Bi navê Xwedayê Rehmanê Rehîm. Xwedê T’ala derheqa vê rojê da wûha emir ferman dike û dibêje: ‘’Gelî yên bawerî anîne! Gava roja înê banga nimêjê hate dayîn, vêca bi bal zikrê Xwedê (nimêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn û firotanê berdin. Ha ev (çûna nimêjê û terka bazarê) eger hûn bizanin ji bo we çêtir e. …