ey mirov ji ber hovitiya we stranên şahiyê ji kezebê dinalin helbest di îskeîska gewriya xwe de xeniqîn rojan kirasê reş li bejna xwe pêçan şevistan xwîn vedirişin stêrk xeyîdîn reşewr stewr bûn dengê xuşexuşa barana bereketê hate birîn çirayên geş şerm kirin ji ber hovitiya we giyana erd û asîmanê lerizî bîranîn li ber bayê reş ketin çîrok bêxwedî …
Hezîran, 2019
Cotmeh, 2019
-
14 Cotmeh
Şadiyê Dirêsim
ez lehengê destaneke hemdem yê bargiran im di dilê gelê xwe de karwanê rêya azadiya welatê xwe me li firtûneyên jankêş rêwitiyê dikim û bi gavên lez û bez ber bi rêya aramiyê ve dimeşim dostên sadiq hevrêyên min in kirasê taristanên mijgirtî bi tîrêjên hêviyê vediçirînim ji pêsîrên strana Derwêşê Evdî meya sebirê dinoşim û di sergêjiya bîranînan de …
-
10 Cotmeh
Hestên Penaber – Xizan Șîlan
li tenêtiya şevistanên sar hestên xwe dispêrim paşila helbestê li bêçaretiya qederê rojên nazdar û kubar xwe ji min veşartin xurbetê kirasê şînê li bedena şadiyên min rapêça ken û girînê ji hêlîna dil fîrar kirin derdê dinyaya derewîn li ser serê min bû barekî giran li bêçaretiya qederê di giyana xwe yê şermok de têm guvaştin li nav axîn …
Hezîran, 2016
-
14 Hezîran
Dara Hêviyê
ez ê bi zimanê pênûs û helbesta serhildêr têbikoşim li ser axa welatê birîndar tovên dara hêviyê bireşînim toz û mija ewrên reştarî ji ser bajarên şaristaniyê rêşkim kul û kederên sûr a Amedê bi melhema kevirên sebirê bikewînim ez ê xezeba xwedê li mîrata pêlên deryayê bibarînim bi belxama reş tifî rûyê îxanetê bikim seltenata dagirker û serdestan ji …