Têgîn, Têgih, Têgihiş yan Têgîş

Min carê li ser rêgezên afirandina peyvan nivîsîbû. Yanê hin rêgez û bingehên peyvçêkirinê jî hene û ev ne karê her kesan e. Yekê, yan jî koma haya xwe ji van tunebe, tenê bingehê ziman xira dikin. Divê ev baş bê têgihîştin: Her zimanî di xwe de pergaleke xwerû afirandiye. Dema mirov li gor wê pergalê li ziman nenêre û neafirîne, zimanên biyanî bingeh bigire, mirov pergala ziman xirav dike. Ziman tevlihev dike. Mînakek piçûk: Zimanê kurdî ji bo peyv û têgînên derê vîn û daxwaziya mirov, tiştên ji hêza xwezayî tê; paşgîneke “nc” afirandiye, wekî nimûne “qolinc, tivanc, renc, xinc..”. Dema peyveke derê vê pergalê were çêkirin; mîna; “dozîn, ajo” vê pergalê xirav dike.

Em werin mijara xwe; hemû zimanan têgînên latînî wekî bingeh girtine, yan ew bê guhertin bikaranîne, yan jî li gor pergala zimanê xwe afirandine. Di latînî de ji bo tevahiyeke bi wate peyva “Terminus” tê bikaranî. Wateya wê ya bingehîn ev e; “xala sînor ya ku hatî destnîşankirin” Almanan ev terma taybet, ji peyva ku ji lêkera “begreifen” pêkhatî, çêkirine, ne ku paşgîna raderiyê avêtine û qurm girtine, ku wisa biba dê bigotana; “Begreif” ango ji peyva wê “Begriff” çêkirine. Ev ji taybetiya zimanê almanî tê.

Zimanê tirkî zimanekî çêkirî ye. Jiwê tirkan lêkera “kavramak” girtine, radêr “mak” bi tevahî neavêtine, tenê “ak” avêtine û jê re “Kavram” gotine. Hin kurdên me jî zimanê tirkî texlîtkirine û têgîhîn (têgîhîştin /têgîştin) girtina paşgîna radêrî “în” avêtine peyveke qirika mirovan parçe parçe dike afirandine û “têgih” gotine. Li gor vê hişmendiya tirkî mafê deverên ku lêkerên “têgîhîştin, têgîştin”ê bikartînin heye ku ew jî “têgîhîş” yan jî “têgîş” bikarbînin. Hadê ji we re tevlihevî. Yanê heke hin peyv, têgîn bi vê hişmendiya şaş were çêkirin ziman ji bin ve xirav dibe.

Me berê wê bikaranîna ku gewriya mirovan de difetise, li Ewropayê peyva “Têgîn” bikaranîbû. Ev peyv hem di warê pergal û hişmendiya zimanê kurdî de rast e, hem jî di warê estetikê de di cih de ye û qirika mirovan jî naêşîne.

Pergala ziman
Ji bo têgihîştinê em hinek pergala ziman vekin. Di kurdî de formên dublet yan jî kurt ên hin lêkeran hene, bi alîkariya van cûre cûre têgîn û peyv tên çêkirin.

Mînak:  têgîna “rojbûn” ji peyva “roj” û lêkera “bûyîn”ê pêktê. Ango di vir de forma kurt ya lêkera bûyînê “bûn” hatiye bikaranîn. Ev kom gelek in; sorbûn, sarbûn, derbûn, zerbûn, werbûn … Têgîna “Pevçûn” jî li ser heman bingehî hatiye afirandin, ango “bi + hev (pev) + forma kurt ya lêkera “çûyîn” (çûn) encam;  bi + hev +çûn = pevçûn. Têkçûn, berçûn…

Mînaka rasterast bi mijara me re têkildar peyva herî kevn “Xwezgînî” ye; ev têgîn ji lêkera “xwastin” û “gihîştin”ê pêk hatiye. Forma kurt, yan jî dubleta gîhîştinê “gîn” hatiye bikaranîn, ango bi kurtî: Xwez + gîn + î (paşgîna peyv û rengdêriye) = Xwezginî.

“Hevgîn /hevgînî” yanê gîhîştina hev du, di nava hev de kelijîn. “Xwedê we hevgîne!” bi gotineke din ev jî ji daçeka “hev” û lêkera “gihîştinê” (gîn) pêktê. Peyva “xemgîn” jî li ser vê bingehî pêkhatiye. Ango peyva “xem” + forma kurt ya lêkera  gihîştinê (gîn) = Xemgîn, Ev peyvana jî li ser vê bingehî pêkhatine: Rengîn, lezgîn, bangîn, gurgîn, zengîn, fêrgîn….

Li gelek deverên Kurdistanê ev lêkera gihîştin/gîştin/ gihîn, tenê wekî forma kurtî tê bikaranîn. Wekî mînak dibêjin: “Hele vî çenteyî bigine (bigihîjîne) wî, bila bi xwe re bibe.” dîsa gelek caran dibêjin: “Rica min ji te, vî xeberî (nûçeyî) bigîne wî.”  Hevokek din; “Carê hûn wî bigînin ber destê min, ez ê hal bikim.”

Li gor pergala ziman rastiya  “Term, Terminus” divê li gor têgihîştina kurdî bi forma kurt ya lêkera gihîştinê were çêkirin /afirandin. Me jî li Ewropayê li ser vê têgihîştinê ev peyv bikaranî. Ango “di + ê (paşgina tewangê) = “tê” + gîn (kurtbûna lêkera gihîştinê.) di + ê + gîn =Têgîn.

Çawa di mînakên jor de jî zelal e, di kurdî de mînakên vê pir in. Mirov nikane bi hişmendiya tirkî nêzîkê zimanê kurdî bibe, ku mirov bi wê hişmediyê nêzîk bibe, mirov pergala zimanê kurdî ji bin ve xirav dike. Di cihê rastiya ziman de tişteke din derdixe. Ziman dike zimanekî çêkirî.

Lê nizanim çawa bû, kê ev peyva li gor têgihîştina zimanê tirkî kire nava kurdî, ji gelek kesan wetrê têgîna rast ew e û wê bikartînin, lê hajî tunin ku pergala zimanê kurdî xirav dikin. Bi hêviya ji îro pê ve di cîhê “termînus” de tenê û tenê “Têgîn” were bikaranîn.

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ-Y.Özgür Politika

balani51@gmxl.de
14.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply