Tag Archives: Şîrove

Nîsan, 2024

  • 5 Nîsan

    Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

    “Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem de xesaret kir” Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî alimekê pir zane û şareze bû. Ew rewşenbîrekê zemanê xwe bû. Hem di ‘ilmên dîn de hem jî ê fennî de xwey ma’lûmat bû. Ev rasteqîn di helbestên wî de jî ya xwe dide nîşan. Di helbestên xwe …

  • 2 Nîsan

    Kurmanc Tenê Di Bêhesêb in – Yusuf Agah

    “Da xelq nebêjitin ku Ekrad Bême’rîfet in, bê’esl û bunyad Enwa’ê milet xwedankitêb in Kurmanc tenê di bêhesêb in” Ehmedê Xanî, di destpêka berhema xwe yê meşhûr “Mem û Zîn”ê de, sebebê ku wî bi Kurdî nivîsandiye bi vî aweyî aniye ziman. Seyda gotiye; Belê min vî berhemî, vî pirtûkî bi Kurdî nivîsand, ji bo ku xelqên din nebêjin “Ekrad” …

Adar, 2024

  • 25 Adar

    Gelo Jibîrkirin Kîcax Dest Pê Dike ?

    Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê û pê de jibîrkirin dest pê dike, lê lêkolîneke nû eşkere kir ku jibîrkirin di 30 saliyê de dest pê dike. Di rapirsiyeke derbarê jibîrkirinê de, ji sedî 11ê beşdaran bersiv dane ku ew rastî derdê jibîrbûnê hatine, her ji temenê 40 saliyê ve. Ji …

Cotmeh, 2023

  • 16 Cotmeh

    A Boy From Heaven (Cairo Conspiracy): Ma Xwedê Her tiştî Dibexşîne?

    Ji aliyê derhênerê Misrî-Swêdî Tarik Saleh ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê ya bi navê A Boy From Heaven ji Festîvala Fîlman a Cannesê dest vala venegerîyaye. Senaryoya wî ya ku ji bo alema Îslamê wêrek bê dîtin, ji aliyê jûriyê ve hat ecibandin û Xelata Senaryoya Herî Baş wergirt. Saleh ku bi berhemên wekî Metropia û The Nile Hilton …

Tebax, 2023

  • 30 Tebax

    Bîranînên Amed Tîgrîs

    Piraniya pirtûkên bîranînên ku ji alî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ve hatine nivîsîn bi tirkî ne. Lêbelê bîranînên ku Amed Tîgrîs nivîsiye bi kurdî ye û ev jî nirxa wê ji yên bi tirkî bilindtir û baştir dike. Pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs di nav weşanên Ranya/Kurdpel de li Wanê derketiye. Çapeka vê pirtûkê jî ji alî weşanên Apecê li …

Sermawêz, 2022

  • 23 Sermawêz

    “şîrove”, “analîz” û “nirxandin”

    “şîrove”, “analîz” “nirxandin” wekî sê gav in jî. Xwendevan serbest e bi her awayî fikir û dîtinên ji xwendinên xwe “şîrove” bike, “nirxandin”lê nayê ferzkirin. “nirxandin” rasterast “rexnegiriyê” tîne bîra me ku hêvî, divêtî û bendewariyên pisporî jê tê kirin! Carna xwendevan bi gava duyem re xwe li analîzan digire ew jî normal e lê di gava sêyem de ger …

Cotmeh, 2022

  • 23 Cotmeh

    Nivîskarî me Faîk Ocal pirtûkeke nû derxist; 101 Romanên Kurdî

    Rexne, nirxandin û şîroveyên zanistî li ser romanên kurdî zêde nehatine kirin. Çend romanên bi vî rengî hene. Berhemê bi şîrove, rexne û nirxandinê romanên kurdî naskirin daye. Berhem ji du cildan pêk tê. Ev cilda yekem e û ji 376 rûpelan û 50 romanan pêk tê. Nivîskar bi rê rêbazên zanistî berhema xwe amade kiriye û bi wî rengî …

Nîsan, 2018

  • 24 Nîsan

    Meselok û Şîroveyên Biwêjan

    RÊÇ RÊÇA KERÊ YE, FEHL FEHLÊN PERÛ NE: Xesiyeke û bûkeke ya wê heye. Lê xesî jî xesî ye ha! Ewqas  dijwar e ku nahêle bûka wê bêdestûr xwarinê jî bixwe. Rojekî xesî malê didû û diçe dehlikê da ku karên xwe pêk bîne. Dema xesî derdikeve hema bûk bi lez û bez diçe kerê kurtan dike û dikeve malê. …

Sibat, 2016

  • 9 Sibat

    Şiroveya Helbesta Mem û Zînê

    “Çi’bkim ku qewî kesad e bazar Nîn in ji qumaşê re xerîdar” Ji “Mem û Zîn” Zimanê Kurdî qumaşekê pir hêja ye. Ji vî qumaşê hêja, di destê hosteyên şareze de gelek berhemên rind û xweşik derketine holê. Di destê Baba Tahîr de çarînên pirr xweş jê derketine. Di destê Feqiyê Teyran de helbestên wek avê zelal û herikbar, û …

Rêbendan, 2016

  • 25 Rêbendan

    Rojniviska Spînoza – Hasan Filitoğlu

    Rojnivîska spînoza yekem romana Şener özmen e. Lê tiştek balkeşe dema em vekolîna naverokê, teşe, tarz, vegotin û hevoksazî ya nivîskar dinhêrîn ew kelecana kurdî di nav romanê de nabînîn. Berewajkî hostetîya nivîskar di hemû rûpela de xwe dide nîşan. Ev peyvsazî û hevoksazîya nivîskar bikaranîye hêjayê gotinê ye ku gelek gelek serkeftî ye. Peyvên nû bihevokan re bîawayek resen …