Pazartesi , Nisan 19 2021

Tag Archives: Slide

Ez û Ziman

Ziman wekî deryayê ye. Hindî mirov di vê deryayê de melevantir dibe, mirov bitir bi ser mezinahiya wê hildibe. Hindî mirov di zimanî de şarezatir dibe, mirov bitir bi ser mezinahî û hinêra wî hildibe. Helbestvanê îranî Ehmedê Şamilo di vê meseleyê de xweş gotiye. Wî digot ku dema ew hêşta ciwanek bû, wî hizir dikir ziman di destên wî …

Read More »

Çend Rêkar Ji Bo Jarkirina Bedenê – Menuçêhr Tarverdi

Jiyana îro bi hemî xweşî û îmkanên xwe, hin pirsgirkên micid/cîddî jî ji bo însanan pêk anîne. Yek ji wan kokbûn yan  qelewbûn e. Rêçar  û rêkarên pirrcur û nevek hev ji bo pêşîgirtna li ber qelewbûnê û jî jarkirina laşê meriv tên raber kirin. Li vê nivîsarê em jî çend rêkaran ji we re raber bikin. Bona ku meriv …

Read More »

Cixare di laşê insanan de êşa piştê çêdike!

Mamosteya Rehabîlîtasyon û Fîzyoterapiyê ya Fakulteya Ilmên Sihetê ya Zanîngeha Uskudarê Yildiz Erdoganoglu ji bo zirarên cixarê got, “Cixare tenê bandora xwe li ser kezep û dil nake. Di laşê insanên ku cixarê vedixwin de 3 qatan zêde êşa piştê çêdike.” Doç. Dr. Yildiz Erdoganoglu, destnîşan kir ku sebebeke êşa piştê jî cixare ye. Erdoganoglu têkiliya di navbera cixare û …

Read More »

Xelatên “Golden Globe” hatin dayîn

73emîn merasima Xelata “Golden Globe” ya sînema û televîzyonê, hat lidarxistin. Fîlma bi navê “The Revenant” bû yekemîn. Duh li bajarê Beverly Hills li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê, 73emîn xelata Golden Globe hat dayîn. Di merasimê de ku sînemkarên navdar ên cîhanê beşdar bibûn, xelata baştirîn fîlm gihîşt fîlma “The Revenant”, xelata baştirîn lîstikvan (mêr) dan Leonardo DiCaprio ji ber …

Read More »

Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-IV

GAZÎ Di sala 1919an de li Amedê dest bi weşanê kir. Rasterast dema ku hatiye girtin nayê zanîn. Di vê rojnameyê de nivîsên parêzer Şehîd Hecî Mihemed Efendî, Şehîd Cemîl Paşazade Cewdet, Pertew Begê Lîcî, Mîrîkatîbîzade Cemîl Beg, Henîzade Reşat, hatine weşandin.[1] MARÎFET Û ÎTTÎHAD-I EKRAD ( PERWERDEHÎ Û YEKITIYA KURDAN) Sala 1909an ji aliyê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ve ji …

Read More »

Ji Kurdiya Tirkî Ber Bi Kurdiya Kurdî ve – Abdulkadir Bingöl

Ji wê dema ko ez xwe nas dikim û vir ve hestiyarîya min ya li ser zimanê Kurdî heye. Taybet piştî sala 1996-ê ko di wê mêjoyê de ez ji karmendiyê malnişîn bûm, êdî bikirdarî ez li ser zimên dixebitim. Di vî parçeyê zemanî de qehr û kula min, xewn û xeyalên min zimanê kurdî bû, hêjan jî welê ye. …

Read More »

Zanîngeha Cambridgeyê Ansîklopediyeke Li Ser Kurdan

Zanîngeha Cambridgeyê ansîklopediyeke li ser Kurdan ya 13 cildî weşand Zanîngeha Cambridge ya Brîtanyayê ragihand ku meha Mijdarê ya 2015an ansîklopediyeke 13 cildî ya bi edîtoriya Anita Burdett de weşand ku bihayê wê 5400 Poundê Brîtanî ye û hinek belgeyên wê heta niha li tu derê nehatine belavkirin. Malpera fermî ya Zanîngeha Cambridge daxuyand ku ji sala 1831an heta sala …

Read More »

Teniktirîn Demjimêr di Cîhanê de! (Video)

Demjimêrek ku stûratiya wê ji milîmekê kêmtir be! ev tişte rast e, û pêşangeha CES 2013ê de hate aşkera kirin. ev demjimêr ji layê Central Standard Timing hatiye pêşkeş kirin û dibê teniktirîn demjimêr di cîhanê de û ji stainless steel hatiye çêkirin. Ev demjimêre di 10 xulekan de dihate şehin kirin û şehna wê dikarît bo mawê mehekê xwe …

Read More »