Pênase û Taybetmendîyên Çîrokan Di Kurmancî de ji bo vê cureya vegotinê, navên wekî çîrok, çîrvanok, çîrçîrok, kurteçîrok, xeberoşk, xemîşok, mesele, meselok, metelok, serborî, serpêhatî, serhatî, hîkaye û hwd.tên bikaranîn. Di kirmanckî de estaneke, sanike, di Soranî de çîrok an heqeyat tên bikaranîn. Ev gelek navên cuda ji alîyekî dewlemendî ye lê ji bo zanistê jî pênasekirin û binavkirinekê heye. …
Tîrmeh, 2022
Gulan, 2022
-
27 Gulan
Melayê Meşhûr û Pêkenokên Wî
Di vê nivîsê de me xwest ku em li ser kesayetî, jiyan, netew û pêkenokên “Melayê Meşhûr” çend agahî ji bo we amade bikin. Bi rastî ev mijar gelek kûr e û pir jî ne zelal e. Lewra ev lehengê me di demek kevn û erdnîgariyeke pir fireh de jiyaye. Me ji bo vê nivîsa xwe, lêkolîna M.Emîn Bozarslan ji …
-
23 Gulan
Pêkenîn (Mîzah) Û Kovarên Mîzahî Yên Kurdî
Min vê nivîsa li jêrê di kîjan sal de nivîsiye, ez nizanim. Şaşiya min jî ev e ku; dema min nivîsê nivîsiye di bin nivîsê de dema nivîsînê, sal û meha wê nenivîsiye. Divê mirov li binî sal, meh û roj binîvîse ku diyar be kîngê hatiye nivîsîn. 21 Gûlan 2022 Nivîsa dema wê nediyare ku kîngê hatiye nivîsîn li …
Tebax, 2021
-
4 Tebax
Çend Pêkenok
Mêrik nû zewicîbû; lê belê di meha sisê de zarokeke wan çêbû. Mêrik ji ber vê rewşê ma ecêmayî. Ji jina xwe pirsî: -Xatûn ka bibêje min, ev sê meh in ku tu hatiye, eve zarokeke te çêbûye; ev çawa çêdibe? -Na, na, tu şaş î. Ev ne sê meh e, eve neh meh çêbûn ku ez hatime. -Ka ji min re bibêje, çawa!
Sibat, 2021
-
1 Sibat
Di Pêkenokên Mela Neserdîn De Behsa Kurdan
Berya tevlîbûna mijarê, divê çendîn tesbîtan bikim: Wek tê zanîn, rejîmên nijadperest, avabûna xwe, li ser “înkarî” û “pişaftin”a gelên dîtir pêktînin. Herwiha, hebûn û serweriya xwe jî, li ser “tinekirin” û “wendakirin”a nîşan û nişêtên gelên dîtir didomînin. Bi gotinek din, Darwînîstên Civakî nin. Bê guman, ev cûre rejîm, vê sinc û sirişta xwe, bi rêya perwerde û …
Nîsan, 2017
-
25 Nîsan
Mela û Feqiyên Wî
Seydayekî li herêma Xerza li Gundem melatî dike. Di waiz û axivtinên xwe de, timî qala xêr û sedeqan kiriye. Seyda mirovek çend bizinê wî hebûne . Seyda di roja Ïnê de li ser roja Qiyametê diaxive. Dibêje : “Xweda gotiye kesên mal û halên wan xweş bin û destên feqir û xizanan negrin, ev yek jî nîşanên nêzîkbûna qiyametê ye.” …
-
9 Nîsan
Barê Êzingan (Pêkenok)
Rojeke zivistanê zilamekî gundî barek êzing (darên hişk ên şewatê) hazir dike, li ser pişta kera xwe bar dike û dikeve ser rê ku bibe bajêr bifroşe û li şûna wê ji bo malê pêdiviyên xwe bikire. Behnekê diçe, qederekê ji gund dûr dikeve, digîhêje pîremêrekî. Dinêre ku pîremêr jî ber bi bajêr ve dimeşe, lê bi kotekî dimeşe. Silavê …
Cotmeh, 2016
-
29 Cotmeh
Çend roj Remezan mane?!..
Bahlûl alimek mezin ji yên Kurd ê Hewreman e. Ji ber ku wî dixwest di bin sîbera Şîatîyê de ola Zerdûştîyê ji nû ve vejîne, Harûn Reşît ê xelîfê Ereban yê Ebasî ew tişt bihîst û fermana girtina wî da ku wî bikujin. Ji ber hindê, Bahlûl xwe li dînîtî danî û carnan wek dînan û carnan jî wek aliman …
Tîrmeh, 2016
-
20 Tîrmeh
Pêkenok (Hinekî Bikenin)
Gava Hûn Serxweş Bin Nêzî Nimêjê Nebin! Ji yê Bektaşî dipirsin: -Tu çima nimêj nakî? -Qur’ana Pîroz dibêje ku dema hûn serxweş bin, nêzî nimêjê nebin! -Ê baş e, ew ji bo dema serxweşiyê re ye. -Ma ez qet bi ser hişê xwe têm! (her dem serxweş e) Havalê Min Rojiyek Bi Tenê Zêdetir Ji Min Girtiye Ji yê …
-
2 Tîrmeh
Çend Pêkenok
Pereşût Pereşûtvanan wê ji firokê xwe bavêtana erdê. Yekî ji havalê xwe pirsî: -Eger pereşût venebe wê çawa bibe? Havalê wî: -Meraq meke, wê demê tu dê berî herkesî dakevî erdê. Xewa Bi Zor Lawikekî gazindên xwe bi havalê xwe dikir: -Ez qet tê nagihijim. Bi şev hêj xewa min nehatî, diya min bi darê zorê dixe nav nivînan. …