Tag Archives: rojname

Tebax, 2022

  • 11 Tebax

    Di romana kurdî de Mozart û Pink Floyd

    Albert Camus digot ku mirov ne bi tenê bi tiştên gotî ve, lê her weha bi tiştên veşartî ve jî heye. Ev çavdêriya ku pişta xwe dispêre şiyan û feraseta zimanî bala me dikişîne ser du xalên din jî. Armanca peyvê raguhestina peyamekê ye. Lê belê ziman bi xwe pragmatîk e û li gorî rewşa axavtinê ava dibe û wateya …

Hezîran, 2022

  • 13 Hezîran

    Şîddeta bindestan û Xwebûn û Welat

    Li devera ku bindest gihîştibin asta hişyariyê û çavên wan vebûbe, serdest û dagirker jî mecbûr dimînin ku bi awayekî xwezayî ve xwe adapte bikin. Bindest li şûna xwe nasekinin. Serî natewînin û kirasê ku dagirkeran ji wan re fesilandiye li xwe nakin. Lewre tim komikeke şûman û serhişkan peyda dibe û senaryoya têkbirin û xulamkirin û kolekirin û veguherandin …

Gulan, 2022

  • 25 Gulan

    Wêjeya kurdî li ser çi ava dibe?

    Dewra Xanî ya ku diviya me hêza kurdî bidaya ber zimanên din li dû ma. Êdî em dizanin û em pê qane bûne ku em jî “bi esl û binyad” in û dikarin “işqê ji xwe re bikin armanc”. Em êdî dizanin ku “enwaê milletan xwedan kitêb in”, lê Kurmanc jî tê de êdî ne “bê hesêb” in. Dewra Celadet …

Nîsan, 2022

  • 24 Nîsan

    Wêje, bîr û mîras -1

    Wêje, bîr û mîras -1 Bîra civakekê di peyvên wê û çîrokên wê û berhemên wê de ye ku hemû jî li ser zimên ava dibin. Herçî ziman e, ew ne bi tenê bi peyv an dengan ve reng werdigire. Zimanê civakê adetên wê ye, mîmariya wê ye, perwerdehiya wê ye, têkîliyên malbatî an êlî ye, ola wê ye, bîrdoziya …

  • 17 Nîsan

    Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û 124 Saliya Rojnameya Kurdistan

    Mîr Miqdad Medhet Bedirxan di dawiya sala 1897an de ji ber nexweşiyê, ji Stenbolê çûye Qahîre û li wir ji bo pêşketina Kurdan di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku berî 124 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weşandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! …

Adar, 2022

  • 18 Adar

    Têkîliya serdest û bindestan û filmê ‘iki dil bir bavul’

    Mirov bi dîmenên filîmê ‘iki dil bir bavul’ re, gellekî li ber xwe û li ber neçariya xwe dikeve. Ya rast, mamosteyekî paqij û îdealîst û bi tenê heye ku ji cîhaneke din hatiye gundekî kurd. Mamoste tirk e û bi zimanê kurdî nizane. Zarok jî, ji bilî çendakên ku li dibistanê fêr bûne, bi tirkî nizanin. Çîroka filîm ew …

Hezîran, 2021

  • 5 Hezîran

    Erka ziman û têkiliya hiş û zimên

    Peydabûn, pêşketin, erk û fonksiyona çalakiyên zimanî ji destpêkê ve bûye mijara lêkolînan û bala fîlozofan û fikirdaran kişandiye. Arîsto digot armanca ziman ew e ku tiştekî yan fikrekê bi zelalî rave bike. Di vê çalakiyê de, derbirîna tiştên nava hişî esas e. Jixwe heta ku fikir di nava hişî de bimîne û dernekeve derve, nikare çalak jî bibe. Çalakiya …

Cotmeh, 2021

  • 28 Cotmeh

    Derfetên zimên û vegotina wêjeyî

    Ziman wêneyê hişê mirov nîşan dide. Mirov dunyayê li cem xwe çawa bisewirîne, tiştan û alav û bûyer û kesan çawa binirxîne, şopa vê şiyana wî ya dîtin û nirxandin an têgihîştina tiştan jî xwe di zimanê wî re dide der. Zimanê axavtinê û yê nivîsê, bivê nevê, ji hevdu cuda ne. Zimanên ku di nivîsê de gelekî hatine bikaranîn …

Tîrmeh, 2021

  • 15 Tîrmeh

    Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-2

    Beriya ku em derbasî kovar û rojnameyên Kurdî  nebûne em ê li dinyayê û di nava Tirkan de çend mînakan ji çapemeniyê bidin. LI DINYAYÊ ROJNAMEYÊN YEKEM Ji B.Z. nê di sala 59an de Romayiyan ji ber ku gel bi encamên pêşbirkên gladyatoran bizanibe ( gladyator bi serketine an jî têk çûne) bi rojane, nûçeyên rojane bi navê Akta Diura …

  • 14 Tîrmeh

    Li Tirkiyeyê Rojname û Kovarên Kurdî- 1

    LI TIRKIYEYÊ JI SALA 1898AN HETA SALA 1980YÎ ROJNAME Û KOVARÊN KURDÎ- 1 Lenîn di derbarê rojnameyê de wisa dibêje:  “ Çeka şoreşê ya bi heztirîn e.” Pierre Denoyer jî hêza çapemeniyê wisa salix dide:  “ Bê çapemenî, rêvebirin, dijberî kirin, hînbûn û hîn kirin, dan bawer kirin, xebat an jî guhdarî kirin, kirîn an jî firotin êdî bêderfet e. …