guherîn divê veguherîn divê jîn divê vejîn divê hestên min bi peyvên bêdeng digevizin di nav hev de gotinên jorîn carna dibin hêvî derman dikin birînên min carnan jî min dixin mitalan û dibin ber asoya xumam ve ligel ku kesek im tenê me bi serê xwe ji awirên hinavkê sergirtî be jî ew dibe ez ku ne şaş bim …
Tebax, 2018
-
10 Tebax
ma qey tê bimira
her ku nizanim tu li ku yî min beriya te kiriye qurt bi qurt te diquripînim ne dibînî ne dibihîzî li min girtiye taya evîneke bê miraz li bin sîwaneke bê baran li nav pezekî bê berx û karik li ser doşekê tenê me ne şuşa vexwarina bihûştê ne jî heyama sermestiyê ji kul û keserên ji te mayî min …
-
5 Tebax
çiya niqutî dilê min
çiya niqutî dilê min ez xistim bin sîwanê derewên ji hezar salan ve bi deshilatiya qesasiya zemên li çiyê hatibûn barkirin bê fikirîn dihatin reşandin, bi ser mirovên derewîn de tevî barên ji qonaxên zemên lêkirî çiya di tevahiya bihurdekên zemên de xwe dikir star; kaşikên cêwîk bi dilnizmiya fîlozofên mirovperwer ji mirovahiyê re feda dikir giraniya ji destên aferîdan …
Tîrmeh, 2018
-
30 Tîrmeh
sorşilî
jîn im bihar im jan im dizar im çem im bê av im nexş im bê tav im ewrên reş tarî dil lihevketî lehî tên lehî dibin birûsk tên beyar namîne lê bê evîn e axa sorşilî bê bexte li wir derz dibe berxêm lewma bi xem im têve diçin xwar bi potên spî ne ku xeyal e mija hişê …
-
25 Tîrmeh
hestên qefaltî
zuha bûm ez ji derdê te kole me bo dîtina te tî mame li vir ji tîna te de were jiyan nabe bê te çav xulmaş bûn li riya te ger tu neyê dimirim bo te heta kengê silûk bo te nebînim bê ronahî roj te Adar 1999 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
20 Tîrmeh
Bi Bîr Tê
dûyê cixareya min hilmek ji kesera te wê rûdêna zêrîn ji asîmanê heftan bi kenekî zarokane ji nav xewnên vejane hildigire û tîne li ber dilê bêzar datîne ji dana rojê tîrêjek berxudarî ji tenêtiya ne tenê re dibe hevalek mayînde û naxwaze bi vemirîna cixareyê re çavên ku li xêzên dûyê aliqîne ji hilma tîna te ya giyanewer …
-
15 Tîrmeh
Ber Bi Şemalê Ve
sinca li ser dilê min bûye sîwan ji ber qirşikên jihevdûr tîna awirên te dadiweşîne bi ser hembêza min de 28 Adar 2003 Salih Turan-Dayik Bê Roj in Weşanên Noş- Hezîran 2014
-
10 Tîrmeh
bêrî
di pêlên deryaya biyan de rûdêna zêrîn çavên min xilmaş kirin ez bi tevzînoka bayê te digihînim tenîşta xwe 14 Tîrmeh 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
5 Tîrmeh
glokên tîrêjkuj
sawa xilasbûna ji tirsa bê wate min dixe nav pêçeka kul û derdan çarîna qirnê roj bi roj tije dibe ji keserên ku demê li paş xwe dihêlin li nav jiyana berbang vemirî wek glokên berfê ku piştî bayê bihev ve dibin li ser çiyayên roj li wan venamire bi gewrebûn û şida glokên qesas mîna tîpên bircên qewîn û …
Hezîran, 2018
-
30 Hezîran
tîrşemalî
jiyan li ser kêlikên bizmarî min diêşîne biyan dimînim li warên bênav û nedîtî dîmenên çavên bêsiûd hêsirên ava te dibarînin ji kurahiya ramanên dildar beramberî hesudên ez pêçame lê ez çiqas ji te dûr bim jî tu min dibî bal xwe lewre êşa min ji keserên rabirdûyên nêz ve diherike ber bi hembêza te ya tîrşemalî ve… …