2-ZIMANÊ DAYÎKÊ
“ Zimanê ku mirov bi taybetî ji dayîka xwe ( û civaka mirov tê de dijî ) dibîhîze û fêl dibe ” re “ zimanê dayîkê ” tê gotin. Zimanê dayîkê netew bi hevkarî bikar tînin. Kesayeta civakîya mirovan diafirîne û xala herî pewist ya çêbûna netewan e. Di dinyayê de her netewek bi zimanê ( bi taybetî bi zimanê dayîkê ) tê nasîn. Netew ji ber ku hebûna xwe bidomînin divê zimanê xweyê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bikarbînin.
ZIMANÊ NIVÎSANDINÊ
Vegotina ku meriv pê hîs û ramanên xwe bi tîp, kîte, bêje û wêneyan tîne ziman re “ nivîs ” tê gotin; ziman bi qeyde û rêzikan hat bikaranîn û bi nivîsê vegotin hat çêkirinê re jî “ zimanê nivîsandinê ” tê gotin. Di nivîsê de fikr û hîsên merivan bi komişaretên taybet tên neqil kirin. Zimanê Nîvîsandinê zimanê edebîyat û çandê ye. Nivîs bi rêzikên rêzimanan tê sazkirin. Li welatan de zimanê çandê û nivîsandinê, wek zimanê “ navenda çandê ” tê hesibandin. Pêwist e ku rewşenbîrên netewan zimanê nivîsandinê baş bizanibin, bikarbînin û qise bikin. Zimanê nivîsandinê navnîşana yekîtîya ziman e û karanîna wî hevkare ye. Ji bo parastina yekitîya zimanekî û fehmkirina wekhevî divê mirov zimanê nivîsê, pirtûkê, çandê û edebîyatê bikarbîne. Zimanê nivîsandinê de ji ber ku hevkarî û hevbeşî çê bibe zarava û devok nayên bikaranîn. Di xwendin û nivîsandinê de hevkareye û wek heve. Zimanê nivîsandinê re meriv dikare bibêje;
- Zimanê nivîsandinê hevkar e û tu cudayî tê de tune ye,
- Girêdayîyê şert û mercên rêzimanê ye û bi rêzik û qeyde ye,
- Bi serûber e ( bi plan e ) û şaşî tê de tune ye,
- Zimanê nivîsandinê wek zimanê qisedanê xwezayî nîn e; meriv dikare bibêje zimanê nivîsandinê çêkirî ye.
ZIMANÊ QISEDANÊ
Zimanê ku gel bi hev re pê qisedikin û dayîn û standina hîs û ramanên xwe dikin. Zimanê qîsedanê herem bi herem cudayî rava dike, qeyde û rezik tê de tune ye bi serbestî tê karanîn. Xwezayî ye û di nav gel de zimanekî rojaneye. Vegotina hîs, raman û daxwazên devkî “ qisedan ” ; vegotina bi tîp, kite û wêneyan re jî “ nivîs ” tê gotin. Zimanê qisedanê bi gelemperî bêrêzike û wek zarava, devok û cudayîyên deverî tê beşandin. Ji bo wî yekê Kurmancîya Wanê, Erziromê, Amedê …cuda cudaye. Wekhev nîn e.
QISEDAN
Vegotina devkî ya ku meriv pê hîs û ramanên xwe tîne ziman re “ qisedan û axaftin ” tê gotin. Qisedan taybetmendîyeke mirovatîyê ya rêya ragihandinêye. Meriv bi bêjeyan hîs û ramanên xwe tîne ziman. Bi van bêjeyan jî ziman tên çê kirin. Organên me yên pê deng çê dibin ( gerden, gewrî, dev, poz, diran, lêv…), bi hev re deng û kîteyan; bi vana jî bêje tên çê kirin û bi vî awayî qisedan tê holê. Ragihandina bi qisedanê wek jêrîn tê beşandin :
- Qisedana fermî ( qisedana bi yên dûr û mezinan re )
- Qisedana ne fermî ( qisedana bi yên hindik nêzik re )
- Qisedana dilgerm û samîmî ( qisedana bi yên pir nêzik re )
ZARAVA
Di zimanan de, cîyên ji hev dûr û fireh de, cudayîya qîsedanê û nivîsandinê ye. Beşên zimanan yên ku bi gorî sedemên heremî, dirokî û ramyarî ( sîyasî ) çêbûne. Di nav van beşan de cudayîyên sazîya hevokan, deng û bêjeyan gelekin. Sedemên çêbûna zaravayan ( diyalektan ) coxrafî û çandî ye. Hinek zimanzan bi şaşîyek mezin, zarava û diyalektan wek zimanên cuda pêşniyaz dikin. Zarava devlemendîya zimanan e. Her zaravayek bi rêzik û qeydeyên cuda û taybet tên bikaranîn. Penc zaravayên zimanê Kurdî he ne. Kurmancî, Loranî û Lorî, Soranî, Zazakî û Goranî.
DEVOK
Di nav zaravayan de beşên herêmî û cî bi cî cudayîyên axaftinê ne. Kurmancîya li Erziromê û Dîyarbekirê tê axaftin wek hev nîn e û cudayî tê de he ne. Zazakî li hêla Dîyarbekirê, Erziromê, Dêrsimê û lê cîyê dine cuda cuda tê qisedanê. Devok û şêwe wekî bi rêzik û qeydeyan pir dûrê hev nîn in. Sedemên devokan taybetmendîyên herêmî, civakî û gelêrî ne. Bi taybetî devokên zimanê Kurdî girêdayî herêman û êl û eşîrên Kurdan in. Devok wek zaravayan cudayîyên zêde rava nakin. Cudayî wek ji navê vî ( devok ) jî tê gihiştin, bi gorî qisedanê ye, ne bi gorî rêzimanê ye.
WATEYA FERHENGÊ ( WATEYA RASTÎN )
Wateya bêjeyan ya ku ferhengê de tê gotin û nivîsandin. Ji vî wateyê re « wateya rastî » jî tê gotin. Wateya rastî re meriv dikare “ wateya ku ji alîyên herkesî tê zanîn û ya herî rast ” bibêje.
- Daristan şewitî.
- Min firawîn xwar.
- Mal sar bû.
- Di şer de gelek birîndar bûn!
Nivîs a bidomê (2)
Nasır Kemaloğlu