Perşembe , Mart 4 2021

Tag Archives: Seîd Veroj

Rewşa zimanê Kurdî (kurmancî û kirdî/dimilî) li Bakurê Kurdistanê

Kurdên li bakûrê Kurdistanê, bi du dîyalektên (zaravayên) zimanê kurdî dipeyvin; kurmancî û kirdî (dimilî/zazakî). Dema ku mijara (babeta) nivîsê ziman û dîyalektên kurdî be, bivê nevê ji bo ronîkirina pênase û pêvajoya geşbûna ziman û dîyaletan, kurteagadarîyek divê. Kurteyek li ser ziman û dîyalektan Dema em bala xwe bidin xebatên li ser ziman û dîyalektolojîyê, dîyar dibe ku ev …

Read More »

Portreyên Şophiştî-I Ya Seîd Veroj

Nivîskarê hêja birêz Seîd Veroj di Portreyên Şophiştî (Cilda Yekemîn) de li ser bîst û neh portreya rawestîye. Him di alîyê zimên de, him jî di aliyê agahîyên dîrokê de karekî gelek baş kiriye. Portreyên Şophiştî ya Seîd Veroj, bi ziman û agahiyan ve mohra xwe dîroka Kurdan xistiye. Pirtûka di dest min da ji Weşanên Dara derketiye, çapa yekem …

Read More »

Vexwendin bo Konferansa Rewşa Medya û Çapemeniya Kurdî

Di 27ê  nîsanê de di seat 1ê nîvro de bi piştgiriya Tora Medyayê Kurdistan 24 û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li Jûra Bezirganiyê ya Fîskayay Diyarbekirê binavê “Di Salvegera 121emîn a Rojnameya Kurdistanê de Rewşa Medya û Çapemeniya kurdî” wê konferansek bê kirin. Axaftvanên konferansê Ji Zankoya Polîteknîk a Silêmanî Dr. Hêriş Resûl, ji Zankolaya Selahedîn Dr. Rezwan Badînî  û Dr. …

Read More »

Der barê Kurdistanê de raporta Mr. Trotter û bersiva Ebdurehman Nacim

Ji şerê salên 1877-1878an ê dewleta Osmanî û Rusya şûn ve, di pêşengiya siyasî û civakî ya tevgera Kurd de jî guherînên girîng ên nû çêbûne. Pêşengiya tevgera Kurd, ji rêvebirên mîrnişîniyan derbasî ulema û rêberên dînî dibe. Şêx Ubeydullahê Nehrî, mînakekî girîng ê temsîla destpêka vê dema nû ye. Şêx Ubeydullah, rewşa siyasî-civakî ya piştî Şerê Osmanî-Rusan û dewleta …

Read More »

Seîd Veroj:Ger ronahî ne ji me be, çiraya xatirê rêya me ronî nake

Seîd Veroj di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî û unîversîte li bajarê Diyarbekirê xwend. Xebata wî ya li ser Kurdolojîyê, di salên xwendina unîversiteyê de bi berhevkirina materyalên ziman û folklora kurdî dest pê kiriye. Di sala 1997an de, bi tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir. War, hetanî sala 2004an li ser hev …

Read More »

Nûbihar 142 Derket!

Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya142yem derket.! Nûbihar di Adara 1992yan de wek  weşanxaneyekê dest bi xizmeta xwe kiri bû, piştî heft mehan jî wekî kovarekê dest bi xebatên kovargeriyê kiribû… Nûbihar ji sala 1992yan ve li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe wek gelek weşanên din dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi pirtûkên xwe, …

Read More »

Hemolek û Kemolek

Hebû tûnebû, ji rojan rojkî, Hemolek û Kemolek hebûn. Herdu bihevra dijiyan. Rojekî biharê, baran barî û xaniyê wan dilop dikir. Hemolek derdikeve ser xaniyê ku banê wî lox bike. Linga wî dişimite û dikeve bin loxê dimire. Xwîna wê bi ava baranê ve ji çironekê tê xwarê. Wê demê Qijtik jî tê mêvaniya wan û mêze dike ku ji …

Read More »

Rêxistin û rêxistibûna jinên kurd

Yekemîn rêxistina jinên kurd, berîya 97 salan hate damezirandin. Di hejmara 26ê Nîsana 1919yê rojnameya Serbestîyê de, bi navê “Sazîyeke nû ya kurdan” nûçeyek hatîye belavkirin û di vê nûçeyê de agahdarîya damezirandina Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd [Komeleya Pêşketina Jinên Kurd-KPJK] hatîye belavkirin. Dema em li kovar û rojnameyên wê demê binêrin, em dibînin ku nivîs û nûçeyên li ser …

Read More »

Ronakbîrekî jibîrkirî: Mehmed Mîhrî Hîlav

Di lîteratura ronakbîrîya kurd de kêmbûn/tunebûna bîyografîyên têrûtijî û berfireh yek ji kêmasîyên sereke ye. Bîyografî dikare rê bigre liber jibîrkirina kesayetên di dîroka neteweyekê de keda wan heye an li çand û dîroka neteweya xwe zêde kirine. Wek şaxeke zanîna dîrokî jî mirov dikare li bîyografîyan binêre. Jiber ku şexsîyetên navdar an berhemdar ligel qabilîyetên û zîrekbûna xwe berhemên …

Read More »