Çarşamba , Ocak 20 2021

Tag Archives: Slide

Alimekî Hêja Bû

Alimê naskirî yê ji devera Hacîbeyran û Botan, Seyda Şêx Mele Evdirehmanê Şêx Mihemedê Şêx Şemsedînî şeva borî, roja îniya pîroz, li Diyarbekirê ji ber nexweşiya koronavîrusê di jîyê xwe yê 77-salî de wefat kir û çû ber mîhribanî û dilovaniya Xwedayê mezin. Seyda Şêx Mele Evdirehman sala 1943-yê û li gor qeydên resmî sala 1947-ê li Gundikê Melî (Balveren), …

Read More »

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav û kalan bi navê Gotinên Pêşiyan hat çapkirin. 50 hezar gotinên pêşiyan di wan 4 cildan de hene. Gotinan Pêşiyan ji aliyê nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu ve hate amadekirin û ji aliyê Weşanaxeneya Sîtavê ve hate belavkirin. Ev ferhenga herî mezin û berfireh a …

Read More »

Dawetên kurdên Anatoliya navîn ên Reşiyan

Amadekirina dawetan berê girêdayî kelecaneke mezin bû. Malbatên bûk û zavayî bi awayekî gelekî taybet dest bi hazirîyên xwe dikirin. Yek bi yek li ser her tiştî dihat fikirandin. Heta ku roja dawetê dihat, mala zava salê du– sê caran diçû serdana mala bûkê. Wek mînak; loqimê bûkê dixwarin. Di wê derheqê de, pirî caran li ber dahol û zirneyê …

Read More »

Şeş Peyvên Lokman Polat

Her nivîskar berhemên xwe li ser çend peyvan ava dike. Yanî di berhemên xwe de tim li dor çend peyvan diçe û tê; nikare/nexwaze ji ew peyvên dûr bikeve. Çimkî ew peyv ji bo wî/we nivîskarî pîroz in, bi nirx in, watedar in. Di bin destên min de şeş pirtûkên Lokman Polat hene. (Kaniya Stockholme, Rojnamevan, Çîrokên Rengîn, Nûrheyata Licî, …

Read More »

Varyantên Destana Memê Alan

Berhemeke folklorîk bi awayekî li cihekî derdikeve holê, paşê bêyî ku di kontrola tu otorîteyekê de be, di nav gel de belav dibe û gelek formên wê çêdibin. Dema ji jêderka xwe derdikeve û li cihekî din tê dubarekirin, bivê nevê hinek guhertin tê de çêdibin. Çobanoğlu, ji bo berhemên wiha ku ji form û naveroka xwe ya kevn derketine, …

Read More »

Wateya Bingeh a Peyva ”Bal, Ben û Bendê”

(Nivîs hinek dirêj e, lê sûdmend e, bi hêviya xwendinê) Di Kurdiya Kurmancî de wateyeke pir fireh di peyva BAL, BEN û ya BENDê de heye. Dema meriv li ser van sê peyvan radiweste, pirî ku wate kûr û hûr e, pir zehmet e ku meriv bigîje encamê. BAL: Dema meriv lê disêwire, nihêrtina bi şaqizbûnê, kişandina mêşkê meriv bi …

Read More »

Hêza mêjiyê zarokan bi tevger, xew û dema ekranê re têkildar e

Li gorî lêkolîneran, ji bo ku xwendekar ji testên jêhatîbûna zîhnî pûanekê zêde werbigirin, divê van sê tiştan miqate bin: Di rojê de herî kêm 60 deqîqe fealiyeta fîzîkî, her roj di navbera saet 9 û 11an de xew û bi rojê ji du saeta ne zêdetir saeta ekrana bisînor. Di lêkolînekê de ku di kovara medîkal a navdar Lancetê de …

Read More »

Dîtina Ewil

Ev sê çar rojê min e li vî gundî me,bi tena serê xwe me. Hêna nû min dest bi meletî kiriye. Ji bilî Hecî ‘Elî û Sofî Rizo kes nayê mizgeftê. Ji ber wê jî kesê nabînim ku pê re hevaltî bikim. Xortên gund an li xwendinê ne anjî li kar in yên li gund jî karê malê dikin,ji xwe …

Read More »

Nivîskarî û Xwekuştin

Nivîskarî û Xwekuştin – Occo Mahabad Di dîrokê de gellek kes û nivîskar hene ku xwe kuştine. Her xwekuştin sedemên cuda dihewîne. Di vê çalakî û biryara kesane de mirov di tûrika jiyana xwe de gellek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin. Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên …

Read More »

Em deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne!

Di vê nivîsê de, ez nêzîkî zulm û zora ku Osmaniya aniye serê gelê Ermenî nabim.. Ne jî nêzîkî beşdariya kurdan di herdu fermanên salên (1894 û 1915) de dibim. Wiha jî, ez navê wan kurdên bi rûmet yên ku di wan fermaman de, ermenî di malên xwe de parastin, nabêjim.. Bi tenê bi min xweş e ku ez qenciya …

Read More »