Şemî , 28 Sermawêz 2020

Tag Archives: Ridwan Xelîl

Tora Nivîskaran Vebû

Komeke kurdîhez bo ku nivîskarên kurd bigihin hev bi navê niviskar.orgê toreke nivîskaran avakir. Di vê torê de ji xeynî nivîskarên klasik nivîskarên modern yên wek kodnus, bernamenûs, blognus û hwd. jî dikarin xwe îfade bikin. Projeya ku bi serkeşiya kodnus Xêro Mîrza birêve diçû gihişt encama xwe û bo hemû nivîskaran hat vekirin. Tora Kurdistanî bi pirzimaniya xwe niha …

Read More »

Weşanxaneya Roşnayê Logoya Xwe Guherand

Logoyeke nû ya Weşanxaneya Roşnayê ji aliyê İbrahim Halil Baran ve hate çêkirin. Logoya berê, di sala 2011 de,  bi awayekî amatorî ji aliyê koma Roşnayê ve hatibû çêkirin. Weşanxaneya Roşnayê di sala 2012an de li Diyarbekirê hate avakirin û bi giranî pirtûkên bi zazakiya kurdî diweşênê. Berpisê Weşanxaneya Roşnayê, Roşan Lezgîn mizgînîya logoya nû ji ser hesabê xwe yê …

Read More »

Di Rojnameya Heftnameya BAS De; “Çandname”

“Xebatên Çandnameyê bi giştî dildarî ne” Li ser înternetê bi dehan agahiyên nivîskî yên bi deng û bi dîmen hene û hin ji wan bi riya malperan tên weşandin. Bi Kurdî jî xebatên malperan tên kirin lê yek ji berpirsên malpera Çandnameyê Firat Bawerî dibêje “Cureyên malperên Kurdî gelekî hindik in.”   Ev deh salên dawîn, bi pêşveçûna tekno-lojiyê, di …

Read More »

Kovarnasîn: Psychology Kurdî 3

Em bi jimara sêyem ya Psychology Kurdî dîsa li pêşberî we ne temaşevanên me yên hêja. Psychology Kurdî bi jimara xwe ya pêşîn li ser travmayê rawestiya bû û di jimara duyem de jî behtir li ser tedawîkirina travmayê rawestiyabû. Kovar niha jî bi jimara xwe ya seyem li ser mijarên curbicur radiweste û me bi naverokeke dewlemend pêşwazî dike. …

Read More »

Malpernasîn: www.awirek.com

Malpera fîlm temaşekirine ya bi zimanê kurdî bi dirûşma “Hûn jî Awirek bavêjin fîlman!” dest bi weşana xwe kir. Di Malpera Awirek de, Fîlmên Kurdî û Tirkî, Fîlmên bi dublaja Kurdî û Tirkî  û fîlmên bi binnivîsa Kurdî û Tirkî wê bên weşandin. Bi saya vê malperê fîlmhezên kurd bi zimanê xwe dikarin li gelek filmên xilatgirtî yên navdewletî temaşabikin. …

Read More »

Balafirvan – Nûçeyek 74 Sal Berê 2

BALAFIRVAN Di şerê Lîbyayê de piştî ko eleman di dora Xezalê de sekinîne şerê balafiran xurt bûye. Her du ali bi balafiran li wargehên hev didin. Balafirvanên ko di resmê jorîn de têne dîtin bi ken li balafirên dijmin dinihêrin. Balafirên dijmin bi ser wan de tên û dikin li wargehê wan bidin. Piştî Kêlîkê balafirvanên ingilîzî û elemanî di …

Read More »

Du Nûçeyên 74 Sal Berê

Piştî şerekî behrî vapor û filûqeyên ingilîzî nîzingî li noqareke talyani dikin. Ev noqar di wî şerî de birîn bûye û bin av dibe. Ingilîz deryavanên wê noqarê dikin hêsir bigirin. *** Ji mêj ve ye dora asêgeh û pêşiya xetên şer bi têlên bi derzî digirtin û tê re derbas bûn ji mihaciman re îşekî dişwar bû. Le niho …

Read More »

Elîsabêt Xudantaca Ingilîstanê – Nûçeyek 74 Sal Berê 1

ELÎSABÊT XUDANTACA INGILÎSTANÊ Qralîçe Elîsabêt li rex mêre xwe ê xudantac û digel milete xwe ê dilqewîn ji bo zefer û serdestiya welat û kişwerê xwe bi her awayî û li her derê dixebite. Elîsabêt herçî civatên arikariyê ji bo şerevaniyên ingilizî hene tê de ye û bi lebatên wan civatan re bi kar û wezifa xwe a milî mina …

Read More »

Jiyana Elîyê Herîrî (1010-1077)

Yek ji helbestvanên Kurd ên klasîk û kevn, ELÎ HERÎRÎ ye. Elî Herîrî sala 1010an de li gundê Herîra ku li Deşta Herîrê ye û wê demê girêdayê bi Colemêrga Şemzînanê ve bû, hatiye dinyayê Herîrî di sala 1077an de jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Mixabin gora wî ne diyar e ku li kudê ye, lê guman tê kirin ku …

Read More »