Têkilî ji Rêzikan Girîngtir in

Hînbûn bêyî têkiliyan pêk nayê. Di polê de rêzik girîng in, lê piştî çend salên mamostetiyê gellek ji me hîn dibin ku têkilî girîngtir in. Yek ji rêyên berfirehkirina têkiliyên me yên bi xwendekaran re jî, kêm be jî bi wan re parvekirina tiştekî derbarê xwe de û derfetdayîna parvekirina wan ya bi me re û ya di navbera xwe de ye.

Helbet girîng e ji roja yekem ve diyarkirina rêzikan, rûtînan û rêgezan bi hêmanên bingehîn, da ku xwendekarên we bizanibin bê ka çi li hêviya wan e. Em wek mamosteyan di heyamên ewil yên karên xwe de vêya hîn dibin: Di mijara bendewariyên polê de ji serî ve eşkere û hişkbûn, di mijara derbaskirina saleke çawa de cudahiya herî mezin pêk tîne.

Lêbelê piştî parvekirina rêzik û bendewariyan, hûn bo xwendekaran çawa li derbasbûna tiştên taybet û parvekirina çend agahiyan yên di derbarê xwe de dinêrin? Hûn dikarin agahiyan gelemperî jî parve bikin (wek kitekitên di derbarê malbata de, dibistanên ku hûn çûnê, karên ku berî mamostetiyê we dikir), lê di heman demê de hûn dikarin qala çend mijarên hestyar di derbarê jiyana xwe de jî bikin.

  • Di pêvajoya mezinbûnê de di kîjan mijara de we dijwarî kişandin? Nemaze di xwendekariyê de.
  • Hûn qedir didin çi?
  • Hûn ji çêkirina çi hez dikin?
  • Ger ku we bikaribûna, di derbarê dinyayê de we yê bixwestana çi biguherînin?
  • We bizanibûna ku dê bi kêr were we yê di jiyanê de çi rîsk bistendana?

Hûn bo parvekirina tiştên taybet çi dibêjin? Bo nimûne hin pirtûkên ku hûn di jiyanê de zêdetir ji wan hez dikin. Di 12 saliya xwe de pirtûka ku we zêdetirîn jê hez dikir kîjan bû? 16 an jî di temenê 20an de? Ji bo ku hûn nîşanî xwendekarên xwe bidin ji van pirtûkan bînin dibistanê. Anîna wêneyên ji jiyana xwe her tim eleqeyeke mezin dibîne.

Lêbelê ez ji bo çi parvekirineke bi vî awayî pêşniyaz dikim? Nîşandayina aliyê me yî mirovî bo xwendekaran, ne tenê “mamostebûn” mirovbûna me jî nîşan dide. Li gor çavdêrî û serpêhatiyên min, ji bo ku hûn ji aliyê xwendekarên ku xwe ve bên hez kirin aliyên xwe yên takekesî (herwiha xeydokî) nîşan bidin, car caran divê kîbûna xwe, hestên xwe, dijwariyên ku hûn dikişînin, hêviyên xwe, tiştên ku hûn qedir didin wan û xeyalên xwe derxin holê. Em ji xwendekarên xwe dixwazin ku nivîs, helbest an jî axaftinên di derbarê takekesiya xwe (herwiha xeydoktî) de binivîsinin. Em mamoste, wek endamekî civaka polê divê em jî heman tiştî nekin?

Xwendekarên ku Hev Baş Nas Dikin

Piştî ku we di derbarê xwe de hin agahî parvekirin ji bo kirina heman tiştî xwendekaran jî vexwînin. Gava ku we hin agahiyên takekesiya xwe da û bi eşkereyî tev geriyan hînga hûn ê vê bingehê amade bikin, ku ev ji bo we girîng e û dê bibînin ku hûn komeke ku tenê ji mamoste û xwendekaran pêk tê nînin, di heman demê de dê bibînin ku hûn civakeke mirovî ne.

Vaye ji bo xwendekar hev nas bikin û dest bi danîna têkiliyan bikin çend çalakiyên bikêrhatî:

Tiştên Baş: Ji xwendekaran bixwazin ku komên du kesî ava bikin ku ev kom di navbera xwe de bibin cot û bixwazin tiştên baş ên ku hatine serê wan an jî tiştekî baş ku bi çar çavan li bendê ne bi hev re parve bikin. Ne hewceye tiştek mezin be. Dibe bi qasî “me îro di malê de şeva pîzzayê çêkir,” jî hêsan be. Belkî xwişka xwendekarekî nû zewicî be yan jî hefta bê rojbûna yekê be. Her roj an jî her destpêka saeta dersê bi çalakiya “Tiştên Baş” dest pê bikin. Piştî ku xwendekaran bi rihetî dest bi parvekirinê kirin ji bo ku hûn pêwendiyên wan yên civakî bi hêztir bikin çalakiya xwe bi komên ku ji çar an jî pênc xwendekaran pêk tê, pêk bînin. Hûn jî parve bikin.

