Tag Archives: tiştonek

Nîsan, 2016

  • 11 Nîsan

    Mamik- Tiştonek (7)

    Tiştek heye: Ne darî, ne cobarî, hesinê hesavdarî. Ew çi ye?(61) Tiştek heye: Ga dadikim, duv jêdikim. Ew çi ye?(62) Tiştek heye: Şev bûk e, roj pepuk e. Ew çi ye?(63) Tiştek heye: Merrê mirî, erd kûr kirî. Ew çi ye?(64) Tiştek heye: Av e, ne av e, nanê mirî di nav e, teyrê zêrîn hindav e. Ew çi ye?(65) …

  • 5 Nîsan

    Mamik- Tiştonek (6)

    Tiştek heye: Ser gelgel e, bin gelgel e, çav zîqê simêl bel e. Ew çi ye?(51) Tiştek heye: Dest û pê çermanî, xwe hiltanî çaçanî. Ew çi ye?(52) Tiştek heye: Şikeftekî reş, tije mehînên beş. Ew çi ye?(53) Tiştek heye: Gayê kejo, li hewa dajo. Ew çi ye?(54) Tiştek heye: Ez çûm nizarkî, bû nale nala birîndarkî. Ew çi ye?(55) …

Adar, 2016

  • 30 Adar

    Mamik- Tiştonek (5)

    Tiştek heye: Vî milî dep, vê milî dep, di nava wê da zil û zep. Ew çi ye?(41) Tiştek heye: Hilu ye, bê mu ye, elo baba ev çîye? Ew çi ye?(42) Tiştek heye: Kaniya kavzê, av jê dizê. Ew çi ye?(43) Tiştek heye: Min xwehek heye, xwelî li ser xwe da dike. Ew çi ye?(44) Tiştek heye: Serî di …

  • 25 Adar

    Mamik- Tiştonek (4)

    Tiştek heye: Goma bavê min tije pez e, şefeqê radibim hebek tune ye. Ew çi ye?(31) Tiştek heye: Min go: were serê te bişum go: por tune ye. Min go: were rûne, go: qun tune ye. Ew çi ye?(32) Tiştek heye: Zaf hindik e, temamê xwarinê xweş dike. Ew çi ye?(33) Tiştek heye: Li vir dişînim, li Bexdayê hiltînim. Ew …

  • 15 Adar

    Mamik- Tiştonek (2)

    Tiştek heye: Apikê sincik, bazda quncik. Ew çi ye?(11) Tiştek heye: Darek e, liser darê hinarek e, liser hinarê gopalek e, liser gopalê rist e, liser ristê bihûst e. Ew çi ye?(12) Tiştek heye: Kalokî tê ji deştê, barê strîyan li piştê. Ew çi ye?(13) Tiştek heye: Bexçekî dehlê me heye, hebekî xwar têda tune ye. Ew çi ye?(14) Tiştek …

  • 10 Adar

    Mamik- Tiştonek (1)

    Tiştek heye: Sê ling, sê dar çar ling pê da duling hat û himik lê da. Ew çi ye?(1) Tiştek heye: Hilindir milindir, law ji bavê bilindtir. Ew çi ye?(2) Tiştek heye: Fetlek gîya, li pişta çîya. Ew çi ye?(3) Tiştek heye: Şeş ben û benik, du nan û kûtlik. Ew çi ye?(4) Tiştek heye: Reş e, reş e wek …

  • 8 Adar

    Tiştonek-Mamik

    1- “Wek şivanê berxika Dinêre li zaroka Fêrdike hêdîka Zanîn û tiştika!“   2- “Awayê max û holê Zaran re wek malê Kursî û masê li balê Cîhê fêrbûna salê!“   3- “Li maxa bi dîwarî Çar çivê bi kêrî Wekî derî Roj jê dibarî Têkdiçe tarî!“   4- “Li dibîstan e Hîn cîwan e Li bendan e Divê bizane …

  • 1 Adar

    TİŞTANOK/MAMİK

    1- “Ximav û xar Lastîk û dar Tilî lê hewar Li kaxizê bar Tîpên yar û har Digirin rêz û tar! 2- “Pir pelên sîs navê wê lênivîs Ji bo pênivs Dikeve kîs!“ 3- “Wekî pirpel e Nivîs lê bel e Bi bend û bal e Ji te re heval e!“ 4- “Lastikek nerm e Radike çivê qelem e!“ 5 …

Sibat, 2016

  • 28 Sibat

    Tiştanok / Mamik

    1 – “Tiştek xweşik heye Xwedê ew daye, Zana û roniye Heft derî lê ye Kî nezane bê mêjî ye!“   2- “Ji goşt û hestî ye Pênc şax û bi destî ye Sed û yek huner lê ye Li heywana pê ye De bêjin ev çi ye?“   3- “Cêwîne li kêlek in Ne goşt in, lê nermik in …

  • 13 Sibat

    Tiştanok-4

      Qemçik e, sed gilover pê ve ne. Kevçiya tewq, bi diwarê ve zelîqiye. Di her sofrê de xwarina nexweşa. Di destê zengîn de, li ser zimanê feqîr. Mirov jê xiret digre, ji nezanan re hindik, mezin dibêje yê biçûk gohdar dike. Boç heye ne hesp e, baskê wê heye ne çûk e. Derê wê heye bê hundir e, bi …