Şemî , 28 Sermawêz 2020

Tag Archives: Slide

Sînemxan, dê li ser rojnamegeriya zayendparêzî biaxive

Keça Mîr Celadet Elî Bedrixan, prenses Sînemxan dê di Semînerên Rojnamegeriya Zayendparêzî a Kurdî de, biaxive. Şîrketa Botan Internationalê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de da diyar kir ku, dê prenses Sînemxan Bedirxan di bin sîwana “Semînerên Rojnamegeriya Zayendparêzî a Kurdî” de, tecrûbeyên xwe yê derheqê serokatiya “Komeleya Jinan a Kerkûkê” û “Di Civakê De Rola Jinên Kurd” de …

Read More »

Ji HEZKURDê kampanyaya îmzeyan bo perwerdehiya zimanê Kurdî

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bi daxwaza dayîna mafê perwerdehiya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. HEZKURD di bangewaziya xwe ya piştgiriyê de dibêje, bêyî ti alyikekî siyasî û polîtîk ê vê helmetê tune ye û wan ji bo baldariya hemû bîrdozî, rêxistin cemaet û partiyan bi awayekî serbixwe ev kampanya daye destpêkirin. HEZKURDê di nivîsa kampanyayê de …

Read More »

HEKA LEGLEG

Legleg firî li ezman Ber bi newal û çeman   Dît kevokek li ser dar Dike gazî û hawar   Gote: Xwişkê te xêr e Te li dil xist wek kêr e   Te çi hene derd û xem Ji bo çi dikî sîtem?   Ka bêje tu delalê Çi sedema vî halê?   Kevokê got bi girîn Bi dilek …

Read More »

Hîvdayê, dilê hezkiriyên Melayê Cizîrî xweş kir

Ev sal, ji aliyê Weşanxaneya Hîvdayê ve, Dîwana Melayê Cizîrî bi 3 nûsxeyên cuda, di nav berhemeke de, hat çapkirin. Di vê berhemê de, xwîner û dildarên Melayê Cizîrî dê bikaribin him bi tîpên latînî, him bi tîpên erebî û him jî nûsxeya orjînal a Dîwanê bi hevre bixwînin. Herwiha xwedî û berpirsiyarê Weşanxaneya Hîvdayê Huseyin Siyabend Aytemur li ser …

Read More »

XEYAL Û RASTEQÎNÎ

Piştî bîst salan di demsala biharê de ez çûm welatê xwe.  Piştî serdana xizm û dostan ez hilkişiyam serê çiyê û li cihekî ku her der jê ve xuya dikir li ser zinarekî rûniştim û min bi hestên bê tarîf û bi hesreteke kûr li deşt û zozanan, li gelî û newalan, li gund û bajaran temaşe dikir. Bîranîn û …

Read More »

Dengbêj û Şoreşgerekî Rojhilatî: Xalê Birê

Rojhilat bi dengbêj û hunermendên xwe dereke dewlemend e. Dengbêjên Rojhilatê gund bi gund, mal bi mal digerin dilê civatê bi klamên xwe xweş dikin. Di dewra Feodal de dengbêjên Kurd zêdetirîn di qesr û qonaxên mîr, beg û axayan de marîfeta hunera xwe nîşanî civatê didan. Bi pêşveçûna pergala kapîtal di roja me de rewşa dengbêjan û dengbêjiyê gellekî …

Read More »

Biryara qedexeya titûnê xelk mexdûr kiriye

  Firotina titûn û cixareya pêçayî bi biryareke nû ya hikûmetê, di 1ê Tîrmehê de hatiye qedexekirin. Berhemhêner titûnê û bikarhênerên titûnê ji vê biryarê bi gazinc in û ew vê biryara hikûmetê weke biryareke yekalî şîrove dikin. Parlementoya Tirkiyê 1ê Tîrmeha 2020an, firotina cixareya pêçayî qedexe kir. Li gor vê biryarê heger firoşgeheke titûnê, cixareya pêçayî bifroşe dê di …

Read More »

Li ser albûma Hozan Dîno

Ev nivîs dahûranekî li ser albûma Hozan Dîno ya dawî ye. Muzîk her çiqas ramîn û hesta hunermendê nişan dide jî piştî derbirîna hunermendê ev stran dibe ya guhdaran. Em dikarin bi rêya muzîkê helwest û reftarên hunermendan bizanin û wan nasbikin. Stran ramîn û hestên hunermendan nîşan dide ku ew çi dijî, çawa dinêrî û ji me guhdaran re …

Read More »

Kovara Wêjeya Kurdî ya Sê Mehane “Herd”

Kovareke nû bi navê “Kovara Herd”ê tevlî  ser kovargeriya kurdî dibe. Kovar Herdê wê li ser Wêjeya Kurdî rawestê û serê Sê Mehan carekê bê weşandin. Rayedarên kovarê di daxuyaniya xw ya ewilde gotin ku dixwazin “wêje û rexneya Kurdî hinekî dinê bi pêş bikeve û pê ra ciwanên kurd ên bi kurdî(kurmancî û kirmancî) çîrok û helbestan dinivîsin ji …

Read More »