Têgihên (Navlêkên) Ziman (1)

Xwendevanên hêja hetanê niha li ser Kurdî û Zaravayên Kurdî çend nivîs û gotarên min  di hinek rojname û kovaran de hatin weşandin. Ez dixwazim ji vir şûnda nîvîsa xwe ya ku bi navê “ Têgihên ( Navlêkên ) Ziman ” bi we re parve bikim û her wiha vê mijarê şîrove bikim.

Wek di hemû qadên teknîk û zanistîyê de di ziman û rêzimanan de jî têgihên taybetî he ne. Di vê xebat û berhemê de hemû bêjeyên ku têkildarên zanistîya ziman bin, hatine şîrovekirin. Lê belê di vê mijarê de, ji ber ku şîrovekirina hemû têgihan mijarek gellek berfireh e, ezê hinek têgihên rêzimanan yên taybet xal bi xal wiha tên binav û dîyar bikim.

  • RÊZİMAN
  • ZİMANÊ DAYÎKÊ
  • ZİMANÊ NİVÎSANDİNÊ
  • ZÎMANÊ QİSEDANÊ
  • QİSEDAN
  • ZARAVA
  • DEVOK
  • WATEYA FERHENGÊ ( Wateya Rastîn )
  • WATEYA PÊŞIBÎ ( Wateya Mecazî )                        
  • BİVÊJ
  • TÊGİH ( Navlêk )
  • ARGO ( Zimanê Kolanê )
  • BERHEMÊN GELERÎ ( Anonîm )
  • GOTİNÊN PEŞÎYAN
  • WECİZE
  • BERHEMÊN KLASÎK

RÊZİMAN

Rêziman, qeydeyên axaftin û nivîsandîna zimanan dide dîyarkirin û hînkirin. Rêziman rastnivîsandin û rastaxaftina zimanan bi rêz û rêzikan destnîşan dike û rêber û makezagona rastnivîsandin û rastaxaftina zimanan e. Ji bo her zimanî rêzimanek taybet he ye. Deng çawa tê holê, bêje çawa çê dibin, saziya hevokan çawa ye? Bersîva van hemû pirsan dide mirovan. Di qisedan û nivîsandinê de em ji dengan û tîpan kîte, ji kîteyan jî bêjeyan çê dikin. Bêje jî bi alîkarîya qertafan tên ber hevdu û hevok pê tên çê kirin. Rêziman rol û cîyê qertaf û bêjeyan di nav hevokan de dide diyar kirin. Ziman bi rêz û rêzikan qimetê digire. Rêz û rêzikên zimanan bi fermî û bi zorê nabe; bidemane  di qisedan û karanînê de bi xwe, xwezayî çê dibin. Zimannas bingeha ziman ji gel digirin û wek berdevkên gel  tiştên ku ji gel digirin  bi ser û ber dikin. Heft yekeyên ziman he ne:

  1. Deng
  2. Tîp
  3. Kîte
  4. Bêje
  5. Hevok
  6. Bend ( Paragraf )
  7. Nivîs

Zimanê nivîsê bê rêziman nabe. Wek zanistîyên dinê rêziman jî bi qadekî fireh, ji me re li ser ziman û yekeyên ziman rêberîyê dike. Rêziman bi heft beşan tê beşandin.

  1. Dengsazî  ( Fonétique ) : Zanistîya sazîya dengan e. Di  vî beşê de perçeyên zimanan yên herî piçuk tên  şîrove kirin. Alfabe û hemû dengên ku di axaftinê de derbas dibin, bûyerên dengan û guherandina dengan digre naveroka xwe.
  2. Dengzanî  ( Fonologie ): Zanistîya pêkhatina ( derketina ) dengan e.  Ev zanistîya hanê lêkolînê li ser cudayîya dengan bi gorî sazîya ziman çê dike. Dengzanî, bi yekeyên dengan yên ku zimanan de hene bilî dibe û li ser serûberîya yekeya dengan disekine.
  3. Hevoksazî  ( Syntaxe ) : Zanistîya çêkirin û bikaranîna hevokan e. Zaniyarîya sazî û rêzikên hevokan digire naveroka xwe.
  4. Bêjesazî û Formzanî ( Morfologie ) : Zanistîya çêkirina bêjeyan e. Ra ( kok ) û qertafên bêjeyan, sazî û fonksîyonên qertafan şîrove dike.
  5. Zanistîya Jêzaya Bêjeyan ( Etimologie ) : Zayîn û xwezayîya ra û bingehên bêjeyan destnîşan dike.
  6. Zanistîya Wateyê ( Sémantique ) : Di vî beşê de maneya perçeyên zimanan tên şîrove kirin. Têkilîyên wateyê di navbera bêjeyan de ( wateya rastî, wateya mecazî…) vedikolîne.
  7. Zanistîya Bikaranînê ( Pragmatique ) : Bi karanîna vegotinê û ziman ve bilî dibe. Her wiha li ser pirsgirêkên sosyolojîya ziman jî disekine.

Nivîs a bidomê (1)

Nasır Kemaloğlu

Têgihên (Navlêkên) Ziman (2)

Têgihên (Navlêkên) Ziman (3)

 

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply