Yekşem , 23 Sibat 2020

Tag Archives: roman

Roman û dîrok

Pêwendiya roman û dîrokê pêwendiyeke resen e. Lê tu carî ew herdu ne yek in û nabin yek jî. Bila em bi pirsekê dest pê bikin: Xwendina romanekê ku behsa serdemekê dike, çi cudahiyeke wê ligel pirtûkeke dîrokî heye ku behsa heman serdemê dike? Ev pirs ne tenê li ser çêja xwendinê ye, lê pirseke kevn e ku li ser …

Read More »

Roman û Sînema

Ji berê ve têkiliyeke guhêrbar di navbera edebiyat û sînemayê de hebû. Hertim ji bo berdewamiya xwe, sînemayê pişta xwe bi edebiyatê û bi taybetî bi romanê girêdaye. Piraniya tekstên ku dibin fîlmên sînemayî roman in, bi taybetî sînemayê ji destpêka peydabûna xwe ve, bi tevahî pişta xwe bi romanê girê dida. Lê roman bêyî guherîn û destkarî nagihe ser …

Read More »

Romana dema Merwaniyên kurd ‘ÇIYAYÎ’

Niha li Tirkiyê romanên ku li ser bûyerên dîrokî hatine hunandin herî pir têne firotin. Li Kurdistanê rewş çawane ez baş nizanim, lêbelê diyare di nav xwendevanên kurd de jî balkêşiyeke li ser romanên ku mijara wan demeke dîroka kurdanin heye. Çend romanên nivîskarên kurd ku mijara wan bûyerên dîrokîne bala min dikşîne û ez bi dilxweşî dixwînim. Romannivîserê  kurd …

Read More »

Romana kurdî ji kengê de heye?

Berî ku em bersiva vê pirsê bidin, em dixwezin, ji xwendevanên hêja re, ji kelepora me ya gelêrî serpêhatiya Memê Ewan pêşkêş bikin. Lê belê emê bi kurtahî di ser bûyeran re derbas bibin û nekevin tiştên hûrik. Tenê bi vî awayî em dikarin di çarçewa gotareke rojnamevanî de destaneke dûr û dirêj bidin naskirin. Li gor dengbêjên Kurdan çêrok …

Read More »

Roman û Trajedî

Navê romana min a herî dawî “Trajediya Evîndaran” e. Ez ê behsa romana xwe nekim, lêbelê ez ê bi gelemperî behsa roman û trajediyê bikim. Di her romanê de tirajediyek heye. Trajedî qedera romanê ye. Her roman dinyayek e, cîhanek bi serê xwe ye. Roman di dema sedsala 18’an de, di çaxê ronahiyê ku dest pê dike wek şaxeke edebî …

Read More »

Pêwîstiya Nirxandina Romanên Kurdî

Li ser romanên kurdî çiqas gotarên danasîn, nirxandin, şîrovekirin û analîz bêne kirin ewqas ji bo romana kurdî û bi gelemperî ji bo edebiyata kurdî baş e. Hinek kes (xwendevan û nivîskarên kurd) bi devkî romanên kurdî, berhemên edebî dinirxînin, lêbelê bi nivîskî yek rêzek jî nanivîsin. Gotinek heye dibêjin; heger ez neşewitim, tu neşewitî, ew neşewite dê çawa ronahî …

Read More »

Analîza Berhemên Edebî -5-

Wek min di rêzên jorîn de anî zimên, Edebiyat bi rexnegiriyê pêş dikeve, dewlemend dibe. Rexnegiriya edebî ji bo nivîskarên berhemên edebî rênîşandane, balkêşiye, xwe ji şaşî û çewtiyan xilaskirine. Rexneyên çêker ji bo nivîskaran alîkariya herî giranbiha ye. Di nav edebiyata kurdî de şaxa rexnegiriyê qels maye. Berhemên edebî nehatine rexnekirin, analîza pirtûkên kurdî nehatine kirin. Hinek nirxandinên ku …

Read More »

Gulîstana Çîrokan

Çawa ku di hêla ziman, çand û edebiyata kurdî de kurdên li Swêdê serî dikşînin, herweha di hêla afirandina pirtûkên perwerdeyê yên bi kurdî de jî mamosteyên kurd yên li Swêd  pêşkêşiya kar û xebata perwerdeyê jî pêk tînin. Li Swêdê bi nave “Navenda Pedagojîya Kurdî – Kurdiska Pedagogisk Centrum” weşanxaneyeke kurdî nû hatiye damezrandin. Ev weşanxane dê bi giranî …

Read More »

Xezal

Kurdên Sovyeta berê (Kurdên Kafkasyayê) berhemên xwe bi tîpên Krilî dinivîsînin. Wan hetanî niha gelek berhemên çandî, edebî, lêkolînî û dîrokî afirandine. Di van çend salên dawîn de hinek berhemên wan bi metoda Transkrîpsiyonê ji alfabeya Krilî kirin alfabeya Latînî. Ev kar û xebat ji bo çand û zimanê Kurdî xizmetek gelek hêja ye. Pirtûka bi navê “XEZAL”ê jî bi …

Read More »

Romana dema Merwaniyên kurd ‘ÇIYAYÎ’

Niha li Tirkiyê romanên ku li ser bûyerên dîrokî hatine hunandin herî pir têne firotin. Li Kurdistanê rewş çawane ez baş nizanim, lêbelê diyare di nav xwendevanên kurd de jî balkêşiyeke li ser romanên ku mijara wan demeke dîroka kurdanin heye. Çend romanên nivîskarên kurd ku mijara wan bûyerên dîrokîne bala min dikşîne û ez bi dilxweşî dixwînim. Romannivîserê kurd …

Read More »