Çarşem , Nîsan 24 2019
Destpêk / Tag Archives: Pirtûk (pel 5)

Tag Archives: Pirtûk

Pêwîstiya Nirxandina Romanên Kurdî

Li ser romanên kurdî çiqas gotarên danasîn, nirxandin, şîrovekirin û analîz bêne kirin ewqas ji bo romana kurdî û bi gelemperî ji bo edebiyata kurdî baş e. Hinek kes (xwendevan û nivîskarên kurd) bi devkî romanên kurdî, berhemên edebî dinirxînin, lêbelê bi nivîskî yek rêzek jî nanivîsin. Gotinek heye dibêjin; heger ez neşewitim, tu neşewitî, ew neşewite dê çawa ronahî …

Bêhtir Bixwîne »

Kalbûn di Pirtûkan de

Berî her tiştî dixwazim bêjim ku ‘xwendin bi zimanê min xweş e’. Rastî xwendin bixwe xweş e. Mirov çiqas bixwîne ewqas dibîne, ewqas hîs dike. Belê ez jî wekî hevalan hetan vê rojê çend pirtûkan xwendime. Yên dîrokî, çîrokî, jiyan, huner û evîn. Gor min mirov her çi bixwîne dibe govanê vê tiştî. Govan jî wekî rêberan in, bi maneyekî …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Weşanxaneya Aramê Kampanya! 15 Pirtûk 90 TL

Ji Weşanxaneya Aramê Kampanya! Seta Pirtûkên Kurdî ku ji 15 pirtûkan pêk tê. 90 TL Xwînerên me yên hêja, wek Weşanxaneya Aramê hatina gel we ji bo me gelek girîng û watedar e. JI bo ku hûn xwe bigihînin berhemên me em navnîşan û telefonên xwe bi we re parve dikin. Wekî hûn dizanin firotana me ya li ser înternetê …

Bêhtir Bixwîne »

“Boxeyê Birîvayê” ya Evdo Şêxo Derket

Di berhevoka nivîsên pexşanî ya li jêr navê “Boxeyê Birîvayê” de, nivîskarê ciwan Evdo Şêxo hewl dide ku êş û hestên xwe bi zimanekî biwêjî û dilrevîn di pîyaleya wêjeya Kurdî ya nûjen de ro bike. Nivîsên ku giranîyê didin vegotina bîsteka dilsoj a janê; meşka rabihurî, îroroj û siberoja gelekî xêrjixwenedîtî kil dide. “Havîn e, havîna Deşta Tozê ye. …

Bêhtir Bixwîne »

Gelo Mehmet Oncu Kî Ye ?

Mehmet Oncu, di sala 1961’ê de, li taxa Xarxarê ya Semsûrê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar, ji sala 1983an û vir de, li ser folklora Kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Bo Havînê Çend Pirtûka Pêşniyaz kin!

Ji bo havînê pêşniyara min ew e ku em çend pirtukên li ser romana Kurdî û wêjeyê bixwînin e. Heya ji destê min hat, min çend pirtukên hêja ku bi kêrî me bên hilbijartin. Bila çavê we ji vê lîsta dirêj netirsê. Ger yek jî bê xwendin ê alîkariyeke mezin bide me bawerim. û helbet ev hew pêşniyarên min in. …

Bêhtir Bixwîne »

Kilamên Celadet Bedirxan çap bûn

Kilam û stranên ku Celadet Elî Bedirxan berhev kirine û di kovarên Hawar û Ronahiyê de weşandine ji aliyê weşanxaneyê Avesta ve dîsa hatine çapkirin. Berhevoka bi navê “Stranvan” derketî ji stran, kilam, û berhemên din ên folklorîk pêk tê ku hinek ji wan ên Celadet Bedirxan bixwe, hinekên din ên gelêrî ne. Weşanxaneya Avestayê “Stranvan” wekî yek ji hemû …

Bêhtir Bixwîne »

3 Kitabê Zazakî di Weşanxaneyê Roşna Derket

– Huseyîn Karakaş, Ez û Ti, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir, 2015, 112 rîpelî – Îsmet Bor, Mesel û Vistonikî, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir, 2015, 133 rîpelî – Mihanî Licokic, Kulîlkên Buharê, Weşanxaneya Roşna, Dîyarbekir, 2015, 126 rûpel ———— WEŞANXANEYÊ ROŞNA RA HÎRÊNA KITABÎ Weşanxaneyê Roşna ra hîrêna kitabî weşanîyayî. Yew bi nameyê “Ez û Ti” yê Huseyîn Karakaşî yo, yew bi nameyê …

Bêhtir Bixwîne »

“Şerên Sasûnê ” ya Osman Sebrî ji Weşanên Lîsê Derket

Weşanxaneya Lîsê berhema giranbiha û nêvnas a gorbehişt Osman Sebrî raberî xwînerên Kurd dike. Têkoşer û sîyasetmedarê Kurd Osman Sebrî di vê berhema girîng de behsa Serîhildana Çîyayê Sasûnê dike û hemû hûrgilî û kitekitên şerên “Qewmê Çîyê” li ber çavan radixe. Pirtûka ku wekî belgeyeke dîrokî ya cihêwaz û degme tê hesibandin; têrtijî ye bi zanyarîyên di der barê …

Bêhtir Bixwîne »