Mîhrîcana deng û rengan Hesenê Metê (1957-) nêzîkî bîst salî ye li dîasporayê bi novelên xwe edebîyata kurdî dewlemend kirîye. Em dê hewl bidin bê Hesenê Metê di novela xwe Tofanê da bi vegêraneke çawa tofana di mejîyê xwe da ji xwînerên xwe ra vegotîye? Naveroka Tofanê, jîyana kurdan a bi êş û azar e ku bi hezar salan dest …
Adar, 2024
Sibat, 2024
-
23 Sibat
Hotel Dinya
Platon û Arîstoteles hunerê wek olandayîna rastî û ya xwezêye pênase kirin. Hûner û hemû beşê wê jî gelemperî derdorê vê bîrdoziyê teşe girt. Kîjan wênesaz kulilkekî, herî xweşîk û tinguz saz bike. Wênesazê herî baş ew e. Her wuha helbestvan, çîrokbêj, stranbêj… Li ser himê bîrdoziya olandayînê wergerê jî ciyê xwe girt. Îro hemî dinya dike kû hêz …
-
8 Sibat
Têgehsazî û awirek li ser têgeha ‘Xwemalî’yê
“Romaneke baş bi pirseke biçûk dest pê dike û bi pirseke mezintir diqede.” …
Rêbendan, 2024
-
7 Rêbendan
Ji Nûbiharê Du Pirtûkên Nû!
SÎSÊ Mîroyê Esed Amadekar: Mustafa Kılıçaslan & Mehmet Yıldırımçakar Ev novela Mîroyê Esed a bi navê Sîsê, yek ji nimûneyên romanên Kurdî yên dewra Soviyêtê ye ku tema û şêwaza wê piranî li ser realîzmeke civakî ye. Her wisa veguherîn û rabûna cima‘etekî ‘elam dike, ku tevî azadbûna ji rêwresmên berê ew fikra realîzma sosyalîzmê jî dihewîne. Dîsa jî di …
-
5 Rêbendan
Nirxandinek li ser romana 3 gav û 3darek
KURTASÎ Di vê xebatê de em ê li ser romana 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de şîrove, rexne û tehlîlên hatiye bikin. 2007an heta roja îro li ser vê pirtûkê gelek xebat hatine kirin em ê jî ji wan hinekan sûd werbigrin. Roman ji ber ku romaneke dîrokî ye dibe ku zêde çavkanî …
Hezîran, 2023
-
31 Hezîran
Pirtûka Şerê Melazgirtê û Kurd
Dîroka tirkan li ser derewan hatiye avakirin û nivîsîn. Wan dîroka xwe bi derewan nivîsîne. Hinek nijadperestên tirk ji asya navîn heta çermsorên Amerîkayê hemû dikine tirk. Jineka keftar a tirkek kemalîst pirtûkek li ser derewan nivîsî û got Sumer jî tirk in. Dema mirov bê kok, bê esalet, bê esl û fesl be, dê weha bike. Mongolên hov yên …
-
10 Hezîran
Romana Semerqand – 47 (Amîn Me’lof)
Cherborg, 10ê Avrêla 1912ê. Li pêşberî min Deryaya Manşê ya bê serî û bê binî, bi ava xwe ya zîvîn ve weke mehfûrekî ya Îranê dirêj dibûya. Li rex tenişta min: Şêrîn. Di baholên me de: Destnivîs. Li derdora me qelebalixek belav û tev Rojhilatî! Behsa gelek kesên navdar yên li Tîtanîkê siwarbûyîn hat kirin, lê hat ji bîrkirin ku …
-
7 Hezîran
ROMANA ŞÎN A SIRGÛNA MALBATA ŞÊX SAÎD
Roman beșek ji edebiyatê ye û di nav șaxên edebiyatê de li ber șaxên din șaxek nû ye. Peyîva roman ji zimanê Fransizî tê. Roman vegotinek pêxșanî ye û pir berfireh e, dikare di nav pelên xwe de hemû șaxên edebiyatê bide cîhkirin. Bi kurtayî vegotinên dirêj û berfireh ên nivîsî re roman tê gotin. Bi dirêjbûn û berfirehtiya xwe …
-
5 Hezîran
Romana Semerqand – 46 (Amîn Me’lof)
Di parlementoyê de heftê û şeş parlementer, li benda wî bûn. Hin bi şaşik, hin bi fes, an bi kum bûn. Ji Benîademan yên rapir, weke Ewropiyan xwe pêçabûn. Serokwezîr saet yazdehan, wek çawa herê ser kursiyê sêdarê, welê çû ser kursiyê parlementoyê. Ultimatoma ji alê Londonê ve jî hatî pesendkirin, bi dengeke nivz xwend û biryara hikumetê ragihand: Yê …
Sermawêz, 2023
-
30 Sermawêz
Romana Semerqand – 45 (Amîn Me’lof)
Sala 1911ê li Îranê her kesî digot: “Emerîkî û hey Emerîkî!”. Heke ez bêjim wê salê, li Îranê di nava berpirsyaran de kesê herî dihat heskirin û herî xurt Morgan bû, yê ne pirole bê. Tiştên dixwestin bike bi rojnamegeran re parve dikirin û heta ji ber ku mijarên asê de fikrên wan jî werdigirtin desteka rojnameyan jî pirbû. Bi …