Tag Archives: Zîwer Îlhan

Adar, 2020

  • 21 Adar

    Ma Ez Ji Te Re Bibêjim çi?

    Piştî ku tu bûyî nêviyê wanqas zanyaran, te da dûv pêşengên dijminê zanyariya xwe, piştî ku te Qu’ran xitim kir te dev jê qeriya, li zarokatiyê man rojên tenî binimêj. Piştî ku te bawer kir te xwe ji rê derxist û ev cirm kire stûyê Xwedê. Navê malbata te seyîd e; lê tu niha ji Xwedê bawer nakî. Bavê te …

Rêbendan, 2020

  • 20 Rêbendan

    Zahidê Têkoşer

    Divê kesên ku dilê wan di dinyayê de tinebe, bibin serekên dinyayê. Kesên ku bi nefsê xwe re têkoşîn kiribin û karibine bi xwe divê bibin rêveber. Çi zêde be ne li bal zahidê têkoşer e. Du malên wî nînin, du erebên wî nînin, zêr, zîv û pereyên wî yên ku dane ser hev û di benqe an jî di …

  • 1 Rêbendan

    JI ALIYÊ ŞÊWEYÊ VE PÊNÇ MEWLÛDÊN KIRMANCKÎ (DIMILKÎ-ZAZAKÎ)

    ZÎWER ÎLHAN Weşanên Zanîngeh PÊŞGOTIN Di vî karî de me xwest ku li ser Mewlûdên Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) lêkolînê bikin. Li dawiya lêgerînê de me pênç mewlûdên Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) peyde kirin. Kevneşopiya mewlûdan, ji berê ve di Edebiyata Kurdî de ciheke giring girtiye. Mewlûdên Kurmancî dihatin naskirin; lê yên Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) pir nedihatin naskirin. Gelo ev mewlûdên Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) li gor …

Hezîran, 2019

  • 13 Hezîran

    e-Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî Derket

    Ji refên Weşanên Zanîngehê wek e-pirtûk Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî derket. Nivîskarê ferhengê ferhengnasê navdar Zîwer Îlhan e. Îlhan beriya niha jî di mijarên cuda de ferheng amade kiribûn û di nav hin komîsyonên ferhengan de cih girtibû. Nivîskarê ku li Zanîngeha Mêrdînê Mastira xwe li ser zimanê Kurdî kir xebatên xwe bi rêyeke akademîk û bi çavkanî  …

Gulan, 2019

  • 1 Gulan

    Aborîya Ku Nabore

    Peyasa serbest, xistine serê te û te jî ji wan bawer kiriye. Gotine kaniyên li ser erdê sinordar in; lê hewceyên mirovan bêsînor in û te jî qebûl kiriye. Dibêjin ku tu pereyên xwe gelekî çap bike wê bêqîmet bibin. Ku tu bi ya min bikî tu bi werîsê xelkê nekeve bîrê. Tu ji derveyî welêt bi zêdekirin krediyan tînî …

Sermawêz, 2018

  • 19 Sermawêz

    Xweşikî û Kirêtî

    Guncavî, denge, başî, ehlaq û tevgerên Îslamî, hevalên xweşikîyê ne. Neguncavî, tundirawî, nebaşî, bêehlaqî û tevgerên neîslamî jî hevalên kirêtiyê ne. Dil bi kê re be beden bi wê re ye. Dil li ber kê be, dilber ew e; lê dîlber jî hene, ew jî koleyê kirêtiyê ne. Xweşikî, tevgera li gorî xuliqandinê ye. Kirêtî, tevgerên ku ji xuliqandinê dûrketî …

Îlon, 2018

  • 28 Îlon

    Nema

    Modernîzma Kapîtalîst, hestên te mijand, xwîna teyî mirovî bi ya robotan guhert. Di başîyê de alîkarî, di tengasîyê de pêveçûyîn, di êşan de berketina te nema. Ne kes li te dipirse ne tu li kesekî dipirse. Kom û kuflet dev ji hertiştî qeriya û bû namzetê bajarvanîyê. Gundê bê rez konê bê pez, mirovê ku herdem bibêje ez û ez …

Tîrmeh, 2018

  • 27 Tîrmeh

    Li Ser Kirdkî û Kurmancî Xebateke Nû Derket

    Pirtûka lêkolîner Zîwer Îlhan ya di nav zaravayên Kurmancî û Zazakî de ‘GUHERÎNA DENGAN’ ji Weşanên Zaningehê wek e-pirtûk derket. Ji bo pirtûkê Berpisyar û Edîtorê Weşanên Zaningehê Dilazad ART wiha dibejê: ‘Ev lêkolîna mamoste Zîwer Îlhan ji bo têgihiştin û danaberheva du diyalektîkên Kurdî berhemeke pir hêja ye. Ev berhem bi tena serê xwe îspatkirina diyalektika Kirdkî ye ku …

  • 16 Tîrmeh

    Çanda Miriyan

    Ez xwediyê miriyan im. Ez wan dikirim û difiroşim, hayê wan jê nîne. Ez mîratxûrê mirîyan im. Çi entîqê ji wan mabe, ez difroşim. Nanê me jê derdikeve. Ez wateya hebûna xwe tê de dibînim. Erdê wan ji min re dimîne, mal û milkê wan ji min re maye. Ez derewînê miriyan im. Min tecrûbe û dîroka wan ji xwe …

  • 3 Tîrmeh

    Bûye

    Derdê te nayê gotin. Ne tu tê guhertin ne ez te diguherim. Êşa te nayê kişandin. Ne tu diedilî ne ez te diedilînim. Tu bûyî kewa dafikê. Durûtî bûye edet li ser axa te. Jana te bûye girêk û ketiye ser dilê min. Tu ji ku safî dibî ! dîroka te, bûye cirm ketiye stûyê min ! Ez diçim kîjan …