Heye, heye, heye tiştekî min heye, ew çi ye?.. Weka quşxaneya bi qela, li esmana pencereya vekirî. Girê didim diçe, vedikim disekine. Her sibê û her roj dest û rûyê mirov paç/maç dike. Du camên pencere, li her dere mêze dike. Dirêj e, ne bend e, gez dike ne kûçik e. Bi xwe şêrîn e, bi gotinê xwe jî şêrîn e. …