Tag Archives: rêziman

Adar, 2017

  • 3 Adar

    Tev gerîn, tê gihan, lê xistin û hwd., pev re yan cuda binivîsin?

    PIRSA XWENDEVAN Dem baş mamoste Baran, ev demeke baş e me li rewşa te nepirsiye, hûn çawa ne, Xwedê bike hûn baş bin? Mamoste sê pirsên min hene, bi hêviya ku tu ji me re zelal bikî. …  2- Hin peyv hene her çi qas nayên jimartin, di devoka me de wekî pirjimar tê gotin,her wekî: nîsik, nok,fasolî, sîr, dendik, …

Cotmeh, 2016

  • 6 Cotmeh

    Rastnivîsa Qertafan – 3

    Bêje di hevokan de ( têvî qertafên xwe ) serbixwe ne. Hemû perçeyên di gramerê de « qertaf » hatibin binavkirinê bi bêjeyan ve zeliqî tên nivîsandin. Ji ber ku di rastnivîsa qertafên sazîyê de gelemperî pirsgirêka rastnivîsandinê tune ye ( xênjî bikaranîna qertafa « –î » yê li pêş tîpa « y » yê ). Di vê mijarê de …

Îlon, 2016

Tebax, 2016

  • 29 Tebax

    Hebûn, Nebûn, Tunebûn

    hebûn, tunebûn, bûn,  heye, tuneye, nîne, ne … ye; hatin, nehatin, nahê, nayê, naye PIRSA XWENDEVAN: Dem baş mamoste .. Roja 21’ê Sibatê li zimanê me pîroz be … bi çend pirsan ez ê dest pê bikim: *Destê bi tenê, deng jê nayê. *Ez nayêm *Bila em nayin *Bila ew naye *Tu nînî (tu neyî ) *Ew nîne (ew neye) …

  • 21 Tebax

    Têkilîya BÛN û Fermanî, Bilanî, Hekanî û Dema Nuha

    Têkilîya BÛN (wek lêkera alîkar) û Fermanî, Bilanî, Hekanî û Dema Nuha Carek din silaveke din pêşkêşî cenabê te dikim. Her bijî, pismam. Min dixwest ku ji min ra ferqa hevokên Şertî û Bilanî îzeh bikî ji kerema xwe ra. Mînak:   Bila ez ji hêsp biketama, ne tu. Eger hêsp baz neda tu nediketî. (AFRASIAB)  ———————————————————————————————————————————–   Ji bo hevokên …

  • 4 Tebax

    Di Kurmancî de ducarkirina deng/tîpan heye?

    PIRSA XWENDEVAN   Mamosta, pirsên min îro  gelek in:   4–   Dubarekirina dengdaran di Kurmancî de heye? Wek:       Herro (her roj), gellek , gulle û hwd.   Sipas dikim, silav û rêz.   HOGIR BALIC    ————————————————————————————————————– Ducarkirina deng/tîpan di Kurmancî de heye? Di Kurdî Kurmancî de ducarkirina dengan di peyvên xwerû de tuneye. Lê belê her çi …

Tîrmeh, 2016

  • 31 Tîrmeh

    Rêzimaneke kurdî ji sala 1869

    Nivîsara Samuel A. Rhea Brief Grammar and Vocabulary of the Kurdish Language of the Hakari District (Kurterêziman û ferhengoka zimanê kurdî yê devera Hekarî) yek ji berhemên pêşîn in ku li ser zimanê kurdî bi zimanekî ewropî, vê carê inglîzî, hatine nivîsîn. Nivîsar û ferhengok sala 1869 di Journal of the American Oriental Society (Kovara Civata Rojhilatî ya Amerîkayê) de …

Gulan, 2016

  • 15 Gulan

    Çewtiya Rêzimaniyê

    Nivîseke xweş li ser Rojnamegeriya Kurdî ya li Azebêcanê ku hatiye weşandin, bê ku navê xwedî bidim, dê li ser hin çewtiyên rêzimaniya wê rawestim. Nivîs weha ye: 1) “Di Azarbeycanê de dîroka rojnamegeriya kurdî di sala 1931an destpê dike.” “Di Azarbeycanê de”: Carekê daçeka DI û DEyî ji bo cih, nayê bikaranîn. Çênabe bê gotin “Di Azarbeycanê de”, lê …

  • 2 Gulan

    Peyvrêzî

    Hevok (riste, cumle, sentence) ji peyvan (kelîmeyan) pêk tên. Di hevokekê de dikare yek, du, sê yan – wek prensîp – bêhejmar peyv hebin: 1) 1a) Çû. 1b) Were malê! 1c) Te kî dît? 1d) Bila ew jî sibê bi te re bên bajarî. Anku hevok dikare kurt, dirêj yan navînî be. Anku mirov dikare hema-hema bi dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, …

Nîsan, 2016

  • 3 Nîsan

    Tesîra analojiyê li ser şiklê peyvan

    Di zimannasiyê de, bi taybetî di dengnasiyê de, mebest ji analojiyê anku wekhevkirinê ew e ku hin peyvên bi maneya xwe yan jî karê xwe wek hev, nêzîkî hev dibin. Ev nêzîkbûna wan hin caran dijî qeyd û bendên giştî yên dengnasî ye. Anku eger mirov li gor qeyd û bendên giştî yên dengnasî biçe, hingê guherînên ku di wan …