Di encama lêkolîna li Emerîkayê de diyar bû ku ji bo tenduristiya dil divê mirov teqez taştê bixwe.
Li gor encamên lêkolînên ku di kovara ‘Circulationê’ de hatin weşandin, mirovên ku taştê naxwin barê giran dikeve ser laşê wan û qeyrana dil jî ji sedî 27 li ser wan zêde dibe.
Di çarçoveya lêkolînan de 16 salan li ser tenduristiya 27 hezar mirovên ku temenê wan di navbera 44 û 82 de ne, sekinîn. Di vê navberê de ji hezar û 500î zêdetir qeyranên dilî û têrnekirina dilî derketin pêşberî lêkolîneran.
Doktorê lêkolîner Leah Cahîll encamên lêkolîna xwe diyar kir. Li gor lêkolînan divê mirov sibehê piştî rabûnê di nav saetek de taştê bixwin.
Cahîll diyar kir ji ber ku êdî mirov taştê naxwin nexweşînên wek tansiyon, obezîte û diyabetê derdikevin holê, ev nexweşîn jî zirarê didin dil.