Tag Archives: Zîwer Îlhan

Nîsan, 2024

  • 24 Nîsan

    Mirina Çîrokê

    piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û bêderdor binivîsim lê xirxira gelê min ji devê min derdiket. Ku min jiyan ecibandiba min çîrok nedinivîsand Min çi dikir û ez mirim, tu bahsa wê bike ez mirîyê kê me, hûn wê bibêjin. berî muxrib ji qolincan, xwêdan di min re avêtin min jî …

Sibat, 2024

  • 4 Sibat

    Daxwaza Bawerîyê

    Daxwaza bawerîyê bi herkesi re heye lê ji bo vê daxwazê xefik zahf in. Xwedîyê wê daxwazê bi xwe jî dibe ku xapînok be dijminê te û xwe be. Bawerî, bi xwestinê ve girêdayî ye. Rastîya tişt, raman an jî hestan ne giring e; hesil xwestina dil e. Lewra dibe ku dil ji rastîyê jî hez neke. Durîstîya ahlaqê, ji …

Rêbendan, 2023

  • 6 Rêbendan

    Pirtûka “Henek Menek” Weşiya

    Pirtûka sêyemîn a nivîskar, akademisyen û mamoste Zîwer Îlhan bi navê “Henek Menek” ji alîyê 40 Kitap Yayınevi ve hate weşandin. Berhem, bi şêweya dram û komedi hatîye nivîsandin û ji şano û kurteşanoyan pêk tê. Şanoyên di berhemê de: Pênç Dahn Mahne, Xistexane, Mîrqendo, Zirfeqe, Têkoşîna Komelê. Kurteşanoyên di berhemê de: Azmûn, Xwazginî, Dikana Peyasê, Qandîla Bizikreşî, Şaşomaşo, Destê …

Cotmeh, 2022

  • 12 Cotmeh

    Mîratxûr

    Ez nanê edebiyata gelêrî dixwim. Ew kilam wêrgerê hestên min in. Bi xêra wan ez ya dilê xwe dibêjim. Dibe ku ew mêrên berê bi saya wan şerên berê vegerin nav me. Hingî ez bûme biyanîyê vî welatî, ez hêvîdar im ku bi wan dîlokan bême nav civatê. Weke zilaman çarmêrkî li nav we rûnim. Ez li we dihisînim, dibe …

Rêbendan, 2022

  • 27 Rêbendan

    Xelef

    Xwedê, hemû mirov bi xelîfetî şandine ser erdê. Dîrok, ji xelef û seleftîyê pêk tê. Yek jê cîhê xwe diterikîne diçe, yê din tê dikeve şûna wî/wê. Ji berê de rol hene. Kî ji xwe re çi diecibîne azad e. Kê çi rol ji xwe re eciband, ew dibe xelîfê yê berî xwe. Divê mirov an zarokatîya xwe bîne bîra xwe an jî dîroka rastî bixwîne da ku zanibe bê ketîya şûna kê.

Hezîran, 2021

  • 12 Hezîran

    Îcada Kerametê

    Ji qeysê ku ahlê rîwayetê hew dikarin zora ahlê aqil bibin, keramet îcat kirine. Kî ji xwe re xewneke ecêb bibîne, dibe xwedî keramet. Di nav ahlê terîqatê de çîroka kê fantastîk be, nîvmucîzeyên kê populer be, kî xwedî sir be, wî dişopînin. Kî xwediyê kerametê be ew ahlê Xwedê ye û ew tenê dikare Qur’anê tefsîr bike, ew tenê …

Tebax, 2021

  • 31 Tebax

    Ez dawa heqê xwe dikim!

    Ez dawa şehîdên xwenî Çanakkaleyê dikim. Kalikên min, ji bo ku hûn dewleteke ku bi Xwedê re şer bike, saz bikin we destek nekiribûn; ji bo dewleta umetê, ji bo bextiyariya millet, rahiştin çekên xwe û hatin alîkariya we. Weke niha agir bi kezeba diyên wê serdemê  neket. Lewra mirov bi derba dijmin naêşe. Ez tevlî keda Melazgirê dawa hebûna …

Hezîran, 2020

  • 8 Hezîran

    Çi hebe di kewarê ew tê xwarê

    Te xor dibînin, te kêm dibînin. Pihîna li te dixin, şiqaman li te dixin. Lewra ew xwe efendî dibînin û te jî kole! Lê ku te karê xwenî çandiniyê li welatê xwe kiriba kesî wilo li te nedikir.  Tuyê bi kêf û eşq kar bikira. Ji ber ku Her dar li darîstana xwe geş e. Ti kesî nikarîbû li te …

Îlon, 2020

  • 22 Îlon

    Misilmanê ku dijminê Xwedê be

    Divê hûn teslîm bibin ne Xwedê. Divê hûn dev ji vî şerê kedxwariyê biqerin ne rêhevalên Resûl. Dewletên qaşo misilman! Di lîsteya qrediya bizêdekirinê de, li pêşiya dewletên ne misilman xistine. Ango di rêzên pêşî de dewletên ku bi Xwedê û Resûlê wî re şer dikin bêtir misilman tê de dijin. Misilman bêtir bi Xwedê û Resûlê wî re şer …

Tîrmeh, 2020

  • 2 Tîrmeh

    Dînê Şipya û Zindî

    Ne ku Dînê me kêrî me nayê, em nahêlin ku Îslam kêrî me were. Kanî kengî me aboriya mîrasê xistiye jiyana xwe? Di kîjan serdemê de me parkirina ku Xwedê di Qur’anê de li me par kiriye daye hev? An em para mîrasê li gorî tore, orf û edetan nadin yên qels û jinan an jî em li ser mîrasê …