Di kovarê de ji bilî gotar û hevpeyvînan danasîna albûma Mirady û nirxandinek li ser albûma Serhat Ertunayî jî heye. Kovara muzîkê ya xwerû bi kurdî, tevahiya wê rengîn û li ser kaxeza kuşe Ziryabê dest bi weşanê kir. Desteya weşanê ya Ziryabê ji van kesan pêk tê: Ji Siya Şevê Gokçe Selim û Serhat Temel, Harûn Elkî û Ozan …
Sermawêz, 2018
Cotmeh, 2018
-
10 Cotmeh
Selîm Berekat Max Jacob navdewletî ya Max Jacob wergirt
Nivîskarê Kurd Selîm Berekat xelata navdewletî ya Max Jacob wergirt. Selîm Berekat ev xelata edebî li ser çend berhemên xwe bi hevbeşî ligel du nivîskarên din wergirt. Berekat di cîhana edebiyata erebî û cîhanî de navekî xuya û naskirî ye û gelek berhemên wî yên bi navûdeng hene wek: Leşkergehên Hemdemiyê, Miriyên Sade, Herdu Jiyanname, Quling, Yezdan, Dîwan û Nêrgiz …
Tebax, 2018
-
10 Tebax
Derbarê Barzan û Barzaniyan de pirtûkek nû hate çapkirin
Pirtûka bi navê “Barzan Mîkromodela Kiyaneke Serbixwe”, ku ji aliyê bedir Îsmaîl Şêrokî ve hatiye nivîsandin, bi zareveya Soranî hate çap û belavkirin. Nivîskarê pirtûkê Bedir Îsmaîl Şêrokî ji Rûdawê re ragihand, ku ev 2 sal in mijûlê nivîsandina vê pirtûkê ye. Derbarê naveroka wê de Şêrokî got: “Barzan Makromodela Kiyaneke Serbixwe lêkolînekî gelemper a di warê ayîn, bawerî, îrfan, …
Hezîran, 2018
-
7 Hezîran
Delîl Dîlanar: Dîrok, ziman û wêje di nav dengbêjiyê de ne
Dengbêjê Kurd ê modern Delîl Dîlanar got, divê hunermendên Kurd dengbêjiyê û berhêmên wan li gor mercên îro nûjên bikin. Hunermend Delîl Dîlanar diyar kir ku di welatên azad de hunermend zêdetir dikarin giraniya xwe bidin ser hunerê û got: “Li welatên azad mirov ji mijarên siyasî dûr dikeve û bala xwe dide hunerê.” Dîlanar da zanîn ku dengbêjî perçeyeke …
Adar, 2018
-
27 Adar
Rûdaw: Di jiyana dijîtal de şopa bav û kalan ‘Kovara Çandname’
Kovara Çandnameyê bi zimanê kurdî li jêr dirûşma “Li pey şopa bav û kalan” wek dijîtal derket û hilberîna bi zimanê Kurdî kiriye armanca xwe. Kovara Çandnameyê bi zimanê kurdî tê weşandin. Ji bo ku niha bigiranî xizmeta Kurmancî dike kovar wê bi Kurdiya Kurmancî derkeve. Armanca kovarê hilberîna bi zimanê Kurdî zêdekirin e. Ji bo vê yekê hem ji …
Sibat, 2018
-
1 Sibat
Hejar Zehawî workshopek li ser amêra Defê saz kir
Hunermendê navdarê Kurd Hejar Zehawî, yekem car li Tehranê workshopek du rojî li ser amêra Defê saz kir û 120 kes beşdar bûn. Hejar Zehawî li ser workshopê ji Rûdawê re ragihand, ku rojên 25 û 26ê vê mehê yekem car li paytexta Îranê bajarê Tehranê, li ser daxwaza rêvebera hunerê ya vê worksopê Eselî Melikzade, bi serperiştiya Dezgeha Ferheng …
Rêbendan, 2018
-
8 Rêbendan
Pirtûka Destan Barzan a bi navê 1987 çap dibe
Pirtûka nû ya nivîskar û hunermendê Kurd, Destan Barzan a bi navê “1987” niha li ber çapê ye û di demeke nêzîk de dê were belavkirin. Pirtûk behsa serpêhatiya zarokên Kurdan dike.
Hezîran, 2017
-
9 Hezîran
Fîlmeke zazakî xelateke navnetewî wergirt
Fîlma sînemakarê Kurd Burhan Ateş a bi navê “Vîr” (Bîr) li Belçîkayê di “Festîvala Move Me Filmê” de xelata “Baştirîn Kurtefîlma Navnetewî” stand. Derhênerî û senaristiya kurtefîlma “Vîr” derhêner Burhan Ateş kiriye û di fîlmê de zarava Zazakî ya Kurdî bikar aniye. Sînemakarê Kurd Burhan Ateş ji Rûdawê re wiha got: “Vîr tê wetaya hiş, bîr. Bîr ne tenê …
Sermawêz, 2017
-
7 Sermawêz
Tenê 5 weşanxaneyên Kurdî beşdarî TUYAPê bûne
36emîn Pêşangeha Pirtûkan ango TUYAPê li Stenbolê berdewam e. Lê belê îsal tenê 5 weşanxaneyên Kurdî beşdarî pêşangehê bûne. Pêşangeha ku di nava fûarên herî mezin în Ewropaye de cîh digire îsal bi beşdariya 820 wêşanxaneyan deriyên xwe vekirin. Tenê 5 wêşanxaneyên kurdî jî li fûarê cihê xwe girtin. Di çarçoveya fûara ku eleqeyeke germ dibîne de gelek nivîskar jî …
Îlon, 2017
-
23 Îlon
Salê 20 hezar ton qeşaşîr ji Mereşê tê hinardekirin
Bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê ku bi qeşaşîr ango dondirmeya xwe, nav û dengê xwe li cîhanê belav kiriye, di hinardekirina qeşaşîr de niha derketiye asta herî bilind. Li bajarê Mereşê 5 kargeh û kompanyayên mezin bi firotina buhayê 100 milyon dolar qeşaşîrê hilberînên xwe rêdikin 15 dewletên cîhanê. Karsazên Mereşê dibêjin ku “Armanca me; xwegihîştandina hemû dewletên cîhanê ye”. Ev …