Tag Archives: Wêje

Îlon, 2018

  • 21 Îlon

    Di Helbestên Feqî’de bikaranîna heywanan

    Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de heywan di pir hêlan de derdikeve pêşiya me. Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin di helbestên şaîran de cîh girtine. Feqîyê Teyran helbestvanekî di sedsala 16. de jîyaye û di Edebîyata Kurdî ya nivîskî …

  • 8 Îlon

    Binxet (Çîrok)

    Gohdar bikin, ez dê ji we re çîrokekê bêjim! Di despêkê de ji we re bêjim, ev çîroka ne ji bo zarok û mindala e. Ew ji bo mezin, kal û pîran e. Ku hûn naxwazin guhdar bikin, guhdar nekin, dev ji xwendina wê berdin! Çîroka min ne bi pere û pûlan e. Ku hûn dê wê bixwînin bila ji …

Tebax, 2018

  • 20 Tebax

    Ez ê

    ez ê îro bibim mêvan li hembêza te tiliyên tîran jixwe direvînin bixim nav lepên xwe pêşî bi ser lêvên xwe ve bigerînim ezê dû re tiliyên cotdestan bihev bipêçim bibim ser sînga xwe deynim çirûska pêşîn li çirayên me vedim germahiya hembêzan bihev de bişewitînim ezê li ber pêsîra hingivîn bibim lavekar te bikim çiyayê sparteka xwe hemû çek …

  • 20 Tebax

    Pincarên Me

    Pincarên me yek bi yek in; Çakindêl û çavbelek in Çavê kewê û bendik in Kerxinîq û merbendik in   Kerbeşik û kundirok in Sersîvok û xatûnok in Çawîş, çûxik, gangilok in Sîrim, sitrok û zengilok in   Binê gulê û adirok in Eynselîtk û dûvhespok in Kankevîrk û gaperçok in Nehne, pirpar û pîvok in   Zengilzava û tolik in Qinêberk û qanqilok in Cehtirî û hefsîdank in Nanê çûçê û qûnsork in   Edikza û mismisok in Pirpizêk û nawirzêk in Zûlên yektirî û tirşik in Xerdel, şebreq û tûzik in   Kardû, goriz û kereng in Porçê pîrê, pîromerg in Nikula dîko û pûng in Pincarê spî, zêxindûr in   Ên min hew bûn, lê zede kin Pincarên xwe ji bîr nekin Zimanê xwe dewlemend kin Hemîd çi …

  • 18 Tebax

    Bi Teknîstanê re hevpeyvîn

    Hûn dikarin xwe bidin nasîn? Teknistan.com  malpereke tenê derbarê teknolojiyê ya bi temamî kurdî ye. Nivîsên teknistanê derbarê nûçeyên teknolojiyê an rêbertiya teknolojiyê ye. Hûn çend kes in û endamên we bi çi ve mijûl in? Em niha 4 kes in. Endamên me li jiyana xwe bi karên cur bi cur ve mijûl in. Mamoste, parêzer, xwendekar û hwd. Her …

  • 12 Tebax

    Prof. Dr. Celîlê Celîl: “Ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê kiriye û bê tirs li ser zargotina kurdî xebitîme.”

    Çi gava ku ji nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê li tevger û xebata wêjeyî di salên 80 û 90’an de tê pirsîn, yekser navê profesor û doktor Celîlê Celîl tê gotin û gera wî ya li Rojavayê Kurdistanê tê bibîrxistin. Bi vê yekê tê nasîn ku bandoreke mezin a Prof. Dr. Celîlê Celîl di guherîna aliyekî ji şêwaz û çawaniya xebata wêjeyî …

  • 5 Tebax

    çiya niqutî dilê min

    çiya niqutî dilê min ez xistim bin sîwanê derewên ji hezar salan ve bi deshilatiya qesasiya zemên li çiyê hatibûn barkirin bê fikirîn dihatin reşandin, bi ser mirovên derewîn de tevî barên ji qonaxên zemên lêkirî çiya di tevahiya bihurdekên zemên de xwe dikir star; kaşikên cêwîk bi dilnizmiya fîlozofên mirovperwer ji mirovahiyê re feda dikir giraniya ji destên aferîdan …

  • 4 Tebax

    Hosteyê hostan: Qere Hecî (Ali Güçlü)

    Ew endezyarekî bê destûrname (dîploma) bû. Avakirina xanî çekirinê ji bo wî ne zahmet bû. Plan û proje her dem di serî wî da amede bûn. Xwendin û nivisandina wî tûne bû. Lê, hesabê wî gelekî baş bû. Wî dizanî ku çiqes malzeme (ambûr, hacet) pêvîst in, her tişt di serê xwe da amade dikir û pêk tîna. Ew cotkarekî gelek …

Tîrmeh, 2018

  • 30 Tîrmeh

    sorşilî

    jîn im bihar im jan im dizar im çem im bê av im nexş im bê tav im ewrên reş tarî dil lihevketî lehî tên lehî dibin birûsk tên beyar namîne lê bê evîn e axa sorşilî bê bexte li wir derz dibe berxêm lewma bi xem im têve diçin xwar bi potên spî ne ku xeyal e mija hişê …

  • 27 Tîrmeh

    Mewlana İdrîsê BEDLÎSÎ

    Mewlana İdrîs, kurê Mewlana Şêx Hisameddin Elî ye. Şêx Hisameddî Elî, ilimdarekê navdar û qedirbilind yê zemanê xwe ye. Şeref Xan di Şerefnameya xwe ya giranbaha da gava ilimdarên Bedlîsê dihejmêrê û tînê ziman, Navên Mewlana Şêx Hisameddin Elî û Kurê wî Mewlana İdrîs El-Hakim û kurê Mewlana İdrîs Eb-ul Fadil Efendî dike û Eb-ul Fadil Mihemed Efendî dixe rêza …