Ser pirtûkê usan jî nivîsar e ‘kitêba pêşin’. Ev wê wateyê dide, wekî di pey vê pirtûkê re divêt pirtûkên usan dîsan çap bibûna.
Îlon, 2021
-
12 Îlon
Bandoriya pirtûkên wêneyî li ser zarokan çawa ye?
Di rapora salane ya ku ji hêla Akademiya Pediatrîkî ya Amerîkî ve hatî weşandin de, hate gotin ku lênihêrîna bingehîn a zarokan divê ji dayikbûnê ve pêşkeftina xwendewariyê bigire. Di raporê de nirxandinên berfireh ên lêkolînên li ser têkiliya mezinbûna bi pirtûkan û xwendina bi deng, û pêşkeftina ziman û serfiraziya dibistanê re hene. Digel ku em dizanin ku xwendina ji …
Tebax, 2021
-
17 Tebax
Qeraxê Deryayê Evînê Qirêj Dike
Nivîskarê kokkurd Cuneyt Alphan ji Amedê – Diyarbekirê – ye. Wî çend pirtûkên lêkolînî û du roman nivîsîne. Ew di radyo û televizyonan de xebitiye û wî rojnamevanî kiriye. Niha li Zankoyê mamostetiya zimanê îngilîzî dike. Digel ku ew ji gundekî Farqînê ye jî, diyar e bi kurdî nikare binivîse û lewre jî berhemên xwe bi tirkî diafirîne. Bi min …
Tîrmeh, 2021
-
12 Tîrmeh
Du berhemên Elî Eşref Dervîşîyan bi Kurmancî derketin
Demsala Nan Du berhemên Elî Eşref Dervîşîyan bi Kurmancî derketin Elî Eşref Dervîşîyan ji bo edebîyathezan gelek berhemên giranbiha hêlane. Piştî mirina wî bi çar salan, du berhemên wî yên kurteçîrokan bi Kurmancî hatin wergerandin. Ev her du berhem di nav projeyeke wergêranê ya “edebîyata zarok û nûciwanan” de hatiye hilbijartin ku dê gav bi gav ji Weşanxaneya Nûbiharê biweşin. …
Hezîran, 2021
-
23 Hezîran
Mehmet Dicle: Min kurdî hilnebijart, belkî kurdî ez hilbijartim
Asûs ne tenê xeyalek e, rastiyek e jî. Bajarek e ku bi hezar salan wek xwe maye û heta bi nifûsa wê neguheriye, gundek e ku “qodên kulturî” ên kurdbûnê tê de her zindî ne. Mehmet Dicle nêzîkî bîst salan e çîrokên ku li vî warê şên, dûr û kevn bihîstine yan şahidî li wan kirine dinivîse û di çil …
Adar, 2021
-
14 Adar
Ji Weşanên NA Pirtûkeke Nû: Sûr û Toledo
Pirtûka helbestan a helbestvan Zerdeşt Cemal derçû. Pirtûka bi navê “Sûr û Toledo” ji aliye Gula Almastê ji Tirkî hatiye wergerandin. Pirtûka ku bi ebata piçûk (11×15,5) hatiye çapkirin ji 48 rûpelan pêk tê. “Sûr û Toledo”nehemîn pirtûka Zerdeşt Cemal e. Biranîn(êş)ên Şaêr di gere wi ya Toledoya de jî dev jê bernadin û dibin sedem ku ev helbest derbikeve. …
Sibat, 2021
-
25 Sibat
Pirtûka Pîroz ya Yarsanan Serencam DERKET
Ev pirtûka li ser Ola Yarsanê bi xebateke dûr û dirêj hatiye berhevkirin û şîrovekirin ku yekemîn carê bi kurdiya kurmancî çap dibe. Ji pirtûk û nivîsarên ku ji sedsalên borî yên der heqê Hewramanê de mane, wiha tê famkirin ku di heyama destpêka Îslamê de ew herêm ji hêla hebûna zana û ronakbîran ve, ji herêmên din dewlemendtir bûye. …
-
16 Sibat
Ferhenga Navîncî
Di vê ferhenga du zimanî de, ji bo her du zimanan (kurdî û tirkî) peyv, têgih, biwêj û qalibên ku zêde tên zanîn û bikaranîn hatine tercîhkirin. Her wiha ji bo ku bikarhêner bi awayeki baş sûd ji ferhengê bigirin jî hevokên nimûneyî hatine dayîn û li gel vê yekê ji bo têgihîştina ji bergindên hin peyvan ravekirin hatine kirin. …
-
12 Sibat
Ji Weşanxaneya Na, 5 Pirtûkên Nû “Seta Êzdiyatiyê”
Di van (pirtûkên) Seta ku Kemal Tolan li ser Êzdiyatiyê amadekirine de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên Êzdiyatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên Êziyatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine. Bi van pirtûkên ra, winê Ezdiyatiya ku bi sedan salan ji aliye desthilatdaran ve hatiye tepisandin û rastî …