Tag Archives: Xwarin

Tîrmeh, 2016

  • 15 Tîrmeh

    Kutilkên Bi Kuncî

    MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 6 kesan *Kuncî: 3 qedehên avê *Hûrikê savar: 3 qedehên avê *Danhêrk: 2 qedehên avê *Pîvaz: 5 serî *Rûnê nivîşk: 3 kevçiyên xwarinê *Xwê: Têra xwarinê * Îsota reş: Kevçiyekî çayê * Îsota pûlikî: Nîv kevçî *Av: Têra xwarinê ÇÊKIRINA KUTILKÊN BI KUNCÎ Sinika dan û savarê bixin leganekê, hinek xwê bikinê, şil bikin bila demekê …

  • 14 Tîrmeh

    Babaqinûc

    MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 6 kesan *Balîcan: 2 kîlo *Rûnê nivîşk: 2 kevçiyên xwarinê *Sîr: 5 dendik *Goştê hûrkirî: 200 gr *Îsota sor: Kevçiyekî çay *Xwê: Têra xwarinê ÇÊKIRINA BABAQINÛÇÊ Balîcanên xwe li ser agirê pereng bibirêjin, biqeşêrin, bişon, avê jê hilînin, hûr bikin bila amade bin. Sîrên xwe sipî kin, bikutin, bixin derdanekê bila bimînin. Balîcanên xwe yê …

  • 6 Tîrmeh

    Qedeyîfa Badayî

    MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Ardê genim (ê beqlewayî ): Kîloyek *Rûnê nivîşk: 300 gr *Dims (ê tirî): 4 kevçiyê xwarinê *Kakilên gûzan: 300 gr *Şekirê hûr: 1,5 kg *Av: 1,5 lt ÇÊKIRINA QEDAYÎFA BADAYÎ Ardê xwe bixin derdanekê, ava wê berdin serê û tev bidin. Bila sincûra hevîrê we hinekî ji yê şîr tîrtir be. Hevîrê xwe …

  • 2 Tîrmeh

    Guweç

    MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 6 kesan *Goştê berxan (ên bihestî): Kîloyek *Firingî: Kîloyek *Îsotên hêşîn (ên tûjikî):  10 heb *Balîcan: 2 heb *Rûnê nivîşk: 2 kevçiyê xwarinê *Salçeya firingiyan: Kevçiyekî xwarinê *Sîr: Seriyek *Xwê û av: Têra xwarinê ÇÊKIRINA GUWECÊ Zebzeyan pir baş bişon. Firingiyên xwe di derdanekê de hûr bikin. Balîcanên xwe bikin kabik, bişon û dawerivînin. Îsotên …

Hezîran, 2016

  • 29 Hezîran

    Ji bo xurtkirina mêjiyê 7 xwarin

    Di kovareke zanistî de 7 xûrekên ku mêjiyê xûrt dike hate weşandin. Li gor lêkolînê xwarinên ku mêjiyê bihêz dikin ewin; 1)- Soya: Hişa mirov bihêz dike. 2)- Hêk: ku depoya vîtamîna D ye rê li xwe nû kirina şane (hucre) yan vedike.   3)- Tûfrengî (Çîlek): Fonksiyonên mêjiyê ku bi pîr bûnê lawaz dibin, xûrt dike. 4)- Xirpûk (Yulaf): …

  • 27 Hezîran

    Mirîşka Heşandî

    MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 8 kesan *Mirîşk: Hebek *Birinc:  2 qedehên avê *Parçegoştê sor: 200 gr *Rûnê malê: 4 kevçiyê xwarinê *Rihan: Nîv kevçî *Îsota pûlikî: Nîv kevçî *Îsota reş: Kevçiyekî çayê *Xwê û av: Têra xwarinê ÇÊKIRINA MIRÎŞKA HEŞANDÎ Mirîşka xwe bişon û ziwa bikin, birincê xwe bişon, bisefînin û bixin derdanekê, goştê xwe hûrik hûrik hûr bikin. …

  • 24 Hezîran

    Eşkeneya Goştê Sorkirî

    MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Goştê pîrzolayê yê hatiye kutandin: Kîloyek *Pîvaz: Seriyek *Ava firingiyan û îsotan: Kevçiyekî xwarinê *Rûnê nivîşk: 3 kevçiyê xwarinê *Îsota pûlikî: Nîv kevçî *Îsota reş: Kevçikî çay *Xwê û av: Têra xwarinê ÇÊKIRINA EŞKENEYA GOŞTÊ SORKIRÎ Goştê xwe bi xwê, pîvazên hûrkirî û îsota pûlikî bifirikînin, terbiye bikin bixin derdanekê  bila vehese. Paşê goşt …

  • 23 Hezîran

    Tirşika Nokan

    MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 6 kesan *Goştê parsû: Nîv kîlo *Pîvaz: 2 serî *Nok: Qedehek avê *Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê *Îsotên hêşîn:  2 heb *Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê *Îsota reş: Kevçiyekî çay *Xwê û av: Têra xwarinê ÇÊKIRINA TIRŞIKA NOKAN Nokên xwe şevekê berê bixin avê bila nerm bibin. Dema we xist avê devê firaqê vekirî bihêlin da ku xazata …

  • 15 Hezîran

    Xwarinê hêdî bixwin û zeîf bibin

    Xwarinê hêdî bixwin û zeîf bibin Xwarina xwe bê lezandin, hêdî hêdî bixwin û xwe ji kîloyên xwe yên zêde rizgar bikin. Hêdî xwarin him dihêle ku mirov xwe kontrol bike û him dibe sebeb ku tahmê ji xwarinê bistîne. Piştî destpêkirina xwarinê mekanîzmeya kontrolkirina birçîbûnê jibo ku xwe têr his bike piçekî wext divê. Pir caran û hindik bixwin …

  • 13 Hezîran

    Seleteya Eciqandî

    MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ Têra 4 kesan *Firingî: 4 heb *Pîvaz: 2 serî *Îsotên tûjik: 2 heb *Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê *îsotan pûlikî: Kevçiyekî xwarinê *Naneya hişk: Kevçiyekî xwarinê *Rûnê zeyt: Kevçiyekî xwarinê *Leymûn: Hebek *Tirşa hinarê: Fîncanek *Xwê: Têra xwarinê ÇÊKIRINA SELETEYA ECIQANDÎ Hemû melzemeyên seletê bixin derdanekê, avê berdin ser wan û bişon. Firingiyên xwe biqeşêrin û gelek hûr …