Şemî , 19 Îlon. 2020

Arşîvên Nîşanê: serhed

Li Serhedê Rojên Zivistanê

Ev çend roj e odeya me ya gund tê ber çavên min, salên heştêyî de, ez jî êdî zarokekî helegeyî, berefehm bûm. Oda me bi kevir û daran ve hatibû çêkirin, kêran, merteg, piştek, kondên wê ji darên çamê bûn, kewaşê wê, ji nermegîhayê Kanîfirşkê bû. Dîwarên odeyê bi heriyê va hatibûn siwaxkirinê lê derdorê pacê tenê bi bêtonê ve …

Bêhtir Bixwîne »

Sînorê Serhed û Botan

Li Serhedê bajarê (yê ku seranserê wê Kurd e) herî berfîreh û nîfûsa wê zêde Wan e. Hin deverên Wanê li ser Herêma Botan e: Çîyayê Mayê û Sipîrêz di nav Serhed û Botan de dibin sînor. Elbak û Nordiz (herêma Payîzava) li Herêma Botan dimînin. Heta em dikarin Westan jî, her çiqas ji hêla erdnîgarî ve pir nêzîkî Serhedê …

Bêhtir Bixwîne »

Li Serhedê Navê Gundan û Taybetîya Agirî (Qerekose, Ağrı)

Li Serhedê bi awayekî befireh ev bajar hene: Erdexan, Qers, Erzirom, Agirî, Îdir, Mûş, Bedlîs û Wan. Behra Wanê li başûrê Serhedê dimîne. Ez dixwazim bibêjim ku li van hemû bajarên Serhedê yên navê mezre û gundan pirtirîn bi Kurdî ne yên Agirîyê ne. Ez li gor çi vê dibêjim? Ez li Mûş, Bedlîs, Wan Agirîyê geriyam bi rojan; min …

Bêhtir Bixwîne »

Dawetên Herêma Mûşê (1)

Çanda dawetan bi rastî jî di nav me Kurdan de ciyekî girîng digire. Gelê Kurd ji kêf û şahiyê pir hez dikin, ji ber vê yekê jî dawetên Kurdan wek mîna mîhrîcanan xweş û geş dibin. Lê belê di nav dawetên Kurdan de li gorî herêman cudahî derdikevin holê. Em vê cudahiya di nav dawetan de dikarin li her herêmê …

Bêhtir Bixwîne »

Gurzek Gihayê Kode- Maşallah Milazgirî

Min û hevalekî hêja rojekê behsa zemanê berê dikir. Wî hevalî gote min: -Tu ji Welatê Serhedê yî. Ji kerema xwe re li ser paletiya  giyayê dikarî nivîsekê binivîsî? Min jî daxwaza wî hevalê hêja bi dilrehetî pejirand. Piştî vê biryarê,  ketime nava xem û xeyalan û min berê xwe da dema zaroktiya xwe, ew çanda kevnar a bav û …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Delîl Dîlanar albumeke nû ya giranbiha

DiAlbuma Delîl Dîlanar “Dengbêjname-1” bi etîketa PEL Recordsê derket. Bihara ku Pel Recordsê bi hunermendên hoste yên muzîka kurdî ve dabû destpêkirin bi albuma “Dengbêjname” a denbêjê nivşê nû DelîlDîlanar re berdewam dike. Strana klasîk a dengbêjê bi nav û deng Şakiro “Nêçirvano“navê xwe dabû albuma yekem aDelîl Dîlanar. Rêze albumên Delîl Dîlanar bi navê kilamên “Serayê” û “Zerîyê” ên …

Bêhtir Bixwîne »

Nizamettin Ariç: Ez Hunermendê Gelê Xwe Me

Hunermendê kurd Nizamettin Ariç yan jî Feqiyê Teyran weku di nav Kurdan de tê nasîn, bi xwe ji Bakurê Kurdistanê ye. Ew li herêma Agirî (Serhedan) hatiye dinyayê û ji berî 35 salan ve ji welêt sûrgûn bûye û li Almanyayê bi cî û war bûye. Ew bi xwe ne bi tenê mûzîkjen û stranbêj e, lê ew akter û …

Bêhtir Bixwîne »