Nivîskar û rewşenbîrên Kurd hertim di berhemên xwe de cihekî berçav dane mijara zimanê kurdî û girîngiya ziman bi bîr anîne. Ziman nasname û hebûna miletan e. Bêguman kevneşopî, serpêhatî, çand û dîroka netewan bi ziman hatine parastin. Her gel û miletek xwedî zimanekî taybet e ku bi rêya wî hem taybetmendiya xwe diparêze û hem jî xewn û hêviyên …
Sibat, 2017
-
23 Sibat
Tenê 3 kes ji bo mamostatiya kurdî hatine tayînkirin
Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ji bo mamostatiya zimanên din 4 hezar û 102 mamoste destnîşan kir. Di nav van de tenê 3 kes ji bo kurdî hatine terxan kirin. Li gor daxuyaniya wezaretê, serlêdanên mamostetiyê yên beşa ziman yên 2017an de, di nav 4 hezar û 102 mamosteyan de, 2 mamostatî ji bo beşa kurmancî û yek jî ji bo mamostetîya …
-
11 Sibat
Hin navên Ajalan
Türkçe Kurdî/Kürtçe Aslan Şêr(erkek),Şepal(dişi) Kaplan Piling Kartal Eylo Fil Fîl(erkek),Diranfîl(dişi) Koyun Mî(Dişi),Beran(erkek),Berx(Kuzu) Sığır Çêlek(dişi),Ganêr,Boxe(hadım edilmeyen erkek ),Ga(Hadım edilen erkek),Golik(dana) Keçi Bizin(dişi),Gîsk(erkek),Kar,Karik(oğlak) Manda Madek(dişi),Gamêş(erkek),sak(malak) Deve: Arvane(Dişi),Lok(erkek) Tavuk Mirîşk Ördek werdek Kaz Qaz Hindi Elok,Culiq Karga: Qijak Baykuş Bûm, kund Yarasa Şevşevik,Balçûmok Timsah Cirnîs, Kertenkele Marmêlke,margîsk Yılan Mar Kuş Çûk, ,Teyr Kırlangıç Hechecik, hecîreşk Şahin: Baz, Teyrê baz Atmaca: Başok Tilki Rovi …
Rêbendan, 2017
-
24 Rêbendan
Deryaya Bakur
Deryaya Bakur deryayeke li bakura Ewropayê dikeve û yek ji navçeyên Okyanûsa Atlantîk e. Ew navbera li rojhelat Norwêc û Danîmarka, li rojava Skotland û Îngiltere, li başûr jî Elmanya, Holand, Belgiya û Fransayê de ye. Skagerrak Deryaya Bakur digêhî ne Deryaya Baltik. Li başûr Deryaya Bakur wek Lamanş tê navandin. Sînorên Deryaya Bakur li Skagerrak wek navbera Lindesnes li …
-
16 Rêbendan
Rûsî fêrî zimanê Kurdî dibin
Zanîngeha Mosko ya Hikûmî ya zimanan, yek ji zanîngehên bi navûdeng ên Rûsyayê ye ku piraniya zimanên biyanî lê tê xwendin, bo yekem car jî û li ser astê Rûsya, zanîngehê xwe kir pêşeng û beşê xwendina zimanê Kurdî vekir. Niha 12 xwendekarên Rûsî û netewên din bo bidestxistina bawernameyên “Baccalaureus” 3 mehan dixwînin. Beşek ji wan xwendekaran ji komarên …
-
11 Rêbendan
Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî / Maruf Yilmaz
21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye. Di sala 1952an de xwendekarên Unîversîteta Dhakayê ji bo fermîbûna zimanê dayîkê dest bi xwepênîşandanekê kirin. Di vê xwepênîşandana pêşîn de sê-çar xwendekar hatin kuştin. Du roj piştre heft xwendekaran jî çalakvan tên kuştin. Bi vê bûyerê re xelq nerazîbûna xwe nîşan dide û protesto dest pê dikin. Zimanê dayikê, “beden û …
-
6 Rêbendan
Destêwerdanek Li Ser Du Peyvan: “Pêşeroj” û “Paşeroj”
Ziman wekî ew binedarê ye ya ku berî dide. Gelek cureyên axê hene û rehên darê di nav kîjan axê de be, dar jî heman reng û quwetê werdigire. Ciyê ku gelek mîneral lê hebin û ax nerm be, rehên darê xwe pitir belav dikin û dar jî goreyî hindê, quwet dikeve û mezin dibe. Paşî jî berê xwe dide. …
Hezîran, 2016
-
31 Hezîran
Ziman nasname ye
Ziman alavê aktîfkirina civakî yê sereke li nik mirovan e. Herwiha ziman engazê afirandina mirovan e. Di hemû babetên jiyanê yên raman û ramandinê de, kovik û kodika ku hemû çalakî û berhemên hunerî, toreyî, civakî, felsefî, zanistî, hîndekarî, afirandinî, bi hemû rûyên xwe ve kom dike ziman e. Ji vê yekê ziman bûye hilgirê hemû plan û nêrînên civakî …
-
29 Hezîran
Neteweya bê ziman, neteweyeke bê dil e
Ziman nasname û hebûna miletan e. Her gel û miletek xwedî zimanekî taybet e ku bi rêya wî hem taybetmendiya xwe diparêze û hem jî xewn û hêviyên xwe tîne ziman. Zimanê kurdî jî ku zimanekî resen û kevin e, heta niha li ber xwe daye û maye, berovajî gelek zimanên din ku winda bûne û nemane. Nivîskar û helbestvanên …
-
17 Hezîran
Ziman û Mirov
Du wateyên zimên hene. Wateya wê ya pêşîn, lebat e. Ango di devê me de bi kêrî standina tehmê tê. Wateya zimên a duyemîn jî di nava mirovan de ragihandinê pêk tîne. Mijara me li ser wateya ragihandinê ye yan jî pergala axaftin û nivîsandinê ye. Navgîna ragihanê ya herî girînk ziman e. Ji bo mirovan ziman gelekî girînk e. …