Vê sibê bi telefonê ez bi diya xwe re axivîm û Mmin ji diya xwe pirsî; yadê, kurd ne diz in, ne bênamûs in, ûvmerd in jî. Naxwe çima dîwarên hewşên xwe ew qasî bilind dikin.? Bise ez ê meseleyeke berê qewimiye ji te re bibêjim tê fêhm bike… Gundê xalê min li nêzîkî sînor bû. Mala xalê min jî …
Rêbendan, 2020
-
17 Rêbendan
Hesenê Çerkê – Ronî Aram
Digo li Nisêbînê yekî bi navê Hesenê Çerkê hebû. Hesenê Çerkê zilamekî temenê wî dirêj û axêvtina wî xweş bû. Hingî bi meseleyan û çîrok û çîvanok dizanîbû. Mirovan tim û dayîm xwe lê digirtin û mala wî bûbû cihê civatê.
Cotmeh, 2019
-
4 Cotmeh
Rojên Berê – Ronî Aram
Herê herê Kanîn ew rojên berê.? Ew kaya li ber kerê Ew berxê li ber miyê Ew rojên em diçûn giyê Pir xweş bûn ew rojên berê. *** Erê erê Kanî ew çanda berê.? Ew savarên li bênderê Ew beroşên danûkê Ew qirêja heshesûkê *** Belê belê Ji bîr nakim wê rêya li ber têlê. Şûxlê me yê febrîqê Ava …
Îlon, 2019
-
6 Îlon
Jîna Dinê – Ronî Aram
Zar bûm hatim dinê Şîr da min dayê Kor bûm Sivik bûm Barê diya xwe bûm Piştre çav vebûn Mezin dibûm Çi qas mezin dibûm Barê min giran dibû Jiyan barê giran bû Niha di bin barê xwe de me Êdî her tiştî dibînim Hêdî hêdî hîn dibim Hêdî hêdî dîn dibim Û hêdî hêdî dimirim…
-
5 Îlon
Qûmar – Ronî Aram
Siyaset qûmar bû Dinya maseyek qûmarê bû Dinya alem ji xwe re bi vê qûmarê dileyîstin Li ser maseya qûmarê hemû cûre millet rûniştibûn. Tirk, Ereb, Fars, Ûris, û hwd.. Li ser her tiştê min dileyîstin. Nirx, ax, gund û bajar. Hema her tiştên min yên li sererd û binerd.. Ew bi kelecan ji xwe re dileyîstin, Û ya herî …
-
3 Îlon
Çima Tu Nayê / Ronî Aram
Nexweş ketim canê, tu li ku yî? Berî ez bimrim, min nexe tirbê! Roja tengasiyê, tu ne li vir î Ez dimrim canê, çima tu nayê? Şevên cemidî, dikevim tayê Bê te serê min, dikeve belayê Delal zû wer e, qet bê te nabe Ez dihelim canê, çima tu nayê? Were delalê, were hevalê Bê te çi dikim, sebra min …
-
2 Îlon
Yekîtî / Ronî Aram
Netew yek e, birîn yek e, êş yek e. Welat yek e, ew ne milkê kesek e. Kurdino rabin, xebat bikin, bi kurmancî. Ji bo vê ye ew qas jan û axîn û sancî. Bi zazakî, bi soranî, bi goranî. Bi loranî, bi toranî, bi hewremanî. Bi her devok û her şêweyên vî zimanî. Biaxivin, binivîsin, fêr bibin tev bi …
-
1 Îlon
Dilê Şikestî / Ronî Aram
Eger ji vê eşa dil ez rizgar bibim Ez hew carek din evîndar dibim Ku min bizanîbûya min dil ne dida Îro polî poşman min li xwe ne dida Ez hew dilê xwe êdî didime kesî Ez bawer nakim ji sozên tu kesî Ji destê yar, min derba xwe xwar Çi qas bigirîm û ez bikim hewar Feyda nakin ev …