Tag Archives: Xweda

Nîsan, 2024

  • 4 Nîsan

    Gotina Xweş Keviran Nerm Dike

    Xwedayê mezin û Kerîm di Qurana xwe yê Hekîm de ferman kiriye gotiye: “وَقُولُوا لِلنَّاسِ حُسْنًا” “Ji însanan re peyva xweş bêjin…” (Sûretê Beqere:83) Ronahiya çava Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselat û Wesselam kerem kiriye gotiye: “وَالكَلِماة الطَّيِّبَةُ صَدَقَةٌ” “Peyva qenc sedeqe ye.”(Muttefeqûn ‘Eleyh) pêşiyên me jî gotine:“Gotina xweş kevira nerm dike.” Belê, me’lûme ku temamê mirov û însanan ji nesla Adem …

Adar, 2024

  • 27 Adar

    Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî-2

    Hinek mutefekkirên berê dibejin: “Ziman fikr e, o fikr ziman e”. Farabî dibêje: “Însan ji kelima dighê fikr û di fikir de kelimeyên nû çêdike.” Yani fikr, ji ziman çêdibe û ziman jî ji fikir çêdibe. Xeberdanên li ser rastbûn û nerastbûna vê fikra hanê pir dirêj in. Le belê em bi tefekkureke di rû de jî (yuzeysel) fêm dikin …

Tebax, 2023

  • 4 Tebax

    Xutbe: Daxwaziya Razîbûna Xuda

    قُلْ أَؤُنَبِّئُكُمْ بِخَيْرٍ مِنْ ذَلِكُمْ لِلَّذِينَ اتَّقَوْا عِنْدَ رَبِّهِمْ جَنَّاتٌ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا وَأَزْوَاجٌ مُطَهَّرَةٌ وَرِضْوَانٌ مِنَ اللَّهِ وَاللَّهُ بَصِيرٌ بِالْعِبَادِ (15) آل عمران                                                              Bawermendên birûmet! Bêguman ev dinya ku me xwe bi her du destan pê girti, fanî ye. Û ev der encax cihê îmtihanê ye. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha ferman dike: …

Sibat, 2022

  • 22 Sibat

    Xweda (c.c.)

    (Ji bo zarokan) Navê Xudê Ezîz e Zikrê wî pir lezîz e   Navê Xudê Rehîm e Yê nas neke xeşîm e   Ew e Rebbê mirovan Jê hez ke, nebe juvan!   Resûl ji me re rêkir Navê Muhemed lêkir   Hem selam û hem selat Bo wî ez dikim xelat   Ez ji wî pir hez dikim Bo …

Hezîran, 2021

  • 12 Hezîran

    “Ya ji bo Xwedê Min Zikir Bikira”

    Demekê pirr berê şivaneke ciwan ji hevalê xwe re derdê xwe digot: – Derdê min pirr giran e, heval. Ez ketime evîneke xedar û kûr. Heval: – Tu evîndarê kê bûyî? – Ez bûme evîndarê keça Padîşa – Ev pirsgirêkeke mezin e. Li nêzê vê gundê derwêşek heye, em herin cem wî. Tê gotin ku dermanê her derdî li cem …

Nîsan, 2021

  • 16 Nîsan

    ÎBADETA MIROV!

    İbadetên mirovan çaxê gorî riza û pîvanê Xwedê bin, bi nirx dibin û mirovan bi rûmet dikin. Mirov bi pirbûna ibadetên wan ve nayên ecêbandin û nirxandin. Xwedê (cc) weha ferman dike: “Beje: Ehlê kitêbno! Hetani hûn Tewratê, încîlê û tiştê ji bal Xwedayê we ji bo we hatiye daxistin (Quran) tetbiq nekin hûn li ser tu tiştî nîn in.” …

Adar, 2021

  • 19 Adar

    Qur’an çi ye, Tarîfa wê Çawa ye?

    Qur’an tercumeyeke ezelî ya vê kîtaba mezin ya kaînatê ye; îfadeya ebedî ya zimanên cihê ye ku nîşanên hebûna Xwedê dixwînin. Şîrovekera alema xeybê û alema şehadetê ye; keşifkera xezîneya erd û ezman ya manewî ye ku navên Xwedê yên veşartî tê de ne; mifteya heqîqetên zincîra rûdanên alemê ye, wan çareser dike. Li vê alema şehadetê zimanê alema xeybê …

Sibat, 2021

  • 12 Sibat

    NAVÊ “ELAH” BI KURDÎ NE TENÊ “XWEDA” YE

    Baweriya Kurdan piştî ku bi yekxwedayî çêbûye, vîn û daxwaza ayinî jî bi wan re çêbûye. Kurd çendî ku ji “ELAH”î re dibêjin XWEDA, lê di serê pêşî de bêje ne tenê ev bûye. Eger tenê nav XWEDA be û eger ji peyvika XWE û DAyînê afiribe, tê wateya berî ku xwe dabe, hêzeke wisan li holê nebûye. Ya duyem …

  • 3 Sibat

    XEBATÊN WERGERA RÎSALEYÊN NÛR JI DO HETA ÎRO

    XEBATÊN WERGERA RÎSALEYÊN NÛR JI DO HETA ÎRO[1]   Me divê, di vê gotrarê de çavê xwe li serguzeşta xebatên wergera Rîsaleyên Nûr bigerînin, wergerên çapbûyî yên rîsaleyan wekî lîste raxin ber çavan, ber û bereketa karê wergerê û çi weşanxane çi wergêr hilgirên vî karûbarê hêja û pirxwedî lê neqedîyayî nîşan bidin. Gotara me tevî ku bi taybetî li …

Sermawêz, 2017

  • 13 Sermawêz

    Hezjêkirina ji boyî Xuda

      أَلَا إِنَّ أَوْلِيَاءَ اللَّهِ لَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ (62)  يونس                                                       Bawermendên birûmet! Dînê Îslamê, dînê hezjêkirinê ye. Şertê misilmaniyê bawerî ye û bingeha baweriyê jî hezjêkirin e. Yek ji wan exlaqên qenc hezjêkirin e. Hezjêkirina ji bo Xuda Teala ji ber ku bingeha wê  ne li ser sûd û menfe’tê ye gelekî girîng e. Lewre serkaniya wê …