Tag Archives: Pirtûknasîn

Gulan, 2016

  • 5 Gulan

    Pirtûka Bajarê Moriyan a Zarokan DERKET

    Pirtûka Bajarê Moriyan ji hêla helbestkarê hêja Yehya Elewîferd ve hatiye nivîsîn. Helbestkar û nivîskarê me li Xorasana Îranê ev bû 20 sal e ku li ser wêjeya zarokan xebatên xwe didomîne. Xwedî û berpirsyarê weşanxaneya Emû Elewî ye. Y. Elewîferd di vê pirtûka xwe de leheng wekî Morî an jî Kurmorî hilbijartiye û bi saya jiyana moriyan , jiyan …

  • 4 Gulan

    Pirtûkeke Nû DERKET

    Di zargotina Kurdî de, beyt jî wekî çîrok, stran, destan, lorîk, dûrik û gotinên pêşiyan ciheke xwe yê girîng heye. Peyva beyt, her çend ku di lîteratura edebiyata klasik de ji bo malikên helbestê bête gorin jî, lê di zargotina Kurdî de ji bo stranên dînî yên bi ritmik tê bikaranîn. Ev beyt di tekkeyên sofiyan de bi pirranî ji …

  • 4 Gulan

    Bi Zaravayê zazakî 2 dîwan

    Dîwana damezrênerê mezheba şafîtiyê Îmamê Şafî û ya Baba Tahîrê Uryan ku yek ji wan girîngtirîn kesê Edebiyata Kurdî ye, ji aliyê Feqî Çolig ve bo zaravaya zazakî (kirmanckî) hat wergerandin. Werger û nivîskar Feqî Çolig ji Rûdawê re da zanîn ku kurdên henefî yên li Tirkiyeyê û kurdên ceferî yên li Îranî ji nasnameya xwe dûr ketine, lê yên …

Nîsan, 2016

  • 30 Nîsan

    Çapa duyem ya “Hopo ” Derket

    Çapa duyem ya “Hopo ” a Ereb Şemo ji Weşanên Lîsê Derket Romana Erebê Şemo ya bi navê “Hopo”, ku li jêr bandora şoreşeke mezin, Şoreşa Sovyetê, behsa guherîn û veguherîna pergala Kurdan a aborî, civakî û sîyasî dike. Di vê rêya lêgerîna Kurdan bo peydakirina romanê de nimûneyek e ku divê bi kêmasî û zêdeyîyên xwe were naskirin û …

  • 29 Nîsan

    Kovara XWENAS a 6 an DERKET

    Hejmara 6. ya kovara Felsefe û Rexne XWENAS derket. Bi mijarên girîng û berfireh yên felsefî ve XWENAS li benda felsefehezên bi Kurdî ye. Kerem bikin, naveroka hejmara 6. li jêr diyarkirî ye. Ji bo daxwezkiran em dikarin di demeke kin de bigîhînin. Em li bendê ne ku xwendkar û nivîskarên Kurd elaqe û bîr û bichûnên xwe bo XWENAS …

  • 29 Nîsan

    “Termînolojiya Anatomiyê Ya Bijîşkiya Veterîneriyê”

    Heya niha di wêjeya kurdî de di derbarê bijîşkiya veterînerî û termînolojiya wê de valabûnek hebû. Bijîşkê Veterînerî Mûzaffer Avşar ev valabûna bi berhemeke giranbuha ev valabûn dagirt. Her wiha, Mûzaffer Avşar dibêje ku: “Ev pirtûk di zimanê zanyariyê de ji bo bikaranîna zimanê kurdî mînakekê teşkîl dike. Min wekî  bijîşkê veterînerî kefş kir ku ji bo rawekirin, vegotin, şîrovekirin …

  • 17 Nîsan

    Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name – Pirtûknasîn

    Danasîna pirtûka binavê “Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name” ku ev name ji aliyê werger û zimanzan Abdullah İncekan ve hatiye wergerandin ji bo zimanê kurdî. Her kesê ku rêya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê şairê modern yê Alman, Rainer Maria Rilke (1875-1926) bihistiye. Bi vê taybetiya xwe wî ne tenê di edebiyata …

  • 15 Nîsan

    Pirtûka “Dersên Civakî”

    Ev kitêb, ji eserên “Seîdê Berê” pêk tê. Gava meriv qala “Seîdê Berê” dike, tavilê salên bi ba û bahoz ên beriya Meşrûtiyeta II. û salên piştî wê tên bîra meriv. Ev salên han, bêguman ew sal in ku Împaratoriya Osmanî ji aliyekî ve bi pirsgirêkên nav xwe yên guherînxwaziyê re mijûl dibû û ji hêla din ve jî cehd …