Duşem , 25 Gulan 2020

Tag Archives: Weşangerî

Fanzîna Wênekêşiyê Flashhilat Dest Bi Weşana Xwe Kir

Bi navê Flashhilat fanzîneke nû li ser kurdiya kurmancî zêde bû. Cudahiya vê fanzînê ji yên din ev e ku ev fanzîn li ser wênekêşîyê ye û bi dirûşma “Fanzîna ji Fotografîyê Dinizile” hate weşandin. Fanzîn bi rêveberiya Omer Faruq Baran hate amadekirin û pîştî paşxaneyeke salekê ku kemilî û derfet çêbûn hat çapkirin. Di jimara pêşî de ev nivîs …

Bêhtir Bixwîne »

Pirtûkên bi kurdî yên ku di sala 2018an de derketine

Bû 12 sal ev lîsteya pirtûkên bi kurdî tê amadekirin. Ev keneşopiya min e, di heman demê de yê Diyarnameyê ye. Îsal jî temam bû û me îsal bi 232 pirtûkan sala xwe temam kir. Di sala 2017’an de 171 bû, 2016’an de 190 bû. Di lîsteya me de mimkûn e sedî 5 (herî zêde belkî sedî 10) kêmasî hebe …

Bêhtir Bixwîne »

Jimara Nûbiharê ya 145an derket!

Di vê jimara dawîn de jî nivîsên lêkolînî, hîkaye, folklor û li ser ziman helbestên curbecur hene. Çend nivîs û helbest ji zimanên curbecur bi Kurdî hatine wergerandin. Süleyman Çevik di nivîsa edîtor de, li ser rewşa zimanê Kurdî û li ser xwendina bi zimanê Kurdî sekiniye. Ahmet Aras di nivîsa xwe de bi zimanekî trajîkomîk behsa îşkenceyên Delû Kemalê …

Bêhtir Bixwîne »

Seta Wergera Çîrokên Samed Bahrengî Derket!

6 çîrokên nîvîskarê îranî Samed Bahrengî wek 6 pirtûkan bi kurdiya kurmancî hatin çapkirin. Wergera çîrokan ji aliye lêkolîner û wergêr Wedat Urtekîn ve hatiye kirin. Samed Baherengî nivîskarekî di dinyayê de navdar e. Çîroka Bahrengî ya herî binavûdeng masîreşkê piçik e. Ligel wergera çîrokan nivîskar Urtekin li ser çand û kelepora kurdî jî xebatan dike û gelek nîvîsar û …

Bêhtir Bixwîne »

ÇIRÛSK | 29

Kovara hunerî û ramanî Çirûskê bi hejmara xwe ya  29an ya Çile, Sibat, Nîsan, Adar   derket pêşberî xwendevanên xwe. Di kovarê de nivîsên hunerî, wêjeyî, felsefî, civakî û entelektuelî hene. Kovara “Çirûsk”ê  ji çar mehan carekê di bin banê “Weşanxaneya Belkî”yê de li Amedê tê çapkirin û edîtorê wê Rênas Jiyan e. Di naveroka hejmara nû de wek sernavên  Bibîranîna …

Bêhtir Bixwîne »

JI KELEPORA KURDAN ÇÎROK

Di sala nû de em ê bi pirtûka pêşî ya sala 2017an dest pê bikin. Pirtûka vê hefteyê ya bi navê “Ji Kelepora Kurdan Çîrok” ya nivîskar Mustafa Rêzan ji Weşanên Zanîngehê derket pêşberî xwendevanan. Ev pirtûk, ji çîrokên devê yekem hatine bihîstin û bi şîroveya Rêzanî hatine hûnandin. Ev Çîrok ji herêma Şemrexê a navçeya Mêrdînê ne. Lê bele, …

Bêhtir Bixwîne »

Kurtedîroka Weşangerîya Kurdî

Digel ku karê çapkirinê dîroka mirovahîyê pê ve bi şêweyên curecur hatiye kirin jî, Johannes Gutenberg ê Alman kesê pêşîn e ku di sala 1440’î de çapxaneya nûjen îcad kirîye. Îcada vê çapxaneyê ji hêla feylesofê Îngilîz Francis Bacon ve wekî yek ji wan girîngtirîn geşedanên destpêka serdema nûjen hatîye helsengandin. Heke em di vê perspektîvê re berê xwe bidine …

Bêhtir Bixwîne »

Weşangerîya Kurdî

Digel ku karê çapkirinê dîroka mirovahîyê pê ve bi şêweyên curecur hatiye kirin jî, Johannes Gutenberg ê Alman kesê pêşîn e ku di sala 1440’î de çapxaneya nûjen îcad kirîye. Îcada vê çapxaneyê ji hêla feylesofê Îngilîz Francis Bacon ve wekî yek ji wan girîngtirîn geşedanên destpêka serdema nûjen hatîye helsengandin. Heke em di vê perspektîvê re berê xwe bidine …

Bêhtir Bixwîne »

KurdîLit: Tora Wêje û Weşangerîya Bi Kurdî Li Tirkîyeyê

Paşxane Wêjeya bi Kurdî, ji alîyê werarbûn û belavebûna zimanê Kurdî ve, ku di gengeşeya mafên keltorî û curecureyîyê de li Tirkîyeyê girîngîyeke xwe ya navendî heye, em çav pê dikevin ku yek ji warên serekî ye. Dem û dezgeh û kesayetên ku li Tirkîyeyê di warê wêjeya bi Kurdî de dixebitin, hevterîbî bar û doxa şerî ya 30 salên …

Bêhtir Bixwîne »

Rojnamegerî û weşangerîya Kurd: Di navbera salên 1898-1923 de*

Seîd Veroj 1.Rojnameya Kurdistan Di roja 22yê Nîsana vê salê de, li ser çapkirina yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan, 117 sal derbas bûn. Îro em bi munasebeta 117. salvegera rojnamegerîya kurdî berhev bûne. Bêguman di nav vê dema dirêj de ku ji esrekî bêtir e, li çar parçeyên Kurdistanê û herweha li dervayê Kurdistanê jî gelek rojname û kovarên kurdî hatine …

Bêhtir Bixwîne »