Tûrikê “Di Derbarê Min de Her Tişt” Biafirînin: Tûrikekî wek tûrikê xwarinê bidine her zarokî. Ji wan bixwazin ku derveyê tûrikê xwe, bi peyvên ku jê hez dikin an jî yên ku kesên dîtir di derbarê wan de bi hêsanî dibînin an jî bi wêneyan rû bikin. Ji wan bixwazin ku hindirê tûrik jî, bi tiştên ku di derbarê wan de bi hêsanî nayên dîtin an jî temsîlkirina tiştekî nenasbar an jî hin cûre objeyên ku tên sembolîzekirin bi cîh bikin (wek, pêlîstokeke xwe yan wêneyekî ku di dema lîstina futbol de hatiye girtin). Ku hûn ji xwe re jî yekê çêbikin, hûn di dema xwedanasîna xwe de dikarin parve bikin. Ev, dê ji wan re bibe modelek. Demê bidin wan ku bi hevalekî/ê re yan jî di hindirê komên piçûk de parve bikin.

Eynî Wek Min: Ev metoda afirandina koman ku çalakiyeke kevn lê bi bandor e, xwendekrên ku bi wan re xalên hevpar hene an jî xwendekarên dîtir yên ku taybetiyên wek hev parve dikin, peyda dike. Mamoste daxuyaniyekê dike û xwendekarên pêwendîdar radibin ser niga. Bo nimûne wek, “Xwarina ku ez pir jê hez dikim meqerna ye”, “Ji bo ku dibistan dest pê kiriye ez dilşad im” an jî “Piçûkê malbatê ez im”. Xwendekarên ku piştî daxuyaniyê radibin ser xwe berî ku rûnên ji wan bixwazin ku bi xwendekarên dîtir, yên ku bi wan re xalên hevpar hene qeyd bikin. (Vê çalakiyê, bi daxuyaniyên ku bêtir bi kûr ve diçin, di navbera çend rojan de an jî di rojên çawalêhato de bikin.)

Parvekirina Tiştên Taybet: Wek pirtûkên ku we di zaroktiya xwe de ji wan hez dikir hûn bînin polê, hûn dikarin ji xwendekaran jî bixwazin ku wêneyan, pirtûkan an jî wek xelatan û hin tiştên taybet bînin û wan yek bi yek, bi awayê komên piçûk an jî bi hemû polê re parve bikin.

Rapirsiya Agahiyê yên Xwendekar: Hûn dikarin li gor temenê xwendekaran û li gor mijarê hin cûre rapisiyan bikin. Ji bilî (wek, xwarin, stran, û beşeke sporê) pirsa tiştên ku xwendekar jê hez dikin, hûn dikarin wek pirsên bi vî awayî gellek pirsan biafirînin “Tu dikarî dibistanê bi çend peyvan pênase bikî?”, “Tu dikarî xwe bi çend peyvan pênase bikî?”, “Heya niha mamosteyê te yê/a herî baş kîjan bû û taybetiyên wî/ê yên herî girîng kîjan bûn?” “Bi mirovekî/e navdar re şansê te yî xwarinê hebûna te yê kî/ê hilbijarta?”, “Bo ku ez di polê de serkeftina te bi dest bixim wek mamosteyekî, tiştê girîngtir ku te yê ji min bixwesta çi bû?”. Ji xwendekaran bixwazin ku rapirsiyê biqedînin û ji bo ku hûn wan baş nas bikin wek mamosteyê wan daxuyaniyê bidin ku we ev rapirsî xwestiye. Berî ku hûn rapirsiya bidin hev ji xwendekaran bixwazin ku bersivek an du bersivên ku bixwazin bi kesên din re parve bikin hilbijêrin. Bo parvekirinê hêviya wan bisekinin da ku wek komên piçûk ji hev veqetin.

Têkiliyên samîmî ji bo hînbûnê girîng in. Ji bo parastina poleke ku baş bi rêve tê birin divê rêzik û rêgez bêne bi kar anîn. Lê ji bilî balkişandina kontrola we ya bênavber ya li ser xwendekaran, danîna têkiliyan û afirandina civatekê dê bike ku sala dibistanê ji bo her kesî baş derbas bibe ku ev, ji hêmanên herî hêja û misoger e.


Wergêr: Ahmed Subaşı

Sererastkirin: Harun Delikaya

Jêgirtin: perwerdia.wordpress.com

Çavkanî: http://www.egitimpedia.com/iliskiler-kurallardan-daha-onemlidir/

Derbar Çand Name

Check Also

Di 10 gavan de xepitîna LGSyê

Yek ji pirsên herî zêde ji mamosteyan ji hêla xwendekar û rahênerên perwerdehiyê yên bi …

Leave a Reply