Berya tevlîbûna mijarê, divê çendîn tesbîtan bikim: Wek tê zanîn, rejîmên nijadperest, avabûna xwe, li ser “înkarî” û “pişaftin”a gelên dîtir pêktînin. Herwiha, hebûn û serweriya xwe jî, li ser “tinekirin” û “wendakirin”a nîşan û nişêtên gelên dîtir didomînin. Bi gotinek din, Darwînîstên Civakî nin. Bê guman, ev cûre rejîm, vê sinc û sirişta xwe, bi rêya perwerde û …