Medresetuzzehra, projeya Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye ku çareseriya perwerdehiya Kurdan di xwe de dihewîne. Ev proje, bi xusûsiyetên xwe yên gelemperî rêçareyek e ku ji bo alema Îslamê û bi taybetî jî bi çareseriya pirsgirêkên Kurdan ve ‘eleqedar e. Ev proje, nêrîneke berfireh û însanî ye, lê hê jî pêk nehatiye. Encamên vê pêkneanînê yên dijwar li ber çavên me …
Adar, 2021
Sibat, 2021
-
16 Sibat
Ferhenga Navîncî
Di vê ferhenga du zimanî de, ji bo her du zimanan (kurdî û tirkî) peyv, têgih, biwêj û qalibên ku zêde tên zanîn û bikaranîn hatine tercîhkirin. Her wiha ji bo ku bikarhêner bi awayeki baş sûd ji ferhengê bigirin jî hevokên nimûneyî hatine dayîn û li gel vê yekê ji bo têgihîştina ji bergindên hin peyvan ravekirin hatine kirin. …
-
15 Sibat
ePirtûka Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal
Şirketa Botan Internationalê bi piştgirîya Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Kargeha Rojnamegerîya Kurdî pêk anî. 7 Rojan kargeh dewam kir û di vê kargehê de 23 kesan kar kir, 15 dersdaran jî 28 ders dan. Botan Internationalê ew ders wek epirtûkan bi zimanên kurdî û îngîlîzî amade kirin û weşandin. Hûn dikarin ji girêdanên jêrê van epirtûkan dabarkin ser cîhazên xwe yên elektronîk. …
Tebax, 2020
-
26 Tebax
Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû
Weşanên Aryen, bi 2 pirtûkên nû derkete pêşberî xwendevanan. Weşanxaneya ku bi gelemperî xebatên girtiyên siyasî digire dest û di navbera girtîgeh û xwendevanan de pireke ji wêjeyê ava dike, pirtûka çîrokan a nivîskara bi nav û deng Asli Erdogan “Avahiya Kevirî û Ên Din” wergerand kurdî û çap kir. Wergera pirtûkê ji hêlâ Erd Agron ve ku ew bixwe …
Tîrmeh, 2020
-
7 Tîrmeh
Rêwî – “Romana zimanê bê xwedî!?”
Min bi sedan pirtûkên zaniest(î) bi zimanê biyanî li ser mijarên cewaz xwendin e. Bi dehan pirtûk û romanên di derbarên dîroka (=mejû) gel û kêmîna de guftûgo kirin e. Sîyaset ya dewletên rojhilat, zagon û bi taybetî jî ya Komara Tirkiyê û pê re jî ya navdewletî beşekî pêzanînên min in. Dîsan jî kêm pirtûk û romanên naskirî …
-
6 Tîrmeh
Navdarên Kurd Bi Zarokan Dide Nasîn
Nivîskar Yasemîn Elban ji bo zarokan seta ku ji 5 pirtûkan pêk tê amade kir û Weşanxaneya Darayê set weşand. Armanca nivîskar ew e ku zarok ji zimanê xwe hez bikin û paşeroja xwe nas bikinBêrîvan Kayi Nivîskar Yasemîn Elban ji bo zarokên kurdan fêrî çand, ziman û hunera xwe bibin, bi salan e nivîskariya çîrokên kurdî dike. Elban heta …
Hezîran, 2020
-
27 Hezîran
Pirtûkek Dîrokî: KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU’L-ERD YA IBIN HEWQEL DE
Ji alê lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm bi keda du sala, bi hûrbîniyeke balkêş bi navê (KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU’L-ERD YA IBIN HEWQEL DE) pirtûkek derxist. Pirtûk 132 rûpel e û ji weşanxaneya (Apec Tryck & Förlag AB) li Stockholmê hate weşandin Lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm di pêşgotina pirtûka xwe de diyar dike ku; wî ji mêj ve pirtûkên erdnîgarî …
-
22 Hezîran
Pirtûka Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê Ya – Osman Özçelik
1-Tim navroj e, mela banga nimêja nîvro dike. Ez bi xemginîyeke kevnar ketime canê xwe. Di navbera dê û amojna xwe de mabûm. Sê peyv dikevin navbera min û banga azanê nîvro. Dayîka min bi çavên xwe dimizîce, bi destên xwe dipelîne, amojnaya min bi hemû bedena xwe ve dirahişe. Nîvro ye. Ez nexwazim kesek an tiştek têkeve navbera min …
-
8 Hezîran
Pirtûka Dehemîn a Konê Reş Derket
Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reş bi navê (Qamişlo-Pol: Helbest û Pexşan), bi çapeke taybet û xwemalî li Qamişlo hatiye çapkirin. Berî neh, sisê dîwanên wî ji mezinan re bi navê: Welato!: Beyrût/ 1998, Dergehê Jîn û Evînê,: Beyrûrt/ 2001 û Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Duhokê/ 2010 hatine çapkirin û Sê dîwanên wî ji zarokan re jî …
Gulan, 2020
-
27 Gulan
Pirtûkekê Lêkolînê: Navên Kurdî DERKET
Derheqê pirtûkê de hinek agahî: Her tişkek destpêk û çîrokeke xwe heye, destpêka vê xebata min jî ev e; heft-heşt sal berê ez ji bo hevalekî li pirtûkek navan û wateya wan gerîyam, lê min pirtûkê ne-dîtibû. Piştî vê min ji xwe re kire armanc ku ez li ser xe-bateke bi vî rengî bixebitim. Her ez xebitîm xebat pêşva çû, min dît …