de jî peyiveke bi –can– û –kann– peywendîdar ango –kanîn– habe, çima vê peyivê piştguh bikin? Min carna jî rexneyên xwendevanan distand ku çima bi xebitandina –kanîn– zimanê herêmî bikar tînim (niha jî carna distînim). Tenê tiştekê heye ku bînim bala te ku, di nav Kurmancîzaran de karanîna –kanîn– ji texmîna gelek kesan pirtir e. Hema hema tevahîya Kurdên êşîra Reşîyan (Reşvan) ku li Semsûr, Entab, Kîlîs, Bazarcix, Albîstan, Narli û navçeyên din yên Kurd li Mereşê, Efrîn û Herêma Çîyayê Kurmênc, Meletî, Ruha û her wiha li Enqerê, Konya, Kirşehîr û Kurdên din yên Anadolîya Navîn jî bi heman awayî, peyiva –kanîn– bikar tînin.

Li ser babeta ‘îy‘ û ‘iy‘, ‘êy‘ û ‘iy‘ de jî ez wekî te difikrim û wekî qeydeyeyeke ne hewce dibînim. Jiber ku ez bi Amerîkîyan re mijûl dibim, zelatir dibînim çawa ev yek  mejîya gelek şagirtan tevlihev dike. Ez gelek caran rastî wê yekê têm ku şagirt dibêjin, çima em dengê –î– wekî –i– dixwînin? Em li alîyekî dibêjin, Kurmancî fonetîk e û peyiv wekî ku tên nivîsên, têne lêv kirin, telafuz kirin, li alîyê din jî dibêjin, qaydeyeke pir girîng e û divê ‘îy‘ bibe ‘iy‘! Hem jibo parastina fonetîkbûna zimên û hem jî hêsan kirina fêrbûna zarok û bîyanîyan, divê î û ê her wekî xwe werine nivîsin. 

Xwendevanek    tevaya şîrove/pirs û bersivê li vir bixwînin

 

Nivîskar: Baran Rizgar, mamosteyê Kurdî Kurmancî, nivîskarê Ferhenga Kurdî-Îngilîzî, Îngilîzî-Kurdî; Dersên Kurdî – Uygulamali Kürtçe Dersleri; Dersên Kurdî-Learn KurdishJêgirtin: baranrizgar.co.cc 

Pirtûkên Baran Rizgar

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply