Bacik navê cûreyekî îsotan e ku navê xwarinê jê tê. Lêbelê ev xwarin ji qelandina zebzeyan tê çêkirin. Li seranserê herêmê, di demsala havîn û payîzê de bacan, kundir, firingî û îsotan di rûn de sor dikin û wekî xwarinên danan tînin ser sifreyê. Gava van zebzeyan ter û demsalî bêyî firingî sor dikin, sîr û mast lê dikin, wê …
Nîsan, 2016
-
15 Nîsan
Xwarina Tîkegoşta Golikê Bi Gizêrê
Tîkegoşta golikê bi gizêrê, xwarinek ji pêjgeha kurd e. Bo kesên parêzê digirin jî baş e. Helbet ji goştê berxê jî dibe lê aşpêj pirranî bi goştê golikê çêdikin. Di pêjgeha kurd de, gizêr cihekê taybet digire. Di gelek hêyavkan de, xwarinên quşxaneyê, selete û şorbeyan de gizêr tê bikaranîn. Gizêr di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, herwiha navdar e. …
-
13 Nîsan
Xwarin Çawa Bê Amade Kirin?
Xwarinên ku bi destên qirêj û li cihên qirêj hatine amade kirin, ên ku bi ava qirêj hatine şûştin û di nav firaqên qirêj de hatine veşartin, dibin sedema nexweşiyên ku ji pîsîtiya ajal û insanan derbasî miravan dibe. Beriya amadekirina xwarinê û beriya û piştî xwarinê divê dest bên şûştin. Fêkî û sebzeyan divê bi ava paqij baş bên …
-
11 Nîsan
Kereng Nasbikin
Kereng nebateke bi kelem (strî) e. Di destpêka biharê de li çolan û bedenan xwe bi xwe li cihên axsist şîn dibe. Belgên wê kesk û hinekî bi pûrt in. Bejna wê bi tîrane bi qasî 40 – 60 cm bilind dibe. Navtenga wê singane û zer e. Çiq û şaxên wê ji navtengê berjortir vedibin û bi striyan dorpêç …
-
2 Nîsan
Tirşik
Tirşik navê komekê xwarinên pêjgeha kurd e. Gelek cureyên wê hene û mirov dikare bêje, kurdan ji ber ku hinekê tirş e, gelek xwarin wekî tirşik binavkirine. Naverok 1 Cureyên tirşikê yên navdar 2 Tirşika Botanê 3 Tirşika tirşoyê 4 Tirşika Amedê 5 Tirşika Gurgumê 6 Tirşikê bixwin lê nebin “tirşikçî” Cureyên tirşikê yên navdar Mixabin lêkolîneke zanistî li ser …
Adar, 2016
-
31 Adar
Tirşika Fasûlî yê Spî
Tirşika loviya spî, lololovî, hêyavka fasûliya spî cure hêyavkek ji koma xwarinên quşxaneyê ye. Di pêjgeha kurd, ermenî, romî (tirk), Îran, gurcî û ereban de gelek cureyên wê tên zanîn û xwarin. Ji loviyê re lobî, lowî, fasûlî jî dibêjin. Lovî him bi hêşînî tê bikaranîn, him jî loviya spî ji dan û dûyê ye. Lololovî Ev ne nav e …
-
17 Adar
Xwarina Xavît
Xavît, xaşîla lazûtê, helîseya Îdirê ya lazûtê cureyeke helîseyê (lape, xaşîl) ye. Kurd, gurcî, laz, yewnan û gelên din ên cîran dizanin û dixwin. Helîseya Îdirê herwiha xwarineke azeriyan e, li Azerbaycanê jê re quymak dibêjin. Ermenî jî ji lazûtê gelek helîseyan çêdikin. Romî (tirk) jê re kuymak dibêjin û li parêzgehên Samsun, Trabzon, Giresun, Rize, Ordu û Artvinê pirr …
-
2 Adar
Edeba Xwarinê
Di amadekirina sofrê de alî bike Beriya xwarinê û piştî xwarinê destên xwe bişo Beriya mezinên xwe li sofrê rûnene Bismîllah bibêje û ji ber ku Xwedê nîmet daye me em şikir bikin Bi destê rastê xwarina xwe bixwe Pariyê devê xwe daqurtîne, pişt wê dest bi pariyê din bike. Pariyên xwe mezin negre û pariyan li gor devê …
-
1 Adar
Xaşxaş Kebab
Biraşka xaşxaşî, xaşxaş kebab, kebaba Rihayê navê biraşkek (kebab) ji pêjgeha kurd e. Li parêzgeha Rihayê navdar bûye lê li gelek deverên Kurdistanê tê xwarin. Berkelî (bo kesekê) 150-200 gr goştê bêbez ê berxê Nivê îsoteke sor 1 firing (tomatos) 2 îsotên dirêj Xwê Îsota reş Bo piyazê pîvaza teze, îsota sor, bexdenûs, simaq Amadekirin Goştê li makîneyê bixin û …
Sibat, 2016
-
23 Sibat
Xwarina Xaşîla Gûlikê
Xaşîla gûlikê xwarineke ji gûlikê ye. Cureyek xaşîlê ya pêjgeha kurd e. Pirranî biharê tê xwarin, lewra gûlik biharê hêşîn dibe, temenê wê gelek kurt e, paşê qert dibe, nayê xwarin. Ji gûlikê gelek xwarin tên çêkirin. Bi belekiyên berfê re, gûlik jî gupik vedidin, di nava 15-20 rojan de gûlik tê berhevkirin. “Temenê te bi temenê gûlikê be” Di …