Tasika Zêra

Tasika Zera leyîstika di 2009’an de li Mêrdînê û di mîhrîcaneke navnetewî de li Stenbolê hatiye pêşandin dramatûrjî û derhênertiya leyîstikê Ubeydullah Olam kiribû. Tasika Zêra, leyîstika zaroka ne û ji du çîrokên gelerî pêk tê. Bi awayêkî muzîkal bi temeşavanan re hevûdû dîtibû.

Tasika Zera leyîstika di 2009’an de li Mêrdînê û di mîhrîcaneke navnetewî de li Stenbolê hatiye pêşandin, dramatûrjî û derhênertiya leyîstikê Ubeydullah Olam kiribû. Tasika Zêra, leyîstika zaroka ne û ji du çîrokên gelerî pêk tê. Bi awayêkî muzîkal bi temeşavanan re hevûdû dîtibû. Ji serê leyistikê heta dawiya leyîstikê muzîk qut nebibû. Tasika Zêra ji nûve wê li ser dikê be.

Şanoger û derhênerê leyîstikê Ubeydullah Olam ji BasNûçe’yê re axivî û ragihand ku ew ê ev leyîstik ji bo zarokê kurdan bê nûkirin û li Kurdistanê bê pêşandin. Olam wiha domand: “Dema min ev leyîstik amade kir bi mehan li muzîkê guhdarkir ku ez leyîstikê bi awayekî muzîkal sererast bikim. Tasika Zêra ji du çîrokên bi navê Tasika Zêra û Bav û sê law yên gelerî min berhevkir. Leyîstik bi 6 kesan ve hate leyîstin.” Olam di derbarê leyîstikê de amaje bi wê yekê kir ku Tasika Zêra di heman demê de di leyîstikê de navê jineke xweşik û bedew e û hemû çîrok di navbera hût û Tasika Zêra ji aliyê din ve jî di navbera dareke ku ji aliyê sê zilaman ve hatiye afirandin de derbas dibe.

Naveroka Tasika Zêra

Olam naveroka leyîstikê wiha vedibêje: “Tasika Zêra jineke xweşik û bedew e. Rojekê bi hevalên xwe gestekî li çiyê dikin, lê êvar zû bi zû li ser wan tê û êdî tarî dibe. Di tariyê de rêya xwe wenda dikin û nema dikarin vegerin mala xwe. Di tariyê de hûtê çiyê tê û Tasika Zêra direvîne li şikeftekê bicîh dike. Dem dibore û zarokên Tasika Zêra ji hûtê çiye çêdibe. Di wê navberê de birayên Tasika Zêra lê digerin lê wê nabînin heta ku piştî heft sala şivanek tê wê ji şikeftê rizgar dike.”

Beşa ‘Bav û sê law’

Derhêner Olam li ser dika duyem jî rave kir ku bav û sê law û apê wan hebûn, lê ji ber malê dinyê bavê sê lawa û birayê xwe li hevnakin û pirsgirêkan dijîn. Olam axaftina xwe wiha domand: “Birayê biçûk û sê lawê xwe ji gund bar dikin û ji bo bêhna xwe berdin li şikeftekê radiwestin. Bav ji lawên xwe dibêje ‘Yek ji we berevantiyê bikin hel dinyê ne diyar e divê em li xwe miqate bin’ û lawê ku necariyê dikir pêşî ew çû berevantiyê. Dibîne ku darek mîne jinekê bedew e zû bi zû diçe kêleka darê û wê bi hosteyî mîna peykerekî jîne darê ji nûve diafirîne. Piştî necar birayê durûnker dora berevantiyê digre û ew jî darê dibîne û jê re cil bergan didûrû. Dora berevantiyê tê birayê sêyêm, ew jî hozan e.  Dibîne ku darek mîna jinekê wek peykerekî û bi cil û bergan ew jî jê re li bilûrê dixe û ew dar bi giyan dibe. Ew dar an jî jin êdî zindî dibe û her yek dibêje ev jin ya min e û bi hev re şer dikin û leyîstik wiha diqede.” Olam di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku leyîstika Tasika Zêra li Mêrdîn û navçeyan, dûre li mîhrîcaneke navneteweyî ya li Stenbolê  hate pêşandin û ji gelek mîhrîcana jî vexwendname girt lê ji ber derfêtên kêm  beşdarî wan mîhrîcanan nebûne, lê aniha ji nûve ew ê bi navê Koma Şanoberg’ê leyîstikê û temaşevanan bigihîjîn in hevûdû.

basnuce.com

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply