4-BERHEMÊN GELÊRÎ
( BERHEMÊN ANONÎM )
Berhemên ku di nav gel de hatine holê û nivîskar û xwedîyên wan kifş nîn in. Malê gel in. Qîymeta çanda civakekî bi hebûna berhemên anonîm tê wezinandin. Kurdî di vî alîyê de gelek dewlemend e ( gotinê peşîya, destan, çîrok, govend, stran…). Dewlemendîya berhemên anonîm, Kurdî li ser lingên xwe daye sekinandin û zindî hîştîye. Di çanda Kurdî de berhemên anonîm hatine parastin û bi piranî devkî ne. Berhemên anonîm bi sedan sala berê heta îro bi gelemperî devkî hatine guhêztin ( neqilkirin ) . Ji wî yekî meriv dikare bibêje “ bi alîkarîya berhemên gelerî Kurdî û Kurdewarî li ser lingên xwe maye ”.
Çîrok : Sîyabend û Xecê, Kger û Kulik, Mîrze Mihemed û Dêwê Sor…
Stran : Ax lê Weso, Lo Lo Miho, Bêrîvanê, Baran Barî, Xezal Xezal, Hoy Narê…
Gotinên peşîyan : Av bi bêjingê nayê civandin.
Bext nadim bi text.
Dûr bi nûre.
Xeta xwar ji gayê pîre.
Destan : Destana Qendilê Kal, Zembîlfiroş, Mîrê Hekarî, Xelef, Dimdim…
Govend : Gur û Pez, Şemamê, Şêxanî, Delilo…
GOTINÊN PÊŞÎYAN
Gotinên wek berhemên anonîm yên ku meriv pê dersek û nesîhetek bide û bigre. Xwediyê wan gotinan kifş nîn in û berhemên edebîyata devkî yên herî girîng in. Bi wateyên gelemper in û ji bo derseke û şîreteke werê dayîn tên karanîn. Gotinên gerdûnî ne û çiqas jî bêje cuda bin, lê wateyên wan wekhev in. Gotina “ Kerê mirî ji gur natirse. ” di her zimanî de bi bêjeyên cuda û bîyanî werên gotin jî di hemû zimanan de hemwate tê zanîn. Gotinên pêşîyan wek jêrîn meriv dikare dîyar bike.
- Bi gorî wate û sazîyê nayên guherandin.
- Hîs, raman, bawerî û çanda civakekî tînin ziman.
- Çi demî hatine ziman nayê zanîn û gotinbêjên wan nedîyar in, gelerîn in ( anonîm in ).
- Gotinên kurt û watedar in.
- Gotinên pêşîyan bi tehma zimanekî hevkar tên bikaranîn û bilêvkirin.
Çend mînakên ji bo Gotinên Pêşiyan;
- Agir berda kayê xwe da ber bayê.
- Bila hespê çê be bila bê nal be.
- Carna mirov ji yarê dîya xwere dibê yabo.
- Çêlikê mara bê jahr nabin.
- Dev dixwe rû fedî dike.
- Ez ezim tu tuyî.
- Fala qereçîya lihev diçe.
- Gur dikujin qijik dixwin.
- Hin dikin hin dixwin.
- Jin kelehe mêr girtîye.
- Kerê mirî ji gur natirse.
- Kalê bi kesî, pîrê bi nefsî her duyan hev pirsî.
- Lê kalîyê lê korîyê; mirin çêtire ji feqîrîyê.
- Mal li ser malê nabe.
- Navê gur derketîye; rovî dınya xera kirîye.
- Pîvaz, çi sor çi sipî.
- Qantir nazê xwê şîn nayê.
- Reng rengin, sor bi dengin.
- Serê du berana di dîzekîda nakele.
- Şahadê rovî terîya wîye.
- Tu çi têxî kewarê ewê bê xwarê.
- War ew ware lê bıhar ne ew bihare.
- Xeta xwar ji gayê pîre.
- Yek ta nabe du ta tê ranabe.
- Zor gêzerê radike.
WECIZE
Gotinên kin û pirwate ne û gotinbêjên wan kifş in. Gotinbêjên wecîzan, mirovên bi nav û deng û zanyar in. Bi wateyên xurt in û hîs, raman û distûran bi kurtayî tînin ziman.
Gulê baxê îremê Botanim,
Şebçiraxê şevên Kurdistanim.
Melayê Cizîrî
Ev meywe eger ne abîdare,
Kurmancîye ew qeder li kare.
Ehmedê Xanî
Şerma mezin ewe ku mirov zimanê xwe nizanibe.
Mir Celadet Elî Bedirxan
Were ! Tu kî dibî bibe dîsa were.
Mewlana
Xwedê bexçekî tijî çiçek,malekî tijî kîtêb tenê bide min.
Konfiçyûs
Aqil ji mirovan re dost, bêaqilî jî dijmine.
Hz.Elî
Pîrtî tenêtî ye.
Eflatun
Pênûs zimanê aqil e.
Cervantes
Yên li jêr ji ketinê natirsin.
Bunyan
Mirov çi bixwaze dikare bike.
Montaigne
Hêvî nîvê cesaretê ye.
Balzac
Ger ev netewe nîvî azad û nîvî jî dîl be, ew najî.
Lincoln
Yên ku sozên giran bidin, karên bi lez dikin.
J.J.Rousseau
Ger dinya vekirî û rohnî bûya, huner çênedibû.
Albert Camus
Yê ku peyayekî bipesinîne, mîna ku wî bifetisîne.
Hz. Emer
Ev mirin e, ne hukumdaran nas dike, ne jî
soyteriyan, hemûyan bi eynî îştahê dadiqurtîne.
Victor Hugo
Ne bi qehrê, bi ken mirovan bikuje.
Nietzsche
Heke hûn dixwazin ji xwe bawer bikin,
Di axaftinên xwe de behsa xwe nekin.
B.Paskal
Kî bêhnpak û rast be, ew bextîyar e.
Eflatun
Ji bo gihîştina gelekî sê tişt pêwîst in; dibistan,
dibistan, dîsa dibistan.
Tolstoy
Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm.
Seîdê Nursî yê Kurdî
BERHEMÊN KLASÎK
Berhemên her dem û zemanan de bi qimet û rûmet in. Kevneşop in û çiqas dem derbas bibe jî bi qedr û qîmet in. Di warên xwe de herdem wek nimûne û çavkanî tên dîyar kirin. Di wêje û çandê de gellek berhemên balkêş he ne lê belê ji ber ku mijar baş bê fêmkirin çend mînak li jêrîn hatine nivîsandin.
- Dîwana – Cîgerxwîn
- Mesnewîya – Mewlana
- Mem û Zîn – Ehmedê Xani
- Şêxê Sen’an – Feqîyê Teyran
- Dîwana – Melayê Cizîrî
- Belengaz – ( Les Miserables ) Victor Hugo
- Sûc û Ceza – Dostsyevski
- Şer û Aştî – Tolstoy
Nivîs a bidomê (4)
Nasır Kemaloğlu