Carekê, li welatekî dûr, bi navê Delal rovîyek hebûye, bi tena serê xwe di nav daristanê de dijiya. Delal, dixwest bi heywanên din re hevaltiyê bike, lê ji ber baweriyek derewîn ku li ser roviyan belav bûbû, ji roviyan herkes dûr disekiniyan. Ji ber ku heywanên din rovî hîlekar û xapînok difikirin. Rojekê, dema ku Delal di daristanê de dimeşiya, …
Cotmeh, 2023
Hezîran, 2023
-
12 Hezîran
Hesp û Rovî
Roviyekî birçî derketibû serê rê, Dît ku hespek ji wê da tê. Hate cem hespî li ber geriya, Hesp pesinand û yek caran giriya. Got: “Ez bêkar û bêşixul, Ji birçîna roviyên min dikin xulexul. Ne zar û zêç, ne war û mal, Ez bê kes im, min ji xwe ra bike heval. Di taldeya te da bisekinim û bigerim. …
Adar, 2023
-
15 Adar
Aqilê xwe ji dûvê rep girtîye! (Çîrok)
Dema mirovekî xetereyeke derbas kiribe û ders jê wergirtibe û ji ber wê çendê bi tedbîr tevbigere tê gotin. Kenoka “Aqilê xwe ji dûvê rep girtiye.” Tê gotin ku rojekê şêr, gur û rovî hersê bi hev re çûne nêçîrê. Di vê nêçîrê de ji xwe re xezalek, kêrvûşkek û kerek girtin. Paşê şêr berê xwe da gur û got: …
Cotmeh, 2021
-
21 Cotmeh
Rovî û Mar
Ji caran carek rovî û marek Rastê hev hatin li binê darek Her çi hikmet be her du bûn heval Li wir bi hev ra man bi meh û sal Dem hat bêhnteng bûn ji evî warî Sibehek rabûn hêj dinya tarî Ji bo wargehek xweşiktir û nû Ketine di rê ev wisa bi zû Di seferê da dît mamê …
Îlon, 2021
-
24 Îlon
Roviyê Dûvzengil
Hebû tûnebû go, pîrek û bizinek wê hebû. Pîrê her êvar, şîrê wê didota û dataniya bin merkebê. Rovîyek jî hîn bûbû, her êvar dihate şîrê pîrê vedixwar û diçû. Eger rojek bî, didu bî, sisê bî, hefteyek bî, rovî bi vî awayî şîrê pîrê vedixwar û diçû. Li çolê, dema ku rovîyên din wî wesa bêdûv dîtin, henekên xwe …
Rêbendan, 2021
-
11 Rêbendan
ŞÎRETA ROVÎ LI ÇÊLAN JI BO REZÊ ŞÊX
Dibêjin, roviyek di şikêreke li nava rezên gûndê şêxekî, têjik derxistine. Dema çêlîkên Rovî givrok bûne, êdî Rovî wan fêrê xwarina tirî jî kiriye. Lê rovî şîret li çêlan kiriye û weha gotiye: – Hûn di nava rezên gundiyan de ne, mêw tev li ber we ne, li navê serbest bigerin, we guşiyekî xweşik bi kîjan mêwê ve dît, bixwun. …
Sermawêz, 2020
-
8 Sermawêz
HEKA LEGLEG
Legleg firî li ezman Ber bi newal û çeman Dît kevokek li ser dar Dike gazî û hawar Gote: Xwişkê te xêr e Te li dil xist wek kêr e Te çi hene derd û xem Ji bo çi dikî sîtem? Ka bêje tu delalê Çi sedema vî halê? Kevokê got bi girîn Bi dilek …
Hezîran, 2019
-
19 Hezîran
Serpêhatiya Şêr, Gur û Rovî
Desala zivistanè, Sewalèn daristanè ; Hemu li hev civîyan, Hinek j iwan girîyan. Bi hewar û bang kirin, Ax bi serè xwe de kirin. Tiştè hatî serè me, Pir nexweşe mîrè me. Yè bihîstin ev xeber, Bi rawestan çune ser. Piçuk mezin hur û gir, Teyr û tilur hirç û gur. Ger çi hebun ew ajal, Hemu rabun çun ji …
Rêbendan, 2017
-
5 Rêbendan
Gur û Rovî- Kadîr Aker
Hebû, tunebû. Kesek ji Xwedê mestir tunebû, roviyekê pîr hebû, dikir nedikir nikarîbû ji xwe re xwarinek bidîta. Radibe dere hina gur dibije: – Apê gur, were em û tu bibin heval, em bi hev re herin seydê, nêçîrê me girt em ê tevda bixwin, Gur, dibije: – Dibe, lê ka em ê herin ku derê seydê. Rovî, dibije: …
-
4 Rêbendan
Roviyê Fêlebaz -Adem Çoruh
Sibehekê dawiya payîzê de mêrikek diçe ser karê xwe. Merê dixe ser milê xwe û çend qederek rêkê diçe û dibîne ku marek tê ber riya wî. Mar ji serma lê ketibû, bêhal û belengaz bû, dilê mêrikî ji mari ve ma û mêrik rabû mar ji dana ser devê mera xwe û rabû rêya xwe girt. Mêrik çend qederekê …