Pazartesi , Ocak 18 2021

Tag Archives: Slide

Minhac – Pirtûkên Rêbaz ên Perwerdeyê li Kurdistana Rojava

Minhac tê wateya rêbaz, bername, program. Pirtûkên perwerdeyê yên Kurdistana Rojava yên sala 2019-2020an li ser malpera https://pirtukenrebaz.xyz hatin belavkirin. Û li ser dikanên mobîlan bi navê Minhacê wek sepanekê hatin weşandin. Lê ji ber ku di kodên malperê de hin kodên korsan yên weke malperên bêedep ji aliyê hackiran ve bêdestûr hatine bicihkirin li deverên wek Tirkî ji ber …

Read More »

Seta Lêkolînên Folklorê I-II-III Derket

Xebata Folklorîst û lêkolîner Dilazad ART ya Lêkolînên Folklore wek 3 cildan ji nav refên Weşanên Zaningehê derket. Dilazad ji bo vê xebatê wiha axivî: ‘Folklor, binemala netewbûnêye. Gel, bi hebûna folklora xwe hebûna xweyî fizîkî û ya çandî didomîne. Folklor ji bo mirovan genciniya herî bihaye. Eger mirovek an netewek ji folklora vî werê dûrxistin ew mirov an ew …

Read More »

Seyda Goyan: Dengbêjî dengê dîrokê ye

ûnerê Enstîtuya Kelepûra Kurdî li Bakurê Kurdistanê û lêkolîner Seyda Goyan derbarê dengbêjiya Kurdî de dibêje deng û awaza herêman, li gorî erdnîgariyê form girtiye. Seyda Goyan diyar kir ku li deverên çiyayî li gorî forma sirûşt, xwezaya erdnîgariyê; fonetîka dengê ji gewriyan tê cuda ye û got: “Erdnîgarî çi qas sar be, lerizîna pêlên dengan a li ser gewriya …

Read More »

Neafirînerîya Bahoz Baranî Di Berhama Wî ya Qîza Bavê Xwe De

Qîza Bavê Xwe sêyemîn kitêba çîrokan a Bahoz Baranî ye, berê jî bi navê A Baş û Derd du kitêbên wî hatibûn weşandin. Qîza Bavê Xwe ji Weşanxaneyê Wardozê derketîye, 114 rûpel e û ji çardeh çîrokan pêk tê. Kîjan aliyên berhemê baş in? Ger em zorê bidin xwe em dikarin çiqas encamên baş û şîroveyên raserî derbixin. An jî …

Read More »

Pirtûka “Serê Bajarekî Çîrokek” Derket

Pirtûka nivîskar Rojbîn Ozkan ya nû bi navê “Serê Bajarekî Çîrokek” ji weşanxaneya Loryayê derket. Rojbîn Ozkan ji bo ku, çand û dîroka bajarên Bakûrê Kurdistanê bi zarokên Kurdan bide naskirin ev pîrtûk nivisandiye. Beriya niha jî, bi navê Zarokên Heskifê û Stêrkên Behiştê  2 pirtûkê Ozkanê hatine weşandin.  Lê ev pirtûk bi taybetî ji bo zarokan nivisandiye. Nivîskar Ozkanê …

Read More »

Jînbexta Min – Mihemed Hesko

Bixêr û xweşî hatî keça jîr û jêhatî weke royê hilatî Hilat, revî reştarî hat, li min evînbarî dil û can re hawarî Roya jînbexta minî hêva ser textê minî kevoka drexta minî Tu hatî cîhan hejî raperîn hiş û mejî şengebîya por kejî Bedewa bejin zirav rûdêma geşa bi tav por berdayî wek sûlav Serçav re hatî jîrê xweşkokê …

Read More »

e-Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî Derket

Ji refên Weşanên Zanîngehê wek e-pirtûk Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî derket. Nivîskarê ferhengê ferhengnasê navdar Zîwer Îlhan e. Îlhan beriya niha jî di mijarên cuda de ferheng amade kiribûn û di nav hin komîsyonên ferhengan de cih girtibû. Nivîskarê ku li Zanîngeha Mêrdînê Mastira xwe li ser zimanê Kurdî kir xebatên xwe bi rêyeke akademîk û bi çavkanî  …

Read More »

Ez Dilê Zarokekî Bûm – Rênas Roz

i. Ez bi Xwedê re axivîm Ez ne pexember bûm, ez dilê zarokekî bûm Min got çima tu nahêlî zarok bijîn Çima her zarok dimirin Got ez poşman im Ez bi dengê bilind keniyam Fîq fîqa min meleyaket anîn derdora me Bibîhîzin zarokino Xwedê jî poşman e! ii. Xwedê hat gel min Li min dirêj dirêj mêze kir Min çavê …

Read More »

Rêberin An Rêbirrin!?

Dîrok sîberên dirêjkirîyên mêrên navgiran e. Emerson Eger em dîroka gelan di ber çavan re derbaskin, emê tekez bibînin ku, peyva Emerson rast û diruste, ji ber ku di dîroka gelan de, ne tenê Rêber bi rola serekî radibe, lê ew rol bar û erka wî ye! ji ber Rêber kesekî hişmend, wêrek û berxwedêr e û dikare pêşhatan bixwîne, …

Read More »

Romanên Derûnî/Psîkolojîk

Romana kurdî hêj bi tevahî wek ku tê xwestin nekemiliye, lêbelê ber bi kemilandinê ve diçe, pêş dikeve, hunera wê ber bi radeya bilind ve diçe. Di nav romanên kurdî de gelek cureyên romanan hene, lê hineki cure roman jî qet tunin û hinek cure jî pir qels mane. Di edebiyatê de psîkolojî/derûnî û berhemên edebî yên psîkolojîk ciheke girîng …

Read More »