Çarşamba , Nisan 21 2021

Tag Archives: Slide

Kereng, Qêrîn û Pepûk – Remezan Azad

Çîrok, carna dibe lehengeke dîrokî û serpêhatiya netewekî weka fîlmekê li ber çavan direşîne. Carna jî ji bo xewxweşekê dibe lorîkek û di nav devên dayîk û pîrikan de diherike, bi ber berbangê ve diçe… Lê mixabin car caran jî weka kaniya xeman, dibe sedama êşan, çavkaniya herikandina hêstêran… Ev çîroka me jî mînakek ji hevokan dawiyê ye.. Em ê …

Read More »

Şampiyonê TEOGê yê Tirkiyê ji Sêrtê Derket

Ezmûna TEOGê ya îsal di meha Çiriya Pêşî de hate kirin. Encamên Îsal ên TEOGê eşkere bûn. Li gorî encaman ji Dibistana Taybet ya Celal Deger ya Sêrtê Uluer Şahîn bi puana tam bûye şampiyonê Tirkiyê. Li seranserê Tirkiyê 1 milyon û 174 hezar û 427 xwendekar ketine îmtîhanê. Li Sêrtê jî 7 hezar û 500 kes ketine îmtîhanê. Li …

Read More »

Rênas Jiyan û Rênasansa Janyayê [hevpeyvîn]

Pêngav: Ez bi gazincekê dest pê kim. Te çima û çawa Janya kir belayê serê ciwanên kurd? Rênas Jiyan: “Janya” nasnameyek e, nasnameya birîn û hêrsê ye; nasnameya helbest û êşê ye; “Janya” nasnameyeke bindestiyê, serhildanê û xwe xelaskirina ji zexta feodalîzmê û ji serdestiyê ye. Ev tevde di Janyayê de hene. Ez “Janya”yê wek ‘’xak’’ekê (ûzam) dibinim. Ew biqasî …

Read More »

Cizîrî û Tecelliyên Rast û Çep

Weke helbestvanekî mutesewif, Melayê Cizîrî jî di helbestên xwe de geh li meyxaneyê ye, geh li meclisa reqs û semayê ye. Her çiqas êş û elem hebin jî, ew tim mîna perwaneyê li dor yara xwe ye. Bextewar û şeng e. Bi wesifdan û pesindana yarê mijûl e. Por û biskên yarê weke tarîtiya şevê û aktorên dunyayê ne, ku …

Read More »

Tesîra Lerzê Li Ser Guherîna Dengan – Husein Muhammed

Gelo em çima dibêjin ”dikujin” lê ”kuştin” anku di yekê de J lê di ya din de Ş heye? Yan bo çi ”nelîzin” lê ”nelîstin” yanî di yekê de Z û di ya din de S heye? Ji ber çi em dibêjin ”heft” lê ”hevde” anku di ya yekem de F û di ya duyem de V heye? Em dizanin …

Read More »

Dermanê çavên ku ji westanê diwerimin, bexdenûs e

Giyayê bi navê bexdenûsa ku tehm dide xwarinan, li Yewnana berê wekî giyayê mirinê dihate qebûlkirin. Ji ber vê yekê di xeml û nexşên qebrên xwe de bi kar anîne. Ji aliyê vîtamînê ve bexdenûs, di nav xwe de vîtamînên A, C, K, qalsiyum û hesinê dihewîne. Bexdenûs bi bêhna xwe ya xweş îşteha mirov vedike, hezmê hêsan dike. Her …

Read More »

Erebê Şemo(1897-1978)

Di 23.10.1897 de li gundê Susuzê li qeza Qersê, ku di wê heyamê de di bin destelatiya Rusyayê de bû, ji bav û diyeke rencber ji dayîk bû. Wî ji deh saliya xwe de dest bi şivantî û xulamtiya axayê gundê xwe û dewlemendên cîran kir. Erebê Şemo bi serkevtin xwendina xwe ya ewil diqedîne. Di sala 1913, dema ku …

Read More »

Li Dinya yê Rewşa Zimanê Dayîkê Çawa ye ?

Li kantonên Cizîr û Efrînê sala nû ya perwerdeyê destpê kiriye. Li Kobanê jî di destpêka meha Cotmehê de destpê dike. Her çiqasî hinek alî dixwazin bêbaweriyê derxînin jî, mînakên cîhanê nîşan didin ku bi têkoşînê perwerdeya bi zimanê dayikê fermî dibe û tê qebûlkirin. Her wiha gelên bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, gelên herî pêşketî ne.   Bi destpêkirina …

Read More »

Heyat çi ye û Mahîyet û Wezîfeya wê çi ye?

Heyat çi ye? Mahiyet û wezîfeya wê çi ye? Heyat, amanca herî girînga vê kaînatê ye, hem encama wê ya tewrî mezin e, hem nûra wê ya herî rewoneq e, hem havêna wê ya herî letîf e, hem puxteyeke wê ya gellek palandî ye, hem fêkiya wê ya tewrî tekûz e, hem kemala wê ya herî bilind e, hem xweşiktirîn …

Read More »

Ey Însan Li Dinyayê Lez Bi Bezî

Li dinyayê lez bi bezî Li dinyayê naz bi nazî Destan rake ber ve bazî Şev û rojê bike gazî Roj heye xatiran dixwazî   Dinya ji bo te mêjîne Şerm bike ji bo Rebbê jorîn e Şev dibe rojê tîne Her saniyeyê te dibîne Qet haya te ji te tinîne Hesabê te pir çê bûne Deryê tewbê vekirîne   …

Read More »