Tag Archives: Ziman

Tîrmeh, 2023

  • 3 Tîrmeh

    Siûd Kîkî: ”Zimanek nebe yê perwerdê, nikare bazara xwe çêke”

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Siûd Kîkî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Siûd Kîkî- Spas ji bo vî karê ku tu dikî. Helbet ji bo xebata te ya li ser zimanê kurdî jî… Ez di sala 1968an de li gundekî Qosera-Dunayser- Mêrdînê hatime dunyê. Mektebên seretayî, navendî û lîse li vî bajarî, …

Hezîran, 2023

  • 9 Hezîran

    Werger û zimanê inglîzî, dermanê me ne!

    Wergera ji zimanên din bo kurdî dermanê me “Kurdan” e, dermanê rewşa me ya ku niha em tê re derbas dibin ku gelek miletên din ên ku çavên wan li avakirina birêveberî û dewletan bûn, di evê rewşê re derbas bûne “qonaxa avakirinê, qonaxa destpêkirinê”, gava wan a pêşîn “werger” bû. Mînak, bi giranîya pirtûkan zêr didan wergêran di serdema …

Gulan, 2023

  • 26 Gulan

    Li ser devoka Xerzan çend xeşîye

    Bi min, taybetîyên devoka Xerzan ên sereke bi giranî li ser sê xalan pêk hatiye: 1 – Ji alîyê fonetîk(dengzanî)ê ve xwedîyê taybetmendîyeka resen e. Hincar hûn ê bibêjin fonetîk çi ye? Fonetîk ilmê deng e. Yanê mesela gava em kurdekî ji Erzeromê û yek jî jo Botanê bînin ba hev û xeber bidin, em ê bibînin ku Kurmancîya wan …

  • 23 Gulan

    Pirtûka Zimanê Min – 4

    “Zimanê Min 4”, 2 pirtûkên perwerdene: tekst û xebat Ji bo polên 8-9 û lîseyê ne. Naverokê de ziman, kultur, edebîyat, dîrok, erdnîgarî (cografya), civak, teknîk û hwd.

  • 10 Gulan

    Zarok di YouTubeyê de çawa kanin ziman hîn bibin?

    YouTube dikare bibe çavkaniyek mezin ji bo ku zarok zimanê xwe yê kurdî (kurmancî/zazakî) pêşve bibin. Li vir çend tişt hene ku zarok dikarin li ser YouTubeyê bikin da ku zimanê xwe yê kurdî (kurmancî/zazakî) pêşde bibin: Li stranên zarokan bi kurdî (kurmancî/zazakî) guhdarî bikin: Hûn dikarin li ser YouTubeyê gelek stranên zarokan ên kurdî bibînin. Stranên ku alîkariya fêrbûna …

Nîsan, 2023

  • 29 Nîsan

    Rewşenbîrê Pirrziman

    Meriv dikare bêje ku ji sedî nodê rewşenbîrên Kurd “pirrziman” in ango pirrê wan qaşo di jiyana xwe ya civakî de Kurdî û di nivîsên xwe de jî zimanê serdestên xwe bikartînin. Lê cardin jî ew xwe weke rewşenbîrên “Kurd” binav dikin. Hin kes jî mîna bazirganan dibêjin “ma kes li Kurdî guhdar nake”, “kes bi kurdî naxwîne” û hincetên …

  • 21 Nîsan

    Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide

    Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” -ku Socin ev peyv ji Tor û Botan berhev kiribû- wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide. Bi ya min xelet e. Li vir wî serrişteyek jî daye me ku erebîya vî teyrî ZURUQ e. زرقة zurqe(t) bi erebî “rengê şîn” e. Wek ku têkilîyek heye di navbera navê teyr û rengî de. Daneyên ji farisî, vê qinyata …

  • 14 Nîsan

    Danasîna Zaravayên Kurdî

    Zimanê kurdî ji bilî welatên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya Kurdistanê tê bikaranîn. Zimanê kurdî ji gelek zaravayan pêk tê. Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin: Kurmancî Lorî Kelhûrî Goranî Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) …

  • 11 Nîsan

    Peyva Ba-

    BA: Hewayê ku dilive. (Duh bayekî sar dihat). Ba + v = bav. Ba + r = bar. Ba + c = bac. Ba + ş = baş. Ba + x = bax. Ba + z = baz. Ba + n = ban. Hin hevok ji berhemên min ên wêjeyî: – Bav ba ye, dayîk talde ye. – Barê ku …

  • 8 Nîsan

    Îxanet an xîyanet?

    Bilêvkirina #kurdî “xîyanet” e û bilêvkirina #tirkî “îxanet” e. Kurdên rojavayê Kurdistanê dibêjin, “xîyanet”, tenê niha di bin bandora Kurdên bakurê Kurdistanê de “hin kes” dibêjin, “îxanet”. Peyv bi xwe erebî ye. Tirkan peyv ji gelek zimanan birine û bandora zimanê tirkî li wan peyvan hatiye kirin. Ji wan jî peyva “şkence” ku peyveke îranî ye, di tirkî de bûye …