Tarîtav

Ji gul û sosinan
Tev dengê ava çeman
Ji xweşwexta geşt û sêran
Û ji deşt û zozan
Tarîtav im

Ka şahiya zav û zêçan
Xwandina şalûl û bilbilan
Rastiya rêka gêrikan
Û ji rûkena azadiyê
Ya çerm û rû miz dide
Ji sirra sirûda
Tarîtav im

Bayê sibê
Hêviyên rengîn çikandine
Li sînga roj û tavê
Û li hêsrên şîn û reşan
Av û lehî rakirine
Ji ber kirine armanc
Rojek te bibînin
Şad û serfiraz
Belam tarîtav im
Xeyal li xetereyan
Şadî li şînê
Mirî dizên

Mustafa Rêzan-Çandname

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply