Tag Archives: Pirtûknasîn

Adar, 2018

  • 6 Adar

    Şerê Birakujî bû roman: Dêw Behmen

    Çîrok û romannivîs, romana xwe ya herî nû bi navê “Dêw Behmen” çap û belav kir ku balê dikşîne ser rojên şerê navxweyî yê Kurdistanê. Derbarê romana xwe ya nû de Mihemed Kerîm ji Rûdawê re got: “Roman behsa birînên kûr ên şerê navxwe û nalîn û hewara qurbaniyên wî şerê malwêranker dike. Balê dikşîne ser wan kêliyên nexweş dema …

  • 2 Adar

    Romana Herimî û Şopa Ji Me Mayî

    Bavên Bakurê Keskesorê dibêjin;  “Hesûdî û xayînîyê pergala qewmekî belawela kir û mala me şewitand.” Keç û kurên Bakurê Keskesorê dibêjin; “Em ê hilnegirin têkçûnên we ku we wekî qeder ji me re hilbijartine.”  Na! Dibêjin keç û kur, “Na, wiha hatîye wê wiha neçe!” Na, sed û bîst car na! “Siwar hatiye wê peya biçe!” Sal û nîvek berê …

Sibat, 2018

  • 28 Sibat

    Bergên herî serkeftî yên pirtûkên kurdî û fikrên xwîneran

    Ev xebat ji aliyê Azîz Tekîn ve di 31ê meha yekem a 2018an de li ser bloga wî hatiye weşandin. Li ser giringiya mijarê û ji bo ku bigihê gelek kesan me xwest li ser çandnameyê jî parvebikin. Hevî dikin ev nivîs ji bo grafîkerîya kurdewarî bibe çavkaniyek *** Berga pirtûkê cil û bergê pirtûkê ye. Rasthatineke di cîh de …

  • 23 Sibat

    Naveroka Pirtûka “Gotarên Zimannasîyê”

    Ji weşanxaneya nûbiharê bi edîtoriya akademîsyenên bi navê Kenan Subaşı û Resul Geyik pirtûkek bi navê “GOTARÊN ZIMANNASIYÊ” hate weşandin. Di vê xebatê de di çarçoveya dersên zimannasiyê ya bernameya doktorayê de pêşkêşî, nîqaş û nirxandinên komeke xwendekarên doktoraya zimanê Kurdî cih digrin. Her Xwendekaerkî, li gor xwendin û çavkaniyên li ber destê xwe, di vî warî de mijarên cûrbicûr …

  • 23 Sibat

    Şopa Xeterê û di karê romanê de serweriya qelemê!

    “Bihara bajêr, mîna gelek bajarên ber avê, ji mêj ve dest pê kiribû û gelê bajêr hê ji niha ve kincên qalind ji ser xwe avêtibûn. Kesên qelew û kîlozêde ji niha ve ji germahiyê gazin dikirin. Adara ku heyva destpêka biharê bû, derbas bûbû û niha di orta nîsanê de çar aliyên Stenbolê şên bûbû. Piştî zivistana serma û giran , biharê bi hemû xweşî …

  • 23 Sibat

    Ji Mela Muhemedê Şoşikî Kitêbeke Nû…

    Ev kitêb, ji çar birrên sereke -bi navê “derya”- pêkhatiye, ku ewana jî ev in: Deryaya Yekem: Derbarê Îsbata Xweda da ye. Deryaya Duyem: Derbarê Kelamê Xweda Qu’anê da ye. Deryaya Sêyem: Derbarê Muhemed (s.) û Hin Sehabiyan da ye. Deryaya Çarem: Derbarê Îslamê da ye.” Seyda Mela Muhemedê Şoşikî, alimekî muderis e, fikra wî ji xurafe û çîrvanokên bêbingeh …

  • 14 Sibat

    Qado Şêrîn: “KOBANΔ romana êş û bîranînan

    Qenciya ku nivîskar bi Kobanî û kobaniyan kir, belkû bi tevaya gelê kurd, romana ”KOBANΓ nivîsand, û êş û azar û wêrana Kobanî wek dasîtaneke zindî parast. Nivîsandina romanekê li ser tiştê li Kobanî qewimî û hat serê xelkên Kobaniyê, ne wek me di weşana zindî, nûçe û nivîsandina bi hezarên gotara ye, belê wexta Kobanî bû roman, zindî ji …

  • 5 Sibat

    Roman, Fakta û Tarîx

    Zimanê romana Mehmed Dehsiwar (Evîna Dijwar) zimanekî hêsan û herikbar e. Raxistina bûyeran metodîk e, berhem di nêv edebiyat û tarîxê de diçe û tê. Carinan edebiyat biserdikeve, carinan tarîx û fakta. Fakta ji fiksiyonê zêdetir û girantir e. Mîna ku nivîskar nikaribûye biryara xwe bide ka berhemeke çawa dixwaze binivîse. Ji ber ku mijara romanê bûyerên tarîxî yên dema …

Rêbendan, 2018

  • 28 Rêbendan

    Li Pirtûkxaneya Diyarbekirê 147 pirtûkên bi Kurdî jî cih digirin

    Diyarbekirê ku 61 hezar pirtûkan dihundirîne, bi berfirehkirina derfetên ji bo xwendevanan, ji aliyekê ve xwendevanan ber bi pirtûkxaneyê ve dikişine û ji aliyekê ve jî eleqeya xwedinê bilind dike. Di pirtûkxaneyê de êdî pirtûkên Kurdî jî cih digirin û ev yek keyfxweşiyeke cûda dide xwendevanan. Li Diyarbekirê her çiqas pirtûkxaneyeke ku bersiva tevahiya bajêr bide tunebe jî pirtûkxaneya heyî …

  • 27 Rêbendan

    Li Swêdê danasîna romana ‘Barzan Digirî’ hat kirin

    Nivîskarê Kurd ê ji Bakûrê Kurdistanê Bûbê Eser romanek bi navê ‘’Barzan Digirî’’ ya derbarê enfala Barzaniyan de nivîsand û li Swêd çap û weşan kir. Li gor gotinên wî nivîskarê kurd ê roman li ser dîroka tejî li karesatan a Barzaniyan vedibêje û nivîskarê romanê jî di semînereke derbarê romanê de sedemên nivîsandina romanê ji xwandekaran re vedibêje. Bûbê …