Pazartesi , Ocak 18 2021

Tag Archives: Slide

Çîrokên Civakî “ERD”

Serkêşiya çîroknivîsîna nûjen a kurdî /kurmancî kurdên li Swêdê kişandin. Kurdên ku ji herçar parçeyên Kurdistanê hatin Swêdê û weke penaber jiyan, di hêla xebata çandî, edebî, ziman, dîrok û lêkolînê de kar û xebatên hêja pêk anîn û ew xebatên xwe hêj jî didomînin. Berpirsiyar û birêvebirê weşanxaneya Sara Goran Candan (ku nasnavê Bavê Barzan jî bikar tine) yek …

Read More »

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet û bi bandor e. Ku gewriya we jî têşe bi xulxuleyên ku li malê tê hazirkirin hûn dikarin êşên xwe sivik bikin. Xwê û av: Di nava îstekanek ava şîregerm de kevçiyek xwê bihelînin û di devê xwe de bixulxulînin. Ji bo her bikaranînê vê tevheviyê …

Read More »

Kurd Bi Alfabeya Latênî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya Facebookê nivîsîbû ku KURD BI ALFABEYA LATÊNÎ DIBIN ATEÎST. Dema min ew nivîs xwend, pêşî min nexwest ku ji çavên xwe bawer bikim. Lê rast bû. Hin biraderan jî rexneyekî rêzmendî li binî nivîsîbûn ku ew yek şaş e. Min jî nivîsî ku mesele ne …

Read More »

Serkeftina Zarokan Bi Bav û Dayîkê Ve Girêdayiye

Perwerdehiya zarokan a ku bi jidayîkbûna wan re destpêdike, di her temenî de hunerên wan yên hişmendî yên cuda, di derbarê rewşa wan a dêrûnî de agahiyê dide. Hezkirin, dilovanî, empatî (xwe hesibadina li şûna kesekî) û di heman demê de qaîde, sînor û pirsiyarî bi rewşeke şanaz a malbatê de, bi aramî û kêfxweşî mezîn bibin evê ji bo …

Read More »

Li Amedê Turnuvaya Kişikê Dest pê dike

Midûrtiya Şaxa Sporê a bi ser Serektiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin û Nûnertiya Bajarê Amedê a Federasyona Kişikê ya Tirkiyeyê xwe ji bo 5emîn Turnuvaya Kişikê amade dikin. Turnuva 12ê berfanbarê dest pê dike û 27ê berfanbarê bi merasîma xelatdanê bi dawî dibe, di sê kategoriyan de tê lidarxistin; Zarok (8-9-10 salî), Stêrk (11-12-13 salî) û Têkel …

Read More »

Ey Kurd Halkı- Ey Gelê Kurdan

Ey Gelî Kurdan! Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratîyê de se’adet, hukûmetê de selamet heye.Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin. Yek Îslamîyet e; ku hezar hezar xûna şehîdan buhayê …

Read More »

Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-2

Beriya ku em derbasî kovar û rojnameyên Kurdî  nebûne em ê li dinyayê û di nava Tirkan de çend mînakan ji çapemeniyê bidin. LI DINYAYÊ ROJNAMEYÊN YEKEM Ji B.Z. nê di sala 59an de Romayiyan ji ber ku gel bi encamên pêşbirkên gladyatoran bizanibe ( gladyator bi serketine an jî têk çûne) bi rojane, nûçeyên rojane bi navê Akta Diura …

Read More